logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Ji serê sibê de agahiyên li ser referandûmê (Hat nûkirin)

Dengdana ji bo referandûma serxwebûnê vê sibê dest pê kir

  • Dîrok: 25/09/2017
  • Beş: Nûçe

Heta referandûm bi dawî bibe ev nûçe dem bi dem tê nûkirin... Her ku agahiyên nû tên em li gor saetê lê zêde dikin...

 

23.30

3 mîlyon û 305 hezarî deng da

Berdevkê Komisyona  Bilind a Hilbijartina Herêma Kurdistanê Şêrwan Zirar bîlançoya dengdayîna referandûmê eşkere kir û got: “Li Herêma Kurdistanê 3 mîlyon û 985 hezar û 120 kes mafê dengdanê heye. Li sînorê Herêma Kurdistanê ku di bin desthilata Hêzên  pêşmergeyên Herêma Kurdistanê de bûn, 497 hezar û 190  kes ji herêmên derveyî rêveberiya herêmê tevlî referandûmê bûn. 98 hezar û 945 kes jî bi awayê elektronî dengê xwe dane. Li gorî ew agahiyên  ji jor, di referandûmê de 4 mîlyon û 581 hezar û 255 kes xwedî mafê dengdanê ne. Ji van 3 mîlyon û 305 hezar û 925 kes tevlî referandûmê bûne ev jî dike ji sedî 72, 16.”


20.30

Herî zêde kîjan bajar beşdarî referandûmê bûye?

Rêjeya sedaneya beşdariya hilbijartina referandûmê diyar bû. Herî zêde bi sedî 94'an Akre û Zaxo beşdar bûne. Vane bajar bi bajar rêjeya beşdariya hilbijartinê:

- Zaxo sedî 94

- Akrê sedî 94

- Xaneqîn sedî 93

- Duhok sedî 92

- Şengal sedî 92

- Xaneqîn sedî 90

- Mexmûr sedî 87.3

- Celûla sedî 87

- Hewlêr sedî 86

- Deşta Neynewa sedî 80

- Soran sedî 80

- Kerkûk sedî 78.8

- Cebare sedî 76

- Xurmatu sedî 67

- Qeretepe sedî 62

 

19.30

Hejmara kesên li navçeyên ji Kurdistanê qutkirî deng dan:

Hejmara kesên li navçeyên ji Kurdistanê qutkirî deng dane hatin eşkere kirin. Li gor agahiyan encam bi vî rengî ye:

- Navenda Xaneqînê 76 hezar û 231 kesan dengê xwe dane ku dike bi rêjeya 96 ji %.

- Celulayê 35 hezar û 886 kesan deng dane ku dike ji 87.5 %.

- Sediye 12 hezar û 402 kesan deng dane.

- Mendelî 10 hezar û 461 kesan deng dane.

- Qeretepe 17 hezar kes deng dane rêjeya 68 % ye. (Ev ji Pukmediayê hatiye girtin)
Her wiha li Xaneqînê rêjeya dengdanê derketiye dor sedî 93. (foto: Dîmenek ji Xaneqînê) 

19.15
Heta saet 18'an ku saeta dawî ya referandûmê bû lê saetek dirêj kirin rêjeya beşdariya referandûmê sedî 78 bûye. 

19.10

HDP: Destwerdana leşkerî ne çareserî ye

Ji ber referandûmê li Enqereyê helbesta êrîşa leşkerî ya li Başûr jî tê nîqaşkirin. Li ser van nîqaşan vê êvarkî HDP'ê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê got ku ji ber referandûma ku Rêveberiya Herêma Kurdistanê li dar xistiye sazkirina rewşek destwerdana leşkerî nikare ji bo tu pirsigirêkê bibe çare û dê nebe jî. HDP diyar kir ku hê 19'ê mehê Hezên Hewayî yên Artêşa Tirkiyeyê gundê Şeladizê ya girêdayî Amêdiyeya Duhokê bombebaran kir û 7 sivîl kuştin.

19.00
Dengdan temam bû. Derî hatin girtin. Niha berpirsiyarên sindoqan dest bi hejmartina dengan kirin. 

18.00

Dema dengdanê hat dirêjkirin

Dengdana ji bo referandûmê saeta wê heta 18'an bû, saetek din lê zêde kirin. Her kes dê bikaribe heta saet 19'an dengê xwe bide. Ji Komîsyona Bilind a Hilbijartinê Karwan Celal ragihand ku wan saetek din dem dirêj kiriye.

17.30

Resûl: Em bi hêvî ne bibin cîranek baş ji bo Iraqê

Cîgirê Yekê yê Sekreterê Giştî yê YNK'ê Kosret Resûl Elî deng da û eşkire kir ku ew pîrozbahiyê li xelkê Kerkûkê dike ji ber beşdarbûna wan di proseya serxwebûna Kurdistanê de ku di xizmeta hemû kesî de ye. Kosret Resûl Elî wisa got: "Em bi hêvîne ku ligel Iraqê bibin cîranek baş."

16.10

Hêro Xan li Kerkûkê den da

Endama Polîtburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdsitanê (YNK) û xanima Celal Talabanî Hêro Îbrahîm Ehmed li Kerkûkê deng da.

16.00

Beşdarî sedî 65 e

Rûdawê ragihand ku heta saet 15.00 asta beşdariya hilbijartinê sedî 65 e.
Her wiha Tora Şems ragihandibû ku heta nîvro rêjeya beşdarî li dor sedî 33 bû.  Li gor Tora Şems ku hejmar eşkere kir heta nîvro rewş ev bû: “Hewlêr ji sedî 31,6. Silêmanî 23. Dihok 46. Helebce 23. Kerkûk 64,5. Diyale 41,6. Selahaddîn 36,4 û Neynewa 46 e beşdarî çêbûye” (Ev agarî ji Rojnewsê hat girtin)

14.00
Ji serê sibê de li bajarên kurdan kêf û şahî heye. Yên ku li ber cihên dengdanê li def û zirneyê didin, yên ku bangê dixwînin, yên ku govêndê digerînin... Heta niha tu pirsgirêk di dema dengdana referandûmê de çênebûye. 

13.30: 
Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ligel heyeta çavdêr a îngilîz hat ba hev û got ku ji ber 'statuya taybet' a Kerkûkê piştî referandûma serxwebûnê ew dê referandûmeke din li dar bixin.

12.10
Serokê Goranê Elî: Min got 'erê'

Serokê Tevgera Goran Omed Sadî Elî piştî dengê xwe da got: "Belê, min dengê 'erê' da."

12.00
Nêçîrvan Barzanî: Referandûm ne ji bo diyarkirina sînorên serxwebûnê ye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî dengê xwe li Hewlêrê da, civîna çapemeniyê pêk anî û "Referandûm ne ji bo vê yekê ye, roja piştî referandûmê serxwebûnê ragihînin. Ne ji bo em sînorên serxwebûnê diyar bikin. Ev yek mijarek girîng e, welatên derdor û Bexda agahdar be. Me peywendiyên gelek baş li gel Tirkiyeyê dane dest pê kirin. Tişta ku îro me kiriye wê ji bo Tirkiyeyê nebe gef. Armanca me ya vê pêngavê tenê ji bo destnîşankirina îradeya gelê xwe ye. Piştî pêvajoyê em ê pêvajoya guftûgoyan ligel Bexda dest pê bikin."


11.45
Ligel Îran û Sûriyeyê, Çînê jî dijî referandûmê daxuyanî da. Berdevkê Wezîrê Karên Derve yê Çînê Lu Kang got ku hikumeta Çînê serdestî û yekbûyîna axa Iraqê diparêze.
Yûsiv: Deriyê Sêmalka ji bo Başûr vekiriye
Hevseroka Meclisa Damezrêner a Federaliya Bakurê Sûryayê Hediya Yûsiv li ser twittera xwe re ragihand ku eger Herêma Kurdistanê ji hêla dewletên derdor ve dorpêç bû, dergehê Sêmalka li ber Herêmê vekirî ye; Ger Herêma Kurdistanê rastî êrîşekê hat, dê Rojavayê Kurdistanê jê re palpişt be.

11.30
Mesûd Barzanî: Ez serbilind im

Serokê Herêma Kurdistana Federe Mesûd Barzanî li Hewlêrê dengê xwe da. Barzanî piştî dengdanê ji ser twitterê re ev agahî belav kir: "Ji ber vê sibê min dengê xwe da û ez beşdarî vê roja dîrokî bûm ez serbilind im."

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî li Silêmaniyê dengê xwe da.

Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm li Kerkûkê dengê xwe  da.

08.30
5 mîlyon û 200 hezar kes deng bidin

Li gor agahiyên Komîsyona Biling a Hilbijartinê 5 mîlyon û 200 hezar kes hilbijer hene û ew dê herin dengên xwe bidin. Li Herêma Kurdistanê 7 hezar û li herêmên bi nakok 5 hezar, bi giştî wê li 12 hezar navendan deng werin dayîn.

Cihên ku dengdan bi rê ve diçe jî ev in: Hewlêr, Silêmanî, Dihok, Helebce, Kerkûkê û navçeyên wekî  Xurmatû, Xaneqîn, Mendelî, Celewla, Qeretepe, Şengal, Mexmûr, Tilkêf, Hemdaniyê, Şêxan, Zûmar, Rebîe, Nemrûd û Bertileyê.

Li Başûr hemû partî alîgirê erê ne. Herî dawî Goran û Komelê duh raghandibûn ku ewê jî dengê erê bidin. 

Li gor bajaran hejmara hilbijêran:

- Hewlêr: Mîlyonek û 200 hezar

- Silêmanî: Mîlyonek û 280 hezar

- Kerkûk: 750 hezar

- Dihuk: 800 hezar

- Derdora Misûl: 750 hezar

- Herêmen din: 420 hezar

08.00:

Dengdanê dest pê kir
Vê sibê li Herêma Kurdistana Federe û li herêmên bi nakok ên bi awayekî fermî li derveyî herêmê vê sibê ji bo dengdana referandûma serxwebûnê çûn cem sindoqan û dest bi dengdanê kirin.

Dengdana ku saet 08'an de dest pê kir heta 18'an dê bidome. Dengên "erê" û "na"yê hene di vê referandûmê de û gel li bendê ye ku bi hejmarek mezin dengê "erê" derkeve.

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Stranek ji mebûsên jin ên kurd

ad

Ocalan: Bila pêvajo veguhere asteke nû

ad

Îsa Hiso kî bû?

ad

Belgefîlmên li ser mafên mirovan li Amed, Îzmîr û Wanê ne

ad

Klîba Hefteyê: Ji Aramê Dîgran 'Zimanê Kurdî'

ad

Piştî 60 salan di nifûsa Çînê de guherîn çêbû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname