Ahmet Gulabî DERE
Digel hemû dijberiyan, bi taybetî ya dewleta tirk, li başûrê Kurdistanê referandûma ji bo serxwebûnê pêk hat. Ev gav di dîroka gelê kurd de yekem e. Heya niha tu car gelê kurd bi awayekî wiha fermî neçûbû ser sindoqan da ku bi awayekê azad dengê xwe ji bo pêşeroja xwe bikar bîne. Ev gav bila li gelê me pîroz be.
Dema ku ez vê gotarê dinivîsim hê encamên fermî yên referandumê nehatine eşkerekirin. Li gorî ragihandina Rûdawê ji %93 hilbijêran gotine ‘erê’. Yanê gelê kurd ê li başûrê Kurdistanê bi awayekê gelemperî daxwaza xwe ya jibo serxwebûnê diyar kiriye.
Piştî vê Referandumê êdî kes nikare mijara serxwebûna Kurdistanê bike nava nîqaşan. Wekî hemû gelên cîhanê mafê gelê kurd jî heye ku bixwe pêşeroja xwe tayîn bike. Yanê wekî hemû gelên cîhanê dê kurd jî bibin xwedî dewlet.
Dema ku mirov li dîrokê dinêre gelê kurd yek ji gelên herî kevn e. Li Kurdistanê şaristanî dest pê kiriye. Lê belê heya niha cur bi cur hêzan nehîştine gelê me bibe xwedî dewlet, bixwe qedera xwe tayîn bike. Van cur bi cur hêzan herdem gelê me parçe kirine, kurd bi kurdan dane kuştin. Hê jî li Kurdistanê pirr kurd hene ku di xizmeta dewletên dagirker de ne.
Dewletên ku bi dijwarî li dijî referandumê derketin bêguman Tirkiye û Îran in. Ev her du dewlet jî dagirkerên Kurdistanê ne. Bêguman ew ê biewtin, biqêrin, lê ew çi bikin jî nikarin êdî serxwebûna Kurdistanê, azadiya gelê kurd asteng bikin. Îro li başûrê Kurdistanê ev pêşketin çêdibin, wê sibê jî li Rojava, du sibê li Bakur û rojek dinê jî li Rojhilat heman pêşketin wê pêk werin. Daxwaz û xeyala hemû kurdan ev e.
Ji vê gavê bi şûnde divê çi bê kirin?
Pêkhatina referandumê gavekê dîrokî û grîng e. Lê belê ji bo îlankirina serxwebûna Kurdistanê divê karekê baş yê dîplomatîk bê meşandin. Heya ku bi dehan dewlet ji bo naskirina fermî ya serxwebûna Kurdistanê amade nebin avêtina heman gavê zehmet e. Lewre niha li pêşiya rayedarên kurd yên başûrê Kurdistanê wezîfeyekê girîng heye.
Ji bo pêkanîna amadekariyên îlankirina serxwebûnê pêdivî bi cur bi cur komîsyonên dîplomatîk heye. Lewre ez dibêm divê rayedarên başûrê Kurdistanê sûd ji hemû rewşenbîr û zanyarên kurd bigirin da ku dîplomasiyekê bi bandor bê meşandin. Roja îroyîn di nava kurdan de û li hemû deverên cîhanê bi sedan zanyarên dîplomat yên kurd hene ku ji wan hêz dikare bê girtin.
27.09.2017


