Îro Balafirgeha Navnetewî ya Hewlêrê ragihand ku li gor biryara Iraqê rawestandina seferên navneteweyî ji bo balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê 2 mehên din jî hatiye dirêjkirin.
Li gorî biryara nû ya Iraqê heya 28’ê reşemiya 2018’an wê li balafirgehên Herêma Kurdistanê seferên derveyî welat çênebin û tenê wê seferên navxweyî çêbibin.
Di 20’ê rezbera 2017’an de hikûmeta Iraqê ji ber referandûmê birayra rawestandina seferên ji bo balafirgehên kurdan ên li Silêmanî û Hewlerê dabûn sekinandin.


