logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

Ji Enstîtuya Kelepora Kurdî 5 pirtûkên din

Enstîtuya Keleppûra Kurdî ya beşa Dihokê 5 pirtûk bi hev re çap kir ku ji wan çar bi kurmancî yek jî bi kirdkî ye. Yekem

  • Dîrok: 22/06/2009
  • Beş: Berhem

Enstîtuya Keleppûra Kurdî ya beşa Dihokê 5 pirtûk bi hev re çap kir ku ji wan çar bi kurmancî yek jî bi kirdkî ye. Yekem car li başûr pirtûkek bi kirdkî (kirmanckî) tê weşandin.

Enstîtuya Kelepûra Kurdî, ku kar û barê xwe li başûrê Kurdistanê digerîne, pênc pirtûkên nû belavkirin ku çar jê bi tîpên latînî ne û yek jî bi tîpên erebî ye. Ev pirtûkên hanê ku li ser erkê Weşanxaneya Aras hatine çapkirin, wekî weşanên şaxa Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ya Duhokê hatine çapkirin ku 4 bi kurmancî û yek bi kirdkî-kirmanckî ye.

Vane ew pirtûk:

Ez Eyşe Şan im
Amadekar: Zeyneb Yaş – Hîlmî Akyol
Rêzbendiya meqaman û deranîna notayan: Kawe Feqêzade
Enstîtuya Kelepûrê Kurdî – Duhok, Hewlêr, Çapxaneya Aras, Pûşper 2009, 320 rûpel, Kurdî/Kurmanciya Jorîn, Bi tîpên Latînî û Erebî, 1000 heb

Pirtûk ji jiyan û serpêhatiya hunerî ya Eyşe Şanê û stranên wê pêk tê. Beşa yekem digel keş û atmosfera ku Eyşe Şan lê mezin bûye, jiyana wê ya taybet, destpêka hunermendiya wê, rojên wê yên li Elmanya û başûrê Kurdistanê, bingeh û paşxaneya hunera wê bi xwe ve digire. Di vê beşê de sûde ji dîtin û ramanên Mûrad Kerse kurê Eyşe Şanê hatiye wergirtin ku ev cara pêşîn e li ser diya xwe dipeyive. Her weha Dengbêj Seydoyê Boyaxçî, Segvan Evdilhekîm, hunermend Gulbuhar, Dr. Keyxesrew Ebdulkerîm, Kak Şar Oremar, Hasan Güner, Kemal Ulusoy, Hesenê Alê, Mustafa Gazî, Ehmet Zero, Hesen Bîbo, Smaîl Badî dîtin û ramanên xwe li ser Eyşe Şanê dane xuyakirin. Jê pê ve pirtûk komek wêneyên Eyşe Şanê jî dihewîne ku hin jê cara pêşîn têne belavkirin.  Ji layekî dîtir,  beşa jiyan û serpêhatiya hunerî ya Eyşe Şanê bo tîpên erebî û kurmanciya jêrîn jî hatiye veguhartin.
Beşa duyem ya pirtûkê jî ji 150 stranên Eyşe Şanê yên kurdî-tirkî pêk tê ku li gorî Elbûma Eyşe Şanê hatine rêzkirin ku ji aliyê Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ve hate derxistin. Stran, ku 36 ji wan  tevî notayên xwe hatine belavkirin, li gorî cûre û babetê xwe hatine kategorîzekirin.


Sanikanê Dîyarbekirî ra Guldesteyêk
Amadekerdox: Roşan Lezgîn
Enstîtuya Kelepûrê Kurdî – Duhok, Hewlêr, Çapxaneya Aras, Pûşper 2009, 200 rûpel, Kurdî/Kirdkî-Zazakî, Bi tîpên Latînî û Erebî, 1000 heb

Ev pirtûka hanê ku pirtûka yekem ya kirdkî ye ku li başûrê Kurdistanê tê belavkirin, ji 20 çîrokên kirdkî pêk tê. Her weha Cdya çîrokan jî digel pirtûkê ye ku ji çîrokên bi navê Pîre û Dîke, Pîre û Pisînge, Zingile û Mingile, Helkane û Dukane, Dirike, Kêz Xatûn 1-2, Pepuke, Hezo û Heş, Ap Heş, Luynarîne û Luybarîne, Yew Waye û Hewt Birayî, Keçelike, Sîyamend û Xece, Mîrza Mehemed, Dîko, Rîko û Maseyê Bejikî pêk tê. Her weha ferhengok jî di nav pirtûkê de cih digire.  Li aliyê din di nav pirtûkê de beşek bi navê Kirmanckî, Kirdkî, Dimilkî û Zazakî heye ku tê da qala taybetî û binzarên zaravayê kirdkî, têkiliya wê ya bi zaravayên din re û deverên ku pê tê axaftin hatiye kirin. Cihê gotinê ye, ev beşa hanê bi tîpên erebî bo kurmanciya jorîn jî hatiye veguhartin. 


Şimşalokanê
Berhevkirin: Xalid Salih
Enstîtuya Kelepûrê Kurdî – Duhok, Hewlêr, Çapxaneya Aras, Pûşper 2009, 205 rûpel, Kurdî/Kurmanciya Jorîn,  Bi tîpên Erebî, 1000 heb

Pirtûk bêhtirî 100 lîstik û yariyan bi xwe ve digire ku li herêma Badînanê têne lîstin ku piraniya wan ji salên 80î vir ve ji hêla Duhokê hatine berhevkirin. Hin ji van yariyan her çend ji layê mezinan ve jî têne kirin, lê behra pitir ji layê zarokan ve têne kirin. Hindek ji yariyên nav pirtûkê: Bizdem Badem, Tellingî, Hat Hat, Armancanê, Eleven – Dû Leven, Bajêranê, Bihostanê, Bwîka Baranê, Pênanê, Pêncokanê, Çîzanê, Çolanê, Çavgirtin, Damanê, Rêzanê, Kabanê, Kero Kero, Kutyanê, Gustîranê, Gîxanê, Morkanê, Hêkanê, Dêdîk, Parsinganê, Cotkanê, Malkê Mino Malo, Beqê Beqê, Agirok, Nerm ke.

 

1-Komek Stranên Folklorîk Ji Devera Silîvan, Hewêl û Batmanê / Bergê Yekem
2-Komek Stranên Folklorîk Ji Devera Silîvan, Mûş, Şirnex, Xerzan û Batmanê / Bergê Duyem

Berhevkar: Mustafa Gazî
Rêzbendiya meqaman û deranîna notayan: Kawe Feqêzade
Enstîtuya Kelepûrê Kurdî – Duhok, Hewlêr, Çapxaneya Aras, Pûşper 2009, 208-206 rûpel, Kurdî/Kurmanciya Jorîn,  Bi tîpên Latînî, 1000 heb

Her du bergên pirtûkê jî ji 99 stranan pêk tên ku piraniya wan ji hêla Silîvan-Farqînê hatine berhevkirin. Stranên di pirtûkê de wekî stranên dilan, stranên dawet û govendê û stranên cûr bi cûr hatine rêzkirin. Her weha di karê notasyonê de ji deranîna notayan pê ve meqamên wan jî hatine diyarkirin. Jê pê ve her du bergan Cdyek jî pê re ye ku ji her stranê firdikek tê da hatiye gotin. Hêjayî gotinê ye navê stranbêjan, kurtejiyana wan û sal û devera ku stran lê  hatiye berhevkirin hatiye xuyakirin. 

Bo têkilîdanînê:
Email: khi_2003@hotmail.com / khidihok@yahoo.com
www.khi03.com

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 10 2026

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

news
  • 15 10 2026

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
  • 12 10 2026

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

news
  • 06 10 2026

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

news
  • 04 10 2026

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Fotograf her gav rastiyê nîşan nade!

ad

KNK: Bila kurdî di hemû qadên jiyanê de bê bikaranîn û parastin

ad

Amedspor Mbaye Diagne'yê tîne, Diagne kî ye?

ad

Lenîn û Hîtler di hilbijartinê de hatin hemberî hev!

ad

Demirtaş û Barzani hevdîtineke pêk tînin

ad

Tirkiyeyê nehişt UNESCO encamnameyê eşkere bike

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname