Diyarname
Wezîrê Karên Derve yê Hollandayê Halbe Zijlstra piştî derket holê ku derew kiriye îstîfa kir.
Wezîr Halbe Zijlstra di sala 2016'an de di civîna Partiya Gel, Demokrasî û Azadiyan (VVD) ku li hikumetê ye axivî bû û di vê civînê de gotibû ku Putin gotiye hin welatên cîran dê bigirin nava xwe û "Rusyaya Mezin" çêbikin. Zijlstra di sala 2006'an de ji bo Shellê xebitîbû û gotibû di civîneke ku serokê berê yê Lijneya Rêveberî yê Shellê Jeroen van der Veer beşdar bûbû de ew jî wekî "asîstan li aliyê paş beşdar bûbû". Zijlstra 12'yê vê mehê daxuyaniyeke nû da û li xwe mikur hat ku derew kiriye. Wî got ku Putin di sala 2006'an de li mala xwe civîn sazkiriye lê ew beşdar nebûye.
Zijlstra ji ber li xwe mikur hat ku beşdarî wê civînê nebûye, û di encamê de ew gotina wî bû derew ji wezîrî îstîfa kir. Zijlstra diyar kir ku gotina "Rusyaya Mezin" yekî ku li wir beşdar bûye jêre qal kiriye û ev yek lê zêde kir: "Bêyî ez navê çavkaniya xwe eşkere bikim min xwest çîrok bi ewle û rast bê dîtin, tiştê min kir şaş bû. Divê min wisa nekira. Ez lêborînê dixwazim."


