Diyarname
Li gor agahiyên ku hatine roja 15'ê vê mehê partiyên kurdan ên ji çar parçeyan dê li Moskovayê bêne cem hev.
Li gor nûçeya ANHA'yê ku ligel Nûnerê PYD'ê yê Rusyayê Ebdulselam Elî axiviye dê partiyên kurd li ser statuya kurdan a li Rojhilata Navîn nîqaşê bikin.
Elî wisa gotiye, "Ev demek e amadehiya me ya konferansek heye. Em ji serdemek xesas re derbas dibin. Bi ser de jî di Cenevre û Astanayê de pêşeroja Sûriyê tê nîqaşkirin. Ligel vê rola kurdan di qada navneteweyî de ketiye rojevê. Ji bo vê yekê divê hêzên kurd li ser nirxandinek hevpeş bên ba hev."
Serokê Konseya Xweseriya Kurdan a li Sûriyê Ferhand Batîf jî gotiye ku ji bo konferansê vexwendname xandine ji bo hemû aliyên kurdan.
Ji bo hevdîtina li Moskovayê vexwendname ji bo Hevseroka PYD'yê Asya Abdullah, Serokê Meclisa Rêveber a Kantona Kobanî Enwer Muslim, Mebûsê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemir, parêzerên Ocalan, YNK, Goran, nûneriya PDK'ê û partiyên kurd ên li rojhilatê Kurdistanê.
Her wiha hat gotin ku Serokê Têkiliyên Siyasî yên Derve yê Rusyayê Kasachev Kostantin Yusofovich, Siyasetmedarên Rêxistina Edaletê ya Rusyayê, pisporên ji Rojhilata Navîn û hin şexsiyet hatine vexwendin.
Her wiha Nûnerê PYD'ê Elî gotiye ku têkiliya wan ligel hikumeta Rusyayê baş e lê hikumeta Enqereyê ji vê nerazî ye û pirsgirêkan derdixe.