Diyarname
Li Wanê Şaredariya Rêya Armûşê û Komîsyona Ekolojî ya KCD di sala 2016'an de li Çiyayê Erekê 15 hezar dan çandibûn û hedef ew bû ku hejmara darên çandî derxe 50 hezar hebî. Lê piştî ku hikumeta Tirkiyeyê bi kayyûmê dest danî ser şaredariyê proje sekinî û darên hatine çandin jî hişk dibin. Kayûmê niha ne ew proje dom kir ne jî xwedî li wan derket. Niha ji ber reaksiyonan kayyûmê ragihand ku sedî 10 ji daran hişk bûne lê dê ji niha û pêde hinek din baldar be.
Endamê Meclisa Şaredariya Rêya Armûşê Nebi Kaçak ji bo Ajansa Mezopotamya axiviye û gotiye ku bi sedemên "jenerator xirabe ye", "mazot nîn e" û tiştên wisa kayyûmê dar av nedane û wiha dom kir: "Hemû şaredariyên me baş xebitîn lê kayyûmê hatiye daran jî av nade. Ev sedemên nîşan dide nayê qebûlkirin. Bi awayekî bipergal vê yekê li ser Kurdistanê dimeşînin, dixwazin xwezaya me xira bikin, talan bikin. Kayyûmê ew qas mal û milkên şaredarî firotin nikare mazotê peyda bike? Ew qas pere bi ku de diçe?"
Midûriyeta Park û Bexçeyan a Şaredariyê: "Cihê tê qalkirin sedî 10'ê daran hişk bûne, ji niha û pêde emê zêdetir haydar bin."


