Diyarname
Li Romanyayê makîneya şîfrekirinê ku di Şerê Cîhanê yê 2'yemîn de hatiye bikaranîn bi 52 hezar dolarî hat firotin. Ji bo firotinê li Muzexaneya Artmark a li Bukreşê mezad li dar ket.
Li gor nûçeya CNN'ê ev makîneya bi navê Enîgma ku bi kêrî şîfrekirina peyaman dihat di Şerê Cîhanê yê 2'yemîn de li Almanyaya Nazî hatiye bikaranîn. Makîne hê jî dixebite.
Midûrê Têkiliyên Mişteriyan ê Artmarkê Vlad Georgescu got ku koleksiyonerek ji bazaran tiştên kevn têde difroşin ev makîne dîtibû û bi 114 dolarî kiribû ku ev makîne di sala 1941'ê de li Almanyayê hatiye çêkirin.
Ev Enîgma di Almanyaya Nazî de ji bo peyaman şîfre bike û careke din şîfreyê bişkîne hatiye bikaranîn. Cureyên Enîgma yekemîn car di sala 1920'î de ji bo karên bazirganî hatibûn çêkirin. Paşê li gelek welatan ji bo di saziyên artêş û dewletê de bêne bikaranîn bi taybetî hatin çêkirin. Di sala 1939'an de jî Enîgma bû wekî amûreke ragihandinê ya hêzên çekdar ên Almanyayê.


