Diyarname
Nivîskar Murat Saat ku li girtîgehê qeyrana dil derbas kir, li nexweşxaneyê wefat kir.
Saat di sala 1996'an de hatibû girtibû û cezayê muebetê lê birîbûn. Saat 13'yê vê mehê li Girtîgeha Tîpa T ya Nimreya 2 a Bandirmayê qeyrana dil derbas kiribû. Hat gotin ku di warê birina nexweşxaneyê de dereng mane. Dîsa hat gotin ku ji dêvla bi ambulansê rakin nexweşxaneyê bi rîngê birine nexweşxaneyê.
Piştî wefata Saat xeberê didin malbatê. Cenazeyê wî rakirin Morga Tiba Edlî ya Bursayê. Piştî otopsiyê dê cezayê teslîmê malbatê bikin.
Saat di sala 1975'an de li Amedê hatiye dinê, di sala 1996'an de ji doza DHP (Devrîmcî Halk Partîsî) hat girtin û heman salê ceza xwar. Çîroka wî ya bi navê "Yoksa Sen Benim En Îyî Arkadaşim Misin?" di sala 2014'an de xelat girt. Paşê bi heman navî pirtûka wî ya çîrokan derket.
Di nav pirtûka "Kiyiya Vuran Dalgalar” de ku çîrokên heşt girtiyan têde hebû yê wî jî têde hebû.


