Cemil Oguz
Di van 10 salên dawî de wekî rojnamegerekî ez di hemû kongreyên DTP'ê yên navendî de amade bûme. Yekem car ez dibînim ku di kongreyeke navendî ya DTP'ê de ew qas kurdî derdikeve pêş.
Notên ku li kongreyê min girtin ez bi we re par ve bikim.
- Kongreya DTP'ê bi hilbijartina dîwanê dest pê kir. Serokê dîwanê Osman Ozçelîk axaftina xwe bi kurdî û tirkî bi du zimanan kir. Digel ku li gor Zagona Partiyên Siyasî di kongreyê de axaftina ji bilî tirkî qedexe ye jî dîwanê guh neda vê qedexeyê û yekem car e dîwan bi du zimanan axaftinê dike.
- Di kongreyê de rengên kesk û sor û zer ku li çar aliyê kongreyê hatibûn daliqandin bal kişandin.
- Pankartên wekî "Ji bo Tirkiyeyeke demokratîk, xweseriya demokratîk", "Çareserî ne di operasyonan de, di diyalog û aştiyê de ye", "Yêkîtiyeke xurtir, têkoşîzeneke zêdetir", "Em nexşerêyê dixwazin", "Emê 33 Guleyan ji bîr nekin", "Nasnameyeke azad, rêberek azad, welatek azad" hatin daliqandin. Di nav pankartan de ev parkartê dawî tenê bi kurdî bû, yên din bi tirkî bûn.
- Ji Tirkiyeyê û derveyî Tirkiyeyê eleqeyeke mezin hebû. Ji PASOK'a Yewnanistanê Iraklis Hercule Milas, ji Partiya Çep A Swêdê Ann Margaraethe Livih, ji Partiya Çep a Almanyayê Feleknaz Uca, Ji Partiya Karkerên Sosyalîst a Spanyayê Andres Perello Rodrigez, ji herêma BASK'ê İnaki Almeka, ji Delegasyona Tirkiyeyê ya Komîsyona Ewropayê Sema Kiliçer û Aycan Akdeniz, ji Partiya Sosyalîst a Bulgaristane, Serokê Partiya Nû ya Kibrisê Murat Kanatli, nûnerê Cumhuriyet Turkiye Partîsî ya Kibrisê, nûnerên balyozgerên Japonya, Amerîka, Belçîka, Avusturya, Kraliyeta Yekbûyî amade bûn.
Ji Tirkiyeyê jî Serokê EMEP'ê Levent Tuzel, mebûsê serbixwe yê Stenbolê Ufuk Uras, Kesk, DÎSK, Serokê SDP'ê Ridvan Taner, Serokê DSÎP'ê Dogan Tarkan, Seroka SP'ê Sevim Belli, Serokê SHP'ê Huseyin Ergul, nivîskar Fikret Başkaya, Haluk Gerger, Serokê HADEP'ê Murat Bozlak, Serokê DEHAP'ê Tuncer Bakirhan, mebûsên CHP'ê yên berê Esat Canan û Adnan Ekmen, Cîgirê Serokê Giştî yê ODP'ê, nûnerên EHP'ê, çend nûnerên Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê, Halkevleri, Weqfa BAŞAK'ê, endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Sekreterê Gişt^iyê Komeleyên Pir Sultan Abdal Kemal Bulbul û hwd.
Ji partiyên kurdan jî Serokê BDP'ê Demir Çelik, Serokê KADEP'ê Şerafettin Elçî û Cîgirê Serokê Giştî yê Hak-Parê amade bûn.
Her wiha hemû mebûsên DTP'ê, hemû şaredarên DTP'ê û encamên encumenên bajêran li kongreyê amade bûn.
Cîgirê Serokê Giştî yê AKP'ê Şukru Ayalan ku beşdarî kongreyê bû, hate gotin ku ji ber deqeyeke rêzgirtina şehîdan a ku di destpêka kongreyê de li dar ket ew derketiye çûye. CHP û MHP'ê nûner neşandin.
- Hemû kesên li salonê li ser piyan û bi çepikan pêşwazî li hevserokên DTP'ê kir ku dema ew ketin hundirê salonê.
- Posterên Serokê PKK'ê Ocalan hatin vekirin û diruşm hatin qîrandin.
- Jinan dîsa bi kincên gelêrî yên reng bi reng xwe xemilandibûn.
- Ji girtîgehê Cîgirên Hevserokên DTP'ê Bayram Altun û Kamuran Yuksek name şandibûn, bi çepikên mezin ew name hat pêşwazîkirin.
- Serokê DP'ê Husamettin Cindoruk, SODEV, nivîskar Entugrul Kurkçu û Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê (Enstîtuyê bi kurdî peyam şand û bi kurdî hate xwendin) peyam şand. Herî zêde peyama nivîskar Vedat Turkalî ku digot, "Dilê min ji bo azadiya we lê dide" bi coş hat pêşwazîkirin.
- Li hundir bi giştî mirovên navsere hebûn ku ji ber cih nebû derî hatin girtin. Li derve ciwanan govend digerand.
- Li ser navê Baskê Jinan û Baskê Ciwanan axaftin hate kirin. Yekem car li ser navê Baskê Ciwanan nûnerê wan hemû axaftina xwe bi kurdî. Di axaftinê de jî diyar kir ku ji ber ku pêşengê civakê ciwan in ew jî êdî dê bi kurdî xebata xwe bikin. Ji bo vê jî axaftina xwe bi kurdî dikin.
- Mebûsê DTP'ê Hamit Geylanî jî axaftina xwe bi kurdî kir.
- Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk bi kurdî got "Hûn bi xêra hatin, ser seran û ser çavan re hatin" û dûre dest bi tirkî kir. Turk dîsa bi kurdî dawî li axaftina xwe anî.
- DTP'ê bi dengê hemû delegeyan biryar girt ku li Ûrmiye, Silêmanî û Helebê nûnerî veke.
- Dîsa wekî biryar hate girtin ku rêveberiya nû 5 komîsyonê xebatê ava bike. Ew jî 1- Komîsyona Xebatê ya ji bo Aştiyê, 2- Komîsyona Xebatê ya ji bo amadehiya Konferansa Neteweyî, 3- Komîsyona Xebatê ya ji bo xebata li ser Zagona Bingehîn ya ku bê amadekirin û xebata guherandina ji bo Zagona Bingehîn ya Tirkiyeyê ya ku Derbekarên 12'yê Rezberê amade kirine. 4- Komîsyona Xebatê ya li ser Qeyrana Global, 5- Komîsyona Xebatê ya ji bo Dîplomasiyê.
Notên ji axaftina Ahmet Turk
- Kurd dema bi gihîjin mafê xwe dê Tirkiye biguhire, Tirkiye biguhire dê peşketina demokratîk çêbibe. Ger ku îro çeteyan Tirkiyeyê hêsîr girtibe, Ergenokonvan gihîştibin hezek ku dixwazin dixwazin dewletê hildin destê xwe, di binê vê yekê jî dî neçareseriya pirsgêrikê kurd heye.
Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê çareserî acîl e.
Li ser meseleya asîmîlasyonê jî Turk wisa go: Lli gel hemû polîtikiyan asîmîlasyon û înkarê rastiya pirsgirêka kurd ji holê ranekiriye. Daxwazên kurdan nehatiye perçiqandin. Pirsgirêk hin zedetir mezin bûye. Di encama 30 salên bi pevçûnê de êdî Tirkiye neçare ku bi pirsgirêka kurd re rû bi rû bimîne.
Ger mafê ziman ê 20 mîlyonî bê qebûlkirin dê bi xwe re demokratîkbûyîna komarî jî bîne.
Dibêjin 'ji bo mafê kesî erê, lê ji bo mafên kolektîfî qet nabe'. Ev çi ye? Pêşî divê mirov dev ji vê feresata çewt berde. Li ku derê dinyayê mafên kesî û mafên kolektîfî ji hev têne cihêkirin?
Ji aliyekê ve dibêjin 'Bila dayik negirîn' lê li aliyê din ji bo operasyona derveyî sînoran tezkereyê dîsa tînin meclisê. Ma bi vê tezkereyê dê gelek ciwan nekevin bin erdê? Dê dilê dayikan neşewite?
Li Skoçya, Galler, li Kalatan û Baska Spanyayê, li Îtalyayê pirsgirêk hatin çareserkirin. Belçîka digel ku ji du neteweyan pêk tê jî bi hev re bûna xwe didomîne. Tirkiye jî dikare modela xwe saz bike û aştiyê pêk bîne.
Ji mafê perwerdehiyê yê bi zimakê zikmakî, reforma di warê kamû û îdarî de, heta beşdariyeke demokratîk û zêdekirina mafên rêveberiyên herêmî, ji daxistina bendava hilbijartinê û heta guherîna zagona partiyên siyasî pêk bê emê xebateke gur bidin meşandin.
Çend not ji axaftina Emine Ayna:
Bi guherîna her sê xalên destpêkê yên Zagona Bingehîn dê demokrasî pêk bê.
Mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî ya kurdan mafê bingehîn e. Dibêji qurs hene bila herin hîn bibin. Li ku derê dinyayê zimanê zikmakî di qursan de tê hînkirin? Qurs ji bo hînbûna zimanên biyanî ne.
Di hilbijartina li pêş me de bendava sedî 10'î dê li pêşiya me nebe asteng. Emê hemû bendavan têk bibin.


