Diyarname
Şanoya Bajêr a Amedê bi 3 lîstikên xwe derket tûrneya Stenbolê û lîstika xwe ya yekemîn li Su Gosterî Merkezî lîst.
Lîstika "Bûn an jî nebûn" ku hat lîstin rastî eleqeyek baş hat. Salon mişt tije bû û temaşevanan bi reaksiyonên xwe nîşan dan ku lîstik gelek ecibandine.
Lîstika "Bûn an jî nebûn" klasîkek dinyayê ye û heta niha ji bo gelek zimanan hatiye wergerandin, bi gelek zimanan hatiye lîstin. Lîstika ku ji aliyê Melchior Lengyel ê ji Macaristanê ve hatiye nivîsandin li ser serdema Hîtler bi zimanekî henekwarî rexneyên tûj li wê serdemê dike. Lîstika ku derhêner Ruknettin Gun bi rê ve biriye, wergera wê ya kurdî ji aliyê nivîskar Dilawer Zeraq ve hatiye kirin.
Du lîstikên din jî hene
Şanoya Bajêr a Amedê roja 27'ê mehê dê lîstika "Dawiya dawî", roja 28'e mehê jî lîstika "Qirix" li heman cihî saet 20.30'yî de bilîze.
**
Nûçeya eleqedar:
- Şanoya Bajêr a Amedê tê Stenbolê


