Diyarname
BYEGM'ê (Midûriyeta Giştî ya Enformasyon û Çap û Weşan a Serokwezîrî) qerta çapemenî ya rojnameger Amberin Zaman betal kir, sedem jî wekî "Bi awayekî eşkere sempatiya xwe ya ji bo rêxistina terorê eşeker kiriye" nîşan da.
Di biryarnameyê de hat gotin ku ji ber li hemberî kom û saziyên dijî ewlehiya neteweyî tevdigerin bi sempatî nêz bûye û ji ber piştgiriya wê ji bo wan hatiye diyarkirin qerta wê ya çapemeniyê hatiye betalkirin.
Rojnameger Amberîn Zaman piştî bûyera Reinayê twitterên wisa weşandibûn; "Hûn dixwazin bibêjin xayîn, yan çi dixwazin bibêjen lê rastî ev e; hêza herî bi bandor a li hemberî DAIŞ'ê Kurdên Sûriyeyê ne. YPG û QDS ji ber ku hêza herî bi bandor e li hemberî DAIŞ'ê DYA ligel wan hevkarî dike û dema em vê yekê tînin ziman me wekî xayîn nîşan didin. Gelo dê hê jî êrîşê YPG û QDS bikin ku ew hêza herî bi bandor e li hemberî DAIŞ'ê?"
Ev şiroveyên Zaman wekî "sempatiya ji bo rêxistina terorê hat nîşandayîn" û nasnameya wê ya çapemeniyê hate betalkirin.


