Diyarname
Di "UEFA Woman's Euro 2017" de maça dawî, maça fînalê di navbera fûtbolîstên jin ên Hollanda û Danîmarkayê de hat lîstin.
Her du aliyan jî dixwest bi ser bikevin û yekem car kûpayê bibin mala xwe lê jinên hollandî bi ser ketin.
Pêşî dengê golê ji aliyê Danîmarka ve hat. Lîstikvana danîmarkî Nadim di destpêka maçê deqe 6'an de penaltî avêt û bû 1-0. Zêde derbas nebû di deqîqeya 10'an Hollandayê bi Miedema bersiv da: 1-1.
Di deqîqeya 28'an de vê carê Martens derket ser dikê û tîma xwe Hollanda bi 2-1 derxist pêş. Piştî vê bi 5 deqan Danîmarka bi Harder bersiv da: 2-2. Nîveka yekemîn bi vê encamê bi dawî bû. Di nivîka duyemîn de malxwê Hollanda zû hat ser xwe, deqeyan 51'ê de carek din got ez heme: Lîstikvan Spitse gol avêt û encam bû: 3-2. Ji Danîmarka gol lazim bû, ji Hollanda re jî ji bo aramtir bibe golek din diviya. Heta ber dawiya maçê dengek din nehat û di deqîqeyek berî xilasbûna maçê Miedema carek din got ez heme, tîma min heye û kûpa ya me ye: 4-2.
Hollanda li mala xwe, li pêş deh hezaran temaşevanên xwe, li pêş bi mîlyonan temaşevanên ber ekranê serketina qralîçeyên xwe ragihand.
Miedema: Ez nizanim çi bibêjim!
Lîstikvana hollandî Vivianne Miedema di maçê de 2 gol avêtin, ji ber jîrbûna wê piştî maçê xelata xwe girt wisa got: "Min dizanî dê dema min jî bê, ez kêfxweş im bû ji bo tîma xwe bûm alîkar. Bi 4-2 bi destxistina maçê gelek baş bû. Ez nizanim çi bêjim, gelek kêfxweş im."
Yên heta niha ev kûpa girtine
Ji sala 1987'an ve ev tûrnûvaya jinan tê li dar xistin. Ji 87'an heta 97'an du salan carek, piştî wê 4 salan carek hat li dar xistin. Heta niha jinên alman 8 caran (sala 1989, 91, 95, 97, 2001, 2005, 2005, 2013) jinên Norwecî jî du caran (1987-1993) bi dest xistine. Hollanda bû sêyemîn welat ku vê kûpayê bi dest dixe.
**
Konya bi ser ket
Li Tirkiyeyê jî maça Kupaya Super hebû ku şampiyonê par Beşîktaş û kûpagirê par Konyaspor hat hemberî hev. Di maçê pankarta ku temaşevanan ji bo Ataturk amade kiribûn polîsan nehişt bibin hundir. Dîsa temaşevanên Beşîktaşê Marşa Îzmîrê xwendin, çi eleqe heye nayê zanîn lê alîgirên Konyasporê li hemberî vê diruşma "PKK derkeve derve" bilind kirin.
Her wiha di maça ku temaşevanan bi kêrek derket nav sehayê û her wiha meşale hatin avêtin de Konya bi 2-1 bi ser ket û kûpa girt.
**
Nûçeyên eleqedar:
- Jinên hollandî û danîmarkî derketin fînalê
- Nîv fînalîst diyar bûn, maç 3'yê mehê ye
- Çarîk fînala fûtbola jinan îro dest pê dike
- Jinên Hollanda û Danîmarka ji komê derketin
- Berevajî mêran jinên îngilistanê zora jinên spanyolî birin


