logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Li ser Kobanî 3 agahiyên girîng
  2. Fuzeyeke Îranê li nêzî Qamişloyê ket
  3. Îranê Herêma Kurdistanê tehdîd kir
  4. Azerbaycan: Dronên Îranê li balafirgeha Nexçiwanê ketin
  5. Komên di Newroza Amed, Wan û Stenbolê de li ser dikê bin diyar bûn
news-details

Ka rastî li ku xwe veşartiye û tûrikê vala li ku maye!?

Min gotara berêz Heyder Omer ku di malpera (Diyarname) de xwend, Lê mixabin ew di gelek nerînên xwe de bi rengekî dûrî p

  • Dîrok: 30/06/2009
  • Beş: NÎQAŞ

Siyamend Brahîm

Min gotara berêz Heyder Omer ku di malpera (Diyarname) de xwend, Lê mixabin ew di gelek nerînên xwe de bi rengekî dûrî pirinsibê rêzdariyê nivîsandiye ? 
Bi rastî min dil tune bû ku ez bersiva wî bidim, Ji bo çi?
Ji ber ku min ji çend camêran bihîst dibêjin: Siyamend ji pey rexnê tiştekî nanivîsînî!?
Ev gotina han ez dilxweş kirim, û ez li ber van kesên wekî tabûra pêncan li wan dinêrim, ji ber ku doz û armanca wan riswa û navnokirina  nivîsarên kurdan bikin, ez şadkirim, lê gelekî dilê min vehesiya, ji ber ku nameya min a rexneyî gihîşte ew kesên oflaz û daholên vingî vala hatin peqandin, ku “Dengê wan ji dûr ve xweş e” û ya diduyan xwezî min ew e ku ez bi rengekî pisporî rexneyekî bilind binivîsînim, Ez rojnemeger im û ne rexnegir im. Ez nêrîn û xwendina xwe ya hêsan û biçûk dinivîsînim.
Lê wêneya Heyder Omer ez bala min kişand ne ew navnîşana wî ya di malperê de hatiye nivîsîn, û ka mebesta wî ji vê çiye? û min di biryara dilê xwe de gote: Teqez ewê bersiva pêşî ye ku nivîserekî kurdê Sûriyê li Helîm vegerîne, Lê bi rastî ez car carna gotarên wî ya wêjeyî dixwînim, vê carê jî min ji xwe re gote ka Heyder  çi nivîsandiye û çi dibêje?  Rêzdar Heyder  ne di wê baweriya de ye ku çend kesên nivîskarê şagirtên min in, Îcar bi rengekî nizanî, û ji derûneke nexweş bêbextiya xwe radixe, xuyaye hîn moralên Ewropî li bejn û bala wî nayê, ew hîn ji payebûna xwe daneketiye, Helbet ev jî nexweşiyeke derûniya, Lê ezê xweşik wî li berxînim, ji bo careke din rêzdariya xwe bike û zû fermanên xwe navêje, û wê polî poşman bibe!?   
Lê rexna herî ber fireh li rêzdar Helîm û çendin din dike, lê pêdiviyiyeke sinçî hebû ku Heyder berî zû bi lez fermanên xwe yên dûrî rastiya bavêje, Ango diviya bû ku berikên kevirê xwe zû navêtaba lîstikê, ewî rastî nas bikre, ji ber ku wek di misilmantiyê de hatiye gotin “Rastî omîd û daxwaza mirovê bawermend e” xuya ye ewê li gotinên xwe poşman bibe, û rastiya xwe ya wêjeyî winda neke, Li vir hêjaye gotinê, ku bobalta mezin ew e çi gava tu rastiya tiştan û dehkera (xefaya) meselê nizanî, û tu rabî der vê mijarê de biaxêvî, hingê tu xwe û helewesta xwe biçûk dikî, û ev kira han ne qenc e û asta mirovên dadixîne, û hinge mirovê rexnegîr matmayî dimîne, û dibêje: Ax…Ax min çi kir û min çi nivîsand, Li vir ez hez dikim goteke (Ebû Heyan El Tewhîdî) bînim bîra rêzdar Heyder, E Heyan dibêje: “Tu mihrevanî ji nivîser re nayê ku piştî berhemên xwe belav bike bêje:  Xwezî min belav bikira”'
Rêzdar Heyder xwe xiste quncika teng ku nema dikare xwe jê kuta bike, û ev tiştê ku der mafê rêzdar Helîm Yûsiv ez pêre gengaşiyê nakim, lewra ziman û pênûsa romanivîs Helîm heye û ew dikare nêrîna xwe bide û li Heyder vegerîne.
Em têdigihên ku di vê gotarê de ez hez dikim li ser dû xalên girîng rawestim, yek jê ji bo çi pêşengên pêşî yên xwedî rewşenbîriyeke bilind belavokên xwe bi zimanên erebî pijirandin, û diduyan ezê bersiva berêz Heyder bidim, tevî ku hin ji hevalên min ji min re gotin xwe nexe vê gengaşiya vala bê sûde, ji ber ku milet her tiştî dizane.
Min ji wan re gote: Na îro piraniya milet û rewşenbîrên me nizanin bê ku li Sûriyê çi berhemên pêşî hatine çapkirin, û gelek tiştên wêjeya ku hatine çapkirin nizanin, helebet gelek sedem jî hene, qedexekirina pirtûkên kurdî, tirsa hin pirtûkxanan ji hewandin pirtûkên kurdî, tirsa gelek ji xwendevanên kurdan ku kovar û pirtûkên kurdî bikirin û di pirtûkxana xwe de veşêrin, û beriya ku berêz Helîm Yûsiv gotara xwe “Çima kes qedrê nivîskarê kurd nagre” lê birêz Heyder vê carê ew bi tîrên pûç û çewt davêje. Lê Xwezî karîba bersiva rastiya bide, û durr û cewherên xwe yên ku li ser çemê (Rayin) diçirisîne biweşîne?

Xala Pêşî der bare nivîskarê kurd û bendewariya partiyên me bi zimanên kurdî:
Kes nikare mikur neyê ku sazûmanên partiya kurdî a Sûriyê ku di sala 1957’an hate damezrandin ne xwedan têgihîştineke bilind ji hişyariyê bûn, Îcar evana li civaka kurdî û rewşa welêt nêrîn, dîtin ku piraniya gelên kurd ne bi erebî û ne bi kurdî nizanin bixwînim. Min par li kovara (Sewra a Sûrî) li ser nexwendina zimanên erebî li gundên Helebê lêkolîneke berfireh xwend û tê de hatiye gotin ku 40 ji sedî ji nêr û 60 ji sedî ji yên mê nexwendîne. Milletê me bi kurdî û erebî nexwendîbûn. Rast e wê digel zordestiya hêzên (Nasirî paşê Be'sî) çawa korsên zimanên kurdî vekin û gel bidin xwendin, Lê tevî wisan jî gelek ji van siyasetmedraran korsên zimanên kurdî vekirin, Lê divê kes xwe ji qalikê rastiya derxîne, heya ku zimanên kurdî nekeve dibistanên fermî yan jî di ên taybet ew tu pêşketina zimanên xwendin û nivîsandinê pêşnakeve, û vaye li dan û standina karên biraderên me li Amed û Batmanê binêrin bê çawa ew koçkê ji bo zimanên kurdî vekirin bê çawa şagirt riviyan û xaniyê kirê kiribûn hatin girtin. Belê ev aloziyeke pir kirêt e ku destpêka wan berê xwe didin zimanên erebî û xwe bi nav û dengê xwe ku li ser qada rojnameya erebî yan jî tirkî dîtine, dibêjin vaye em xwedan cihekî bilind in, ev nexweşî ye,  Lê divê em mafê gelekan jî ji bîra nekin ku ewan dengê doza kurdî belav kirin, û bi xurtê dijî ew nivîserên ereb ku bi tîrên xedeng li kurdan dixistin!?
Lê divê em di nêrînên xwe de ne hişk bin, ango ne her kes dikare bi zimanê kurdî binivîsîne, gelo Selîm Berekat ku zimanên erebî di nav tiliyên wî de wekî hevîrê nanê kenedîye, dikare bi kurdî binivisîne? Na..Na ew nikare. 
Lê ji bo nivîserên kurdan, ez dibînim ku eger nivîserê kurd dikare bi çi zimanên binivisîne, bela binivisîne, Ê min bi xêra zimanên erebî navê min li rojnameyên erebî  bêhtir hate naskirin, û min nameya xwe ya rewşenbîrî gihande xwendevan û nivîskarên Ereban, nemaze ew gotarên min ku di rojnameyên El Ittihad û Azzeman de hate belav bû, (Azzeman her roj li seranserî welatên ereban, û li Kurdistana Iraqê sêsid hezar dane tê belavkirin, Lê cardin ez bi kurdî dinivisînim.
Û ji bo rêzdar Helîm ku niha li Ewropa dijî, Bera li vir ew nêrîn û rexna xwe ya dûrî mentiq bigota, xuyaye, û bera mirov nekeve  xewn û xeyalan, Lê divê em jê re bêje di warê çîrok û romanê de çi di qada wêjeya erebî li Sûriyê navê wî heye, û bi rengê profîîşinal kete warê roman kurdî,  lê nerînên wê di vê gotara dawî de li ser dagîrkiriya frensan û pişt re ereb hatin, ev rast e, Lê di dema îroyîn de ew nikarin bi van diruşmên giran û qelew bange bikin û têxin bernamic û rêbazin siyaseta xwe. Û vaye biraderên me li Kurdistana Tirkiye mafên welatperwerî û wekheviya  dixwazin, û niha mafên otomî dixwazin û piştî vê xebata ku bi salan dirêj kir hîn tiştekî yesayî ne hatiye çesipandin.
Hêjaye gotinê ku eger tevgera kurdên Sûriyê bi tiştên ku Helîm Yûsiv bigrin û di sîmenaran de bêjin û di belavokan jî binivîsînin teqez dongiya (dawiya) wan gelekî pîs bibe û wê xwe bişewitînin, û doza gelê xwe qir bikin.
 
Der edebiyatê kurdî ji kovara (Gulistan) dest pê dike û dibêje: “Kovareke kurdî bi navê ‘Gulistan’ derxist. Ew kovar bi ‘dektîlo’ dihate nivîsandin û çapkirin û bi dest dihat belavkirin. Li pey wê, kovarên kurdî hatin derxistin, pirtûkên helbest û çîrokan jî bi dizî li Şamê derdiketin”.
Baş e rêzdar tu li ser Gulistan rawestî, lê ji bo çi tu nêrînên xwe li ser kovarên din jî nesekinî.
Li Şamê birrek xortên kurdên Cezîr û Şamê wekî Cewad Mella, Mihemedê Berzencî, Zoro Metînî, kovara (Hişyarî) derxistin, û paşê Gelewêj derket, û cudabûn El Wihdê yekê din  rengekî rêk û pêk û bi derhênaneke bilind û xurt Gelewêj derxistin, ew di nîsana  sala 1991’ê derxistin, piştre Stêr, û Stêreke din jî derket, Xunav, Hesenê Hişyar jî li ser daiktlo Agahî derdixist û belav dikir. Konê Reş û E Baqî Husênî Gurzek Gul derxistin, paşê li hev du nekirin, Konê reş rawestî û Baqî Husênî ew û nemir Ferhadê Çelebî kovara Zanîn derxistin, Bi rastî Zanîn ji gişa bêtir xurt û fireh bû, lê ez dikarim teqez bikim ku ew ji hêla partiya Pêşverû û dostên Baqî Husênî dihate belavkirin, pişt re hate rawestin, û piştî wê bi salekê Ez û Hefîz E Rehman, E Selam Darî kovara ASO derxist (hejmara pêşî bi dizî li ji aliyê berêz Selah Berwarî hate çapkirin., û piştî hejmara 4 min bi tena sere xwe kovara ASO derdixist, û niha hejmarên wê gihane 15’an û hîn jî berdewam e.     
Û li vir ez ne bi nerîna Helîm re me ku dibêje: “Ji ber ku zimanê wan ê siyasetê yê nivîskî erebî ye û yê axaftina bi xelkê re kurdî ya kolanan e, piraniya serokên partiyan bi zimanekî diaxivin ku ne erebî ye û ne jî kurdî ye.”
Em dikarin bêjin ku gelek gotinên erebî di gotarên wan yên axaftina wan de ya kurdî heye. Û di navbera rewşenbîr û siyasetmedar kefteleftû dîroka heye, her kes ji wan dibêje ez serdar im, ez xwediyê helewesta afirandinê me, Lê pirî caran siyastetmedar derûna xwe ji rewşenbîr re danaxî, hey ew ji birceke bilind diaxive û xwe gelekî zanyar dibîne, li vir gelek nemûne hene bê çawa serokê Misrê E' Nassir berra Mihemed Hesenên Heykel da, û çawa cardin serokê Misrê Sadat berra Heykel da û ew xiste zindanê.
Lê gelek ji rewşenbîr û helbestvanan xwedan helewesta xwe bûn û ne ketin bin siya siyasetmedaran, wekî E'bdulla Peşêw, û Se'id E'qil helbestvanê Lûbnanê yê bi nav û deng e, gava encûmana mîhrîcana Bêrûdê wî vexwandin, ji wan pirsî we kê vexwandiye?
Gotin me wezîra Sûryê (Necah El E'tar) û serokê komarê Îlyas vexwandiye, ji wan re got; “Li min bibûrin, ne şanaziyeke mezin e ku ez bi vana re beşdar bim, ji ber ku tu desthilatiya siyasetê li ser wêjeyê tune ye.”
Li vir ez hez dikim di guhê Helîm de çend gotinên pirsyar bêjim ku ne wekî nêrîna te yan reş e ku tu dibêjî tu stêr.
Û li vir balkêş e ku em çîroka nivîskarê mezin Markîz bînin bîra xwe gava jê xwestin ku bibe palyozê Kolompiya li Spaniya ew gelekî kiz bû, bera wan de.

Li vir jî gava birêz Helîm li ser nivîskarê kurd û nivîsandina kurdmancî radiweste: “Nivîsandina bi kurmancî, di van şert û mercan de, bi serê xwe rûmeteke mezin e û em pê serbilind in.”

Xala diduyan

Rêzdar Heyder der mafê min wisan dibêje:
“Û careke din berî çendekê li ba birêz Siyamend Birahîm, di hevpeyvînekê de, ku di malpera Welatê Me de hatibû weşandin, rû da. Wî jî xwe kire mamosteyê hinek nivîskarên, ku beriya wî di qada nivîsîna kurdî de diyar bûne. Ji bo helwesta wî jî min gotarek nivîsand, û dengê rastiyê di tûrik de nehêşt.” 
Ez tiştekî wisan girîng di xwendina mijara Heyder de nabînim, ta ew rêzn ku li ser min dinivîsînî. Ez matmayî nemam, ez xweşik ramiyam, û min di kevçika dilê xwe de gote, Ev kesekî nankor e?
Ji bo çi ew nankor e?
Ew der mafê Helîm de dibêje min ji Helîm re gote divê tu bi zimanên kurdî çîrokên xwe binivîsînî
 “Tê bîran min, sala 1991’ê min yekemîn car çîrokek Helîm Yûsiv, bi zimanê erebî bû, di kovareke erebî de xwend, bê ku ez Helîm nas bikim. Sernavê çîrokê ( Memo dereng ji xew şiyar dibe ) bû, ji her du warên naverokê û  durvê hinerî de serkeftî bû. Bi bandora wê çîrokê min xwest, ku ez nivîsevanê wê binasin, û ez li wî pirsîm, heya ku dostekî (helbestvan M. Hemo) rojekê ew hanî mala min. Me di wê hevdîtin û hevnasînê de li ser wêje bi gelemperî deng kir, lê gava gengeşeya me hate ser nivîsîna kurdî, ez pê hay bûm, ku Helîm nizane bi kurdî binivisîne. Wê hîngê min gote wî; ev çîrok dide xuyakirin, ku te hineriya çîrokê baş bi dest xistiyê, tiştê divê ew e, ku tu hînî zimanê kurdî yê nivisînê bibe. Eger te û kesên wek te, we ev gav bi dest xist, çîrok û pexşana kurdî ya hinerî dê bi cefayên we ber bi pêş de here, ji bo vê yekê jî divê tu pirtûkên kurdî bixwînî, û her pirtûka, ku li ba min heye, tu dikarî bibî, bixwînî û ji min re vegerîn.”
Ne tenê te ji kak Helîm re digote, divê tu bi zimanê kurdî bixwînî û binivîsînî, lê çend xortên din jî wekî Selah Henan jî jê re digotê: Kak Helîm divê tu bi kurdî binivîsî.”
Lê tu bikî minet ev tiştekî şerm e û fihêt e rêzdar Heyder,
Li vir ez hez dikim mînaka helbestvanê kurdê Iraqî mezin (Bilind Heyderî) ku ewî jî digote ev çi zimanên kurdî ye, û piştre dixwest hînî zimanên kurdî bixwîne û binivîsîne, Lê ez cardin dubare dikim ku mijara Helîm ketiye ew di civaka kurdî de gengaşiyeke mezintir û firehtir destine, û di civaka kurdî de birîneke bê derman e, lê siyasetmedarên kurd ji hinan re dikin û ji hinan re nakin, ew li gor pesn û şahîkirinê didin mirovên.
Helbet ev tracîdiya han li me nivîskaran vedigere, ew bi gelek sedeman destine, lê sedema sereke ew serkutkirina rêjîma Sûryê ji çaokirina û belavkirina me ji pirtûk û kovarên me, Ango eger hêzên Sûrê destûra çap û belavkirinê biana me ji bo çi em herin pirtûkên xwe û kovarên xwe bidin piraniya dewlemên kurdan û alîkariyê ji wan bixwazin, ew dewlemendên genî û qirêj ku bi mîlyonan ji peran li ser maseyên xwarina û vexwarinê xerc dikin. Helbet hin ji wan baş alîkariya me kirin jî. Lê tu caran rewşenbîrê kurd xwe biçûk nabîne, û tenê yê pepûk û bê keramet xwe qels û bê rêzdarî dijî.
Û çi gava ez li televîzyonên kurdan an jî biyaniyan asta sekretêrê partiyekê ji partiyên bi zimanên erebîkî şikestî, an jî bi kurdiyeke ji nêvî erebî diaxive û xweşik nikare nêrînên xwe şirove bike hinge ez dibêjim rewşenbîrê me serkeftiye.
Heyder Umer doza qedir û qîmetê xwe dixwaze, lê ji ber çi? Pêşî dixwaze Helîm bêje û romanekê binivîsîne ku bi xêra Heyder ez romana kurdî dinivîsim, û baş e Helîm sax e jî ewê bigota berhemên Helîm ên min in!?
Û wisan jî li ser Aydoxan, û helbestvana kurd Axîn welat jî divê helbestekê li ser bejn û bala wî binivîsîne!?
Lê niha ez du tişt min ji Heyder re kir û min di gelek hevpeyvînên min de behsa wan nekiriye:

A pêşî, tê bîra te Heyder gava Dr Izzdin Resûl hate Şamê, û wê hingê te pirtûka xwe ya li ser Xanî derxistibû.(1991) û min telîfon ji Şamê ji te re veger û tu bilez hatî Şamê û te Dr Izzidîn dît?

A diduyan, tê bîra te gava di sala 1997’an de ez dibêjim saleke li pêş an jî saleke li paş e, gava li Helebê ez timî mêvanê rêzdar Mihemed Hemo bûm, û te ji min Mewlûda Kurdî xwest û te gote: Kak Siyamend ji bo Xwedê ez li ser mewlûdên kurdî dinivîsînim, ez hêvî dikim ku mewlûda Artûşê ji min re rêkî; piştî demakê min ew mewlûd ji te re anî heya Helebê, û ez nakim qencî, lê xuya ye tu nankor î. Û tu zû bi hevalê xwe vedidî, û ez gelekî kêfxweş im ku tu ne dostê min bî û me ew dan û standin bi hev re nekir!?    
Berêz Heyder ez nizanim tu çawa diramî û çawa tu biryarên fermanên xwe didî tu dibêjî: “Berdewam e, û careke din beriya çendakê li ba birêz Siyamend Birahîm, di hevpeyvînekê de, ku di malpera Welatê Me de hatibû weşandin, rû da. Ewî jî xwe kire mamosteyê hinek nivîskarên, ku beriya wî di qada nivîsîna kurdî de diyar bûne. Ji bo helwesta wî jî min gotarek nivisand, û dengê rastiyê di tûrik de nehêşt. Lê xuya ye guhên Kurdan li hember dengê kurd girtî ne !”
Belê gava ez dibêjim ku ez mamostê gelek nivîskara me, ev rastiyeke bêliye û ne pêweste ku şirove bikim, Lê ezê van bêbextiya te binivîsînim.
Di sala 1982’yan de min bi dizî li Şam û Beyrûdê yekemîn alfabeya kurdî çap kir, û bi hezaran ji wê alfabeyê camêr E'lî Ce'fer alîkariya min kir û min belavkirina wê sparte wî, ewî jî camêr di tavlî de perên min dida min, ev alfabeya ha hişt ku ez dev ji karê xwe berdim, û di sala 1989 li Sûriyê yekemîn pelika destûra belavkirina wê derket, ev kira han dilê gelê kurd şa kir, û hêzên desthilatên Sûriyê xwediyê pirtûkxana el Zehra û berêz E'lî Ce'fer bi taybetî nasnameya min û ya wî girtin û pirsyareke mezin çêbû.
Lê ka di wê hinge de asta wê çilo be ev tiştekî din e, rêzdar Konê Reş ku camêr baş li ser Bedir Xaniyan xebitî bi dehan car û cara dawî beriya sê mehan bi beşdariya Bavê Ciwan hevjînê xuşka me Diya Ciwan ya helbestvan û ev axaftin li rûniştgeha mamosteyê helbestvan Hasî Behlewî gote: Mamoste Siyamend divê tu bi kurdî binivîsînî, û tu ev nivîsên xwe yê erebî kêm bikî, ji ber ku em bi xêra pirtûka te (Gulistana Zimên) fêrî kurdî bûn, û berêz Xalid Mihemed ku niha bûye rexnevanekî bilind bi dehan caran gotiye: Ez di sefa heftan de bûm û min ji (Gulistana Zimên) hînî zimanên kurdî bûme, û li Kurdistana Iraqê xuşka min Dilşa Yûsif gote: Mamoste ez nizanim bê çawa alfabeya te hate gundê me Çetelê û hingê ez di sefa heftan de bû min ji pirtûka te fêrî ziman kurdî bûm, û wisan jî Dildarê Mîdî ku şagirtê fakulta yesayê bû li Helebê û ji wê fêrî kurdî bû, û ya dawî ku çawa hevalê min ê xweşewîst helbestvan Mihemed Hemo ew di sal 1984 - 1986 dihate cem mamoste Osman Sebrî, piştre dihate cem min û cem mamoste Îbrahîm Zaza ku niha li Amerîka dijî me dersên rêzimana kurdî didayê, û cardin jî ev kesana şagirtên min in û heval û birayên min in û vaye sax in Hey Heyde… ji ber ku kurd dibêjin, “Derewekê bike û şahidekê bîne” û vaye tev dijîn û wê bixwînin!?
Belê Heyder efendî tûrikê rastiya li cem me xurt e, û min negotiye ez mamoste nivîskaran tev ya, ji ber ku berî min bi dehan xort zimanên kurdî xwendin û nivîsandine, lê ji vana teva ez mamostê wan im.
Û hêjaye gotin ku heya mîhrîcana kurdî nehat li dar xistina kes bi navê te nas nedikir, lê eger tu bêjî ji demeke dirêj ez helbest û gotaran dinivîsandim, lê ka te kengî bi navê xwe yê rastî di kovaran an jî di pirtûkeke te jî nivîsandiye û te belav kiriye!?
Û cardin jî hez dikim bi kurt kurmancî ji te re hewlbdim ku min berî te bizamê kurdî nivîsandiye û belavkiriye, ka tu dikar çend heban qanî bikî û bigihên baweriyê ku tu di Gelawêj de nivîsandiye û bi çi navê te yên te ji xwe re bijartiye, sed heb dikarî bêjî ew ez im, û ji bîr neke ku destpêka te jî bi zimanên erebî bû, helbet bi pileya yekemîn nivîskar bi pirtûka xwe tê naskirin û ew berhem wî bilind dike an jî wî nizim dike, teqz berhemê te yê pêşî bi erebî bû. Ew (Ehmed Xanî) ku tu di sala 1991’ê bi rengekî fermî te bi xêra Dr Mihemed E' Necarî destûr û îzna çapkirina wê stand û te belav dikir, û tê bîra te bi xeta destê xwe diya min kiriye, paşê te di sala 1993 li ser Feqiyê Teyran te pirtûkek jî bi zimanên erebî jî derxist, û te diyar ji min re nivîsand. Helbet du sedemên sereke hebûn:
A pêşî ew bû kes ji hêzên emniyetên Sûriyê te bixwaze û doza îzna çapa wê ji te bike.
A diduyan ew e tu ji belavkirina wê vedihesî û rihet dibe, ji û tu naçî Qamişlo û Hesekê û tu li pirtûkên xwe bigerî bê ka çiqas hatin firotin.
Û berhemên te yên tu bi kurdî çapkirî ew e li ser mamoste Osman Sebrî derxiste ew jî bi xêra Mihemed Hemû li Kurdistanê û bi xêra Sazgeha Sema ku gelek pirtûkên kurdî û erebî çapkirine.
Îcar kî beriya kê berhemên wî ronahî dît, ango min beriya te bi neh salan min pirtûka kurdî çap kir, belav kir.
Û tu dizanî te berhemên xwe yên bi zimanên erebî berî ku bi kurdî çap bikî te belav kir û ji bîr neke min dîwana Rûxweşê zîvar çap kir, û ez vê agahdariyê ji te re bêjim heye ku tu nizanî, dîwana Rûxweş bi alîkariya koma Xanî hate çapkirin, û camêr Elî Cefer dîwan da min, min ji wî re çapkir, û ez veya nakim minet, û yekê din jî ezê ji te re bêjim ku tu veya jî nizanî ku min dîwana  Dilawerê Zengî  (Pêdarî) beriya 1986’an çap kir.
Û ji bo tu polî poşman nebî, divê tu gelekî gavên xwe bi pêş ve navêje!?


Siyamendbrahim@gmail.com

Qamişlo 29 6 2009

 


Têbiniya Diyarnameyê:
Ji bo mafê bersivdayînê em rê didin vê nivîsê.
Em bi hêvî ne ku hemû beşdarên vê nîqaşê asta nivîsên xwe nekin qurbana êrîşên shexsî û ji armancên lidarxistina vê mijarê dûr nekevin.

 

Parve Bike

Youtube Me

Dilşêr Bêwar: Pêlên Lacîwerd

news

H. Kovan Baqî: …dayikekê didirû ji dengê min re

news

Mesûd Qeya: Ezê bikim

news

Omer Dilsoz: Rexneya Rexneyê

news

Yeqîn H.: DESTPÊK

news

Şaredariya herî kurdewar, binêrin çi kir...

news

Em hejmara çapkirina 386 pirtûkan derxin 10 qatên wê

news

Di nivîs, şano, fîlm, û di helbestên 'Lewerger'ê de 'Dê'

news

Hemû agahiyên ji bo hilbijartina Kurmancî-Zazakî

news

Li KOBANÎ pirsgirêkên tenduristiyê

news

Piştî peymana 29.01.2026'an li Rojava rewşa perwerdehî, çand û weşangerî dê çawa be?

news

diyarname podcast#podcast#news# #diyarname #pirtûkênkurdî #books #booktok #pirtûk #fûarapirtûkan

news

diyarname podcast #booktok #books #diyarname #pirtûk #news #fûarapirtûkan

news

diyarname podcast#L werger#diyarnamenûçe#çandhunerkovar# #pirtûkênkurdî

news

diyarname podcast Claudette Colvin ku di 86 saliya xwe de mir çi kiribû?

news

diyarname podcast#pirtûkênkurdî #weşanxane#çapkirin#pirtûk# #diyarname20salîye

news

diyarname nûçe Podcast 2025: Hemû pirtûkên bi kurdî: Ji par zêdetir in #booktok

news

diyarname podcast 2025: 1180 nûçe, 204 vîdeo #diyarname #pirtûkênkurdî #books

news

diyarname podcast Fûara Pirtûkan a Çûkûrovayê didome #booktok #diyarname

news

diyarname podcast#diyarname Nivîskarê navdar Daniken mir #booktok #pirtûk #pirtûkênkurdî #books #

news
NÎQAŞ - Nivîsên Dawî
news
  • 11 09 2013

Ez çi dibêjim, tu çi dibêjî…

news
  • 09 09 2013

Kurtenêrînek ji bo dîroka Komeleya Nivîskaran

news
  • 04 09 2013

Kongreya Netewî ya Kurd careke din hat taloqkirin

news
  • 31 08 2013

Çarenûsa Komeleya Nivîskarên Kurd

news
  • 31 08 2013

Agahdariyek derbarê Konferansa Nivîskaran ya Îzmîrê de

news
  • 30 08 2013

Gelo Komeleya Nivîskarên Kurd tê girtin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
news

Ziman Dirêjo Hed Nezano

  • Kadir Stêra
news

Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

  • Omer Dilsoz
news

Berxweş

  • Mesûd Qeya
news

Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin 

  • H. Kovan Baqî
news

Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

  • Hogir Berbir
news

Destpêk

  • yeqîn h.
news

Pêlên Lacîwerd

  • Dilşêr Bêwar
news

10 hezar girtî bên berdan Tevgera Kurd wê bikaribe çi bike bo wan?

  • Cemil Oguz
news

Çîroka Zarokên Rojê û Agirî

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Li 'Gonderen Îlhan Çomak' temaşe bikin

ad

Atalay ji bo berendamtî berê xwe da Batmanê

ad

700 hebî golî!

ad

Shakira jî dibe dayik

ad

Li Hollywoodê çalakiya grevê berfirehtir dibe

ad

Xelata Şerefnameyê dan Perwîz Cîhanî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li ser Kobanî 3 agahiyên girîng

  • 05 03 2026
news

Fuzeyeke Îranê li nêzî Qamişloyê ket

  • 04 03 2026
news

Îranê Herêma Kurdistanê tehdîd kir

  • 06 03 2026
news

Azerbaycan: Dronên Îranê li balafirgeha Nexçiwanê ketin

  • 05 03 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname