Diyarname
Îro KHK'yên (Biryarên di Hukmê Zagonê de) nû hatin weşandin. Bi van KHK'yan tekane rojnameya kurdan a bi kurdî Rojeva Medya, du ajansên kurdan yek jê Gazete Şûjin û ya din jî Dîcle Medya Haber Ajansi hatin girtin.
Rojeva Medya piştî girtina Azadiya Welat dest bi weşanê kiribû, Gazete Şûjin jî wekî ajanseke jinan kar dikir. Her wiha piştî girtina DÎHA'yê "Dîhaber" bi awayê fermî wekî Dîcle Medya Haber Ajansi dest bi kar kiribû. Her sê jî niha bi KHK'yan hatin girtin...


