logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  2. Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye
  3. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
  4. Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 
news-details

‘Rê’ bê Kurdistan nabe

  • Dîrok: 22/05/2017
  • Beş: Serbest

Alî Guler

“Fîlma Suru (Kerî) di dîroka gelê Kurd de ye. Lê di fîlmê de min zimanê Kurdî jî bi kar neanî. Heke me Kurdî bi kar bianiya, her kesa ku di fîlmê de lîst, wê bixistina girtîgehê. Yol (Rê) jî her çendî montaja wê li Ewrûpayê hatibe çêkirin jî min nekarî bikim Kurdî”
Xwediyê van gotinan Yilmaz Guney e. Wî sala 1983’an, ji rojnemevanê Fransî Chrîs Kutschera re ev gotin bi lêv kirin.
Guney,  fîlma ‘Yol’ ku honaka wê li Ewrûpayê danî, hewl da ku bi motîfan bike Kurdî. Bi taybetî ji bo vê jî di destpêka fîlmê de bi tîpên mezin navê Kurdistanê nivîsî.
Li gel van gotinên Guney jî fîlma ‘Yol’ bi hemû hêlên xwe bû yek ji wan fîlman ku drama Kurdan vegot û wiha derbasî dîroka sînamayê bû. Fîlm hem bi hêla xwe ya polîtîk, hem bi çîroka xwe û bi estetîka xwe ya sînemaya berhemeke serketî ye. Ji ber ku fîlm li Tirkiyeyê qedexe bû, bi dizîka derxistine Ewrûpayê, li vir honaka wê hate danîn û kete Festîvala Fîlman a Cannesê. Fîlm li wê derê, 1982’an li gel fîlma Costa Gavras Winda (Missing) xelata ‘’Palmiyeya Zêrîn’’ stand.
Di pêvajoya festîvalê de Yilmaz Guney zedê nedihat dîtin. Ji ber kû Înterpol li wî digeriya û zêde li ber çav bûn, xeter bû. Şeva merasîma xelatê ya festîvalê Yilmaz Guney derket meydanê. Edî ew kesekî xwedî xelata Cannesê û naskirî bû.

‘Rê’ya Yilmaz Guney ev 35 sal in li Tirkiyê qedexe ye
Yilmaz Guney li cîhanê hemûyî dihat naskirin û hêdî hêdî efsaneya navê belav dibû. Lê hem li ser fîlmê hem jî li ser Yilmaz Guney qedexekirinê dewam dikir. Vê heta mirina Yilmaz Guney dewam kir. Ji ber van qedexekirinan, piştî wefata xwe jî, Yilmaz Guney li Parîsê hat veşartin. Pişti Guney jî vê qedexeyê dewam kir. Heta sala 1999’an. Paşê fîlm ji hêla Fatoş Guney ve hat nûjenkirin, hin sahne jê hatin derêxistin, bi halê 1 saet û 49 deqeyan kete vîzyonê. Ji van sahneyan yek jê jî ew sahne bû ku navê Kurdistanê dihat nîşandan ku di versiyona Cannesê ya 1982’an de hebû û rasterast Yilmaz Guney ev sahne lê zêde kiribû. Ev 35 sal in halê orjînal ê fîlmê li Tirkiyeyê qedexe ye.
Li vir niyeta me ne ew e ku bi dirêjî em behsa çîroka fîlma Yol bikin. Teqeze ku her kes di jiyana xwe de carekê li vî filmî nihêriye yan jî kêm zêde serpêhatiya wê bihîstiye. Fîlma Yol bi navê ‘’Yol-The Full Version’’ li Festîvala Fîlman a Cannesê ya  70’yî, di beşa ‘’Cannes Calassîc’ de hat nîşandan.

Li pişt vê operasyonê kî heye?
Versîyona nû ya fîlmê ji hêla çêkerê Swîsreyî Donat Keusch ve hatiye hazirkirin. Bi hin guherînên reng, deng bi versîyona 1 saet û 56 deqeyan li salona 79’an a Cannes Bunuelê hate nîşandan. Li gorî fîlmên din ên klasîk hema hema salon tijî bû. Bi versîyona nû nîşandana fîlm rê li ber pirsan vekir, bi taybetî jî mirov şaş dimîne ku organîzasyoneke mezin a mîna Festîvala Fîlman Cannesê çawa kariye tiştekî wiha bike.
Donat Keusch beriya fîlm bête nîşandan axivî û got, fîlma Yol, fîlma Kurd-Tirk e û li Swîsreyê hatiye çêkirin û got, “Fîlm sala 1982’yan li Cannesê 25 deqeyên beşên wê yê zêde jê hatin birin. Piştî 35 salan ez lê fikirîm ku fîlmê restore bikim” û bi vî rengî jî mebesta xwe vegot.
Lê pirs bi mirov re çêdibin bê ka Keusch bi kîjan mebestê fîlm montaj kiriye û projeyeke wiha kiriye. Ji ber ku hin dîmen û axaftin ku di fîlm de hatine bikaranîn rasterast ji hêla Yilmaz Guney ve jê hatibûn derxistin. Bi taybetî jî hin sahneyên Suleyman, bavê mafya yê Edeneyî hene ku di fîlmê de karekterê 6’ê ye û ji hêla Yilmaz Guney ve, ji bo ku li honakê nehatiye jê hatiye avêtin. Çend sahneyên qumar, fihûş û têkiliyên mafyayê yên çend deqîqeyan dewam dikin li fîlm hatine zêdekirin, ji bilî vê tiştekî nû di fîlmê de nîne.

Keusch di hembêza gemarî ya dewleta Tirk de ye?
Bi honakê hatiye lîstin, bi dengên nû, bi honaka Yilmaz Guney a 1982’an hatiye lîstin. Îcar fîlm bi vêrsiyona navê nûkirinê ji nû ve bikeve pîyasê. Dema nîşandanê Donat Keusch di axaftina xwe de bi awayekî germ spasiya perpirsyarên wezareta Tirkiyeyê kir û ew jî li salonê rûniştibûn. Paşê bi hev re derketin. Bi rastî jî piştî vê tabloyê, mirov ji xwe dipirse, gelo Donat Keusch dixwaze li ser vê fîlmê bazirganiyê bike? Ji bo derxistina nivîsa Kurdistanê ji fîlmê, gelo rayaderên Tirk çi dan Donat Keusch? Yan na, ev operasyoneke wendakirina orîjînala fîlmê ye. Ji ber ku mafê fîlmê di deste Donat Keusch de ye. Ji vir û bi şûn ve li her derê ev versiyon dê were nîşandan. Ev jî tê maneya wenda kirina fîlma ‘Rê-Yol’a orjînal. Gelo li pişt vê operasyonê kî heye?
Lê mirov fêhm  nake ka Komîteya Festîvala Filman a Cannesê piştî 35 salan çawa versiyoneke li ser orjînala wê hatiye lîstîn, qebûl kiriye. Divê bersiva vê pirsê were dayîn. Rast e, Cannes her sal beşek jî fîlmên klasîk nîşan dide. Lê ne bi vî awayî… 

‘Rê’ bi Kurdistanê xelat wergirt
Yilmaz Guney bi zanîn û bi armanc nivîsa Kurdistanê xist nava fîlmê. Ji bilî vî navî stranên Kurdî hinek jî axaftinên navberê yên xwezayê jî lê zede kirin. Armanca Guney, fîlma di bin şert û mercên qedexekirî û zehmet de dîmenên wê hatibûn girtin, li Ewrûpayê bi vê rê rengê Kurdî lê bar bike û fîlmê bike berhemeke Kurdî û bi vî awayî li qada navneteweyî were belavkirin. Yilmaz Guney li biryara xwe xwedî derket û ji bo nîşandana Cannesê jî şertê eger, “Nivîsa Kurdistanê were derxistin, ez ê fîlma xwe vekişînim” got. Bi helwêsta xwe fîlm da nîşandan û xelat wergirt. ‘Rê-Yol’ a xwedî Palmiya Zêrîn bi Kurdistan e. Ya Yilmaz Guney û orjînal jî ev e. Ji bilî vê ‘Rê-Yol’ a din ne ya Yilmaz Guney e û li ser hatiye lîstin.
Rastî û çîroka fîlmê, çûyîn û girtina xelata Cannesê ewxas zelal û li ber çav e. Ji terefê her kesî ve jî tê zanîn.
Lê çêkerê fîlmê Donat Keusch, di hinek îdîayên cuda tîne pêş. Ew dibêje, fîlma Yilmaz Guney a orjînal ev e. Piştî 33 saliya mirina Yilmaz Guney îdîayek bi vî rengî gelo çiqasî ezlaqî ye. Ev jî mijareke din e û bersiva vê jî Donat Keusch û raya giştî bila bide.
Piştî nîşandana fîlmê, li ser pirsa “Çima nivîsa Kurdistanê hate derxistin?” Keusch got, “Halê orjînal ê fîlmê ev e. Min ji Yilmaz Guney pirsî, wî jî wiha got.” Ev ne bersiveke di cîh de ye gerek Donat Keusch, bersiva vê pirsê bide.
Fatoş Guney jî li dijî van guhertinan dertê. Şerê wê û Donat Keusch jî li ser mafê fîlmê ye. Ew me elaqedar nake, lê em ji bîr mekin, sala 1999´an dema fîlm li Tirkiyeyê ket vîzyonê, wê demê fîlm hatibû sansurkirin û nivîsa Kurdistanê jê hatibû derxistin. Heman tişt îro jî dewam dike. Lê Kurd û hezkerên Yilmaz Guney, bi hizra min wê elaqeyê nîşan vê fîlmê nedin. Ji bo wan yek ‘Rê-Yol’ heye, ew jî ya Yilmaz Guney a bi Kurdistan e.

aliguler1926@gmail.com
22.05.2017, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 20 04 2026

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

news
  • 18 04 2026

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Bersiva Rûdawê

ad

2025: 10 welatên herî aram

ad

Ka Resenîya Romana Qal a Hesen Ildiz?

ad

Bafil Talabanî, 'Em dixwazin hilbijartin di dema xwe de çêbibin'

ad

Li Manchesterê êrîşa bombeyî: 22 kes mirin (Hat nûkirin)

ad

Li Qamişloyê Pêşangeha Pirtûkan dest pê kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026
news

Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye

  • 21 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026
news

Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 

  • 21 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname