logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Warguherîn / Heskîf

  • Dîrok: 04/08/2017
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Selmet GULER

Gora qube ya Zeynel Beg êdî ne li war e. Fena kesekî ji cihê xwe bûyî biyaniyê cihê nû ye. Warguherîn rast e gelo? Kesayeta kesan bi derdora xwe, bi atmosfera derdorê bi demeke dirêj û fireh digihîje û dibe xwedî kesayet. Kesên ji cihên xwe tên kirin ango warguherî dibin, hem koka xwe, hem atmosfera xwe ya derdorîn ku ew bi kesayet kirine, winda dikin.
Xwewindakirin çendî ji bo mirovan tê bikaranîn, mirov dikare ji bo bermahiyên dîrokî yên jicihbûyî jî bi kar bîne. Ji bo kesayetê tişta herî zor û xeternak jiwarbûn e. Şadî, bextewarî û xwecihî pir girîng e ji bo kesan. Heta mirov dikare bibêje tişta herî sereke ye di jiyana mirovan de. Lewre jiwarbûn wekî mirineke biçûk hatiye binavkirin di nava kurdan de. Lê ev ne ji bo mirovan tenê, ji bo hemû giyaneweran, çandan û tiştên têkildarî çandê dikare bike vê xelekê.
Lewre di vê rêzê de mirov dikare tiştên têkildarî çandê wekî kesayeta kesên bigiyan berde. Wekî mirovan tiştên dîrokî jî li wargehên xwe bi kesayet dibin û bi wateya xwe ya derdorîn dikevin nava dîrokê. Kesayeta bermahiyên dîrokî, di atmosfera mantiqa dema hatin çêkirin de bi watedariya wext, çandê wateyan li xwe bar dikin û di demê de dimeyin.
Pêdiviya wext a bermahiyên dîrokî di xeleka dem, çand û çarçoveya atmosfera wargehan de tê pê. Tiştên dîrokî bê çawa bê dem û çand nabin, bê cih û war jî nabin. Kevneyên bêdîrok, bêçand û bêcih fena kesekî beredayî, li çolan windayî ku wî ne war, ne êl, ne jî nasname heye.
Kevneyên dîrokî di çarçoveya pêdiviya serdema wext de bi sedsalan şûn de tên xwendin û tên fêmkirin. Lê ji bo ku bên şîrovekirin û bi awayekî rasterast bên rewakirin me pêdivî bi sê tiştan heye; dem, çand û war. Dem, bi nîşaneyên dîrokî yên serdema xwe tê fêmkirin. Çand, bi îşaretên folklorîk tê fêmkirin. War, bi derdora xwe û atmosfera xwe ya erdnîgarî ku bi çanda derdorê hatiye xemilandin, tê nasîn. Dîrok, ger bi têkildariya nîşaneyên derdorîn ku bi folklorê re hatiye hûnandin, warguherî bibe, girêdana wê ya bi dem û çandê ve lawaz dibe, heta tune jî dibe. Dîrok ku ji war bû, mîna ku kesan nasnameya xwe ya kesayetî winda kiribe.
Bi qasî naskirina warcihî bermahiyên dîrokî bi dîroka xwe tên fehmkirin û nirxandin. Lewre wekî kesayeta mirov, bermahî jî bi tena serê xwe têra xwe û nasîna xwe nake. Bi girêdana derdora xwe, mantiqa war û atmosfera demê re me tevî xwe dike, dibe serdema xwe ya hatiye çêkirin û xwe bi me dide nasîn.
Wekî nasîna mirovan bermahî jî bi kesayeta xwe ku bi demê, çandê û wargehê hatiye pê û bi watedariya nasnameyî ku di nava demê, çandê û war de diçe û tê, em wê dinasin. Lewre wekî kesan her bermahî li warê xwe, li ser hîmên xwe, bi rayên xwe, bi reng û nîşaneyên xwe, bi çanda xwe, ya herî girîng bi derdore xwe baş e. Çimkî em wan bi serdema wan, ji çanda wan û bi derdora wan dikarin binasin
01.08.2017, Ji Rojeva Medya hatiye girtin

**

Têbiniya Diyarnameyê: Hikumeta Tirkiyeyê li ser Çemê Dîcle Bendava Ilisû çêdike. Dema bendav temam bibe dê Heskîf jî di bin avê de bimîne. Raya giştî ya kurd naxwaza ev bendav bê çêkirin lê ev 30 sal in têkoşîna dijî bendavê jî didome. Lê hikumet her bi a xwe dike. Û di dawiyê de Turbeya Zeynel Beg ku niha bûye mijara vê nivîsê ji cihê xwe yê heyî bar kirin (12 adar 2017) cihek din...
 

Parve Bike

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Qedexe bi ser qedexeyan de tê

ad

Xelata Azadiya Ramanê dan Weşanên Avestayê

ad

Çima Festîvala Şanoyê ya Amedê di nîvî de hate betalkirin?

ad

Tîroj 'Rojhilata Navîn bi ku ve diçe?'yê nîqaş dike

ad

Dadgeha leşkerî Ali Fikri Işik tewqîf kir

ad

Şaredarî dê navê "Misircê" bikar bîne

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname