Diyarname
Hunermendê navdar, muzîkarê efsanefî Leonard Cohen di dawiyê de hat Stenbolê û konsera xwe pêşkêş kir.
Nivîskar, helbestvan, bestekar û muzîkarê navdar Leonard Cohen bi hevkariya İKSV û BKM'yê şeva 5 û 6'ê gelawêjê li Sehneya Servekirî ya Cemil Topuzlu ya Harbiyeyê derket pêşberî temaşevanan.
Cohen di 26'ê avrêla 2009'an de li Kanadayê dest bi tûrnûvaya xwe ya dinyayê kir. Dûre yekem konsera xwe ya li Ewropayê di 1'ê tîrmehê de li Kolna Almanyayê pêşkêş kir. Dûre li Belçîka, Fransa, Îngilistan, Norwec, Îrlanda, Portekîz û Îtalyayê derket ser dikê û vê carê jî berê xwe da Stenbolê. Piştî Stenbolê jî Cohen dê biçe Spanya, Fransa, Avusturya, Slovakya, Komara Çek, Macaristan, Sirbistan û di 21'ê rezberê de li Barselonayê dawî li konserên xwe yên li Ewropayê bîne. Cohen li Ewropayê li 16 welat, 34 bajarên ihe de 40 konserî pêşkêş bike.
Cohen di konsera xwe ya Stenbolê ku sê saetan berdewam kir de stranên xwe yên ku bûne klasîk ên wekî "Dance Me To The End Of Love", "Famous Blue Raincoat", "Suzanne", "Marianne", "I am Your Man", "First We Take Manhattan" pêşkêş kir.


