Amed
Mazlum-Der ji bo betalkirina sonda "Andimiz" kampanyaya îmzeyan da dest pê kirin.
Her serê sibê li dibistanan zarok ji mecbûrî sonda "Andimiz" (Sonda Me) dixwînin û bi vî awayî dest bi dibistanê dikin. Niha Mazlum-Derê kampanyaya îmzeyan a ji bo betalkirina vê sondê da dest pê kirin. Ji bo vê yekê Serokê Şaxa Mazlum-Dera Amedê Selahattin Çoban daxuyaniyeke da çapemeniyê. Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd Îrfan Babaoglu û gelek kesên din beşdarî daxuyaniyê bûn.
Çoban di daxuyaniya ku xwend de got ku "Andimiz" xwedî gotinên nijadperestiyê ye ji bo betalkirina vê sondê dest bi kampanyaya berhevakirina îmzeyan kirine.
Îmzeyên ku di hefteyekê de bêne berhevkirin dê pêşkêşî Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê bêne kirin.


