Diyarname
Bijarteyek ji fîlmên alman di çarçoveya 29'emîn Festîvala Fîlman a Enqereyê de dê derkevin pêşberî temaşevanan. Festîvala Fîlman a Enqereyê îsal di navbera 19-29'ê avrêlê de li dar dikeve.
Goethe-Institut û German Films bi hev re "Kino 2018: Fîlmên Alman li Tirkiyeyê ne" li dar dixin. Di vê çarçoveyê de gava yekem di çarçoveya FesTîvala Stenbolê de li dar ketibû û gava duyem li Enqereyê li dar dikeve. 20'ê mehê li Sînemaya Buyulu Fener a li Enqereyê dê fîlmê Emily Atef ê nû "Li Quiberon 3 Roj" dê bê nîşandayîn û bername dest pê bike.
Fîlm çîroka çêkirina hevpeyvîneke efsanewî ku di sala 1981'ê de di kovara Stern de hatibû weşandin pêşkêş dike. Film di Berlînaleyê de di beşa pêşbaziyê de bû.
Belgefîlmê Huyesîn Tabak ê bi navê "Çirkin Kral Efsanesi" ku li ser Yilmaz Guney kişandiye di ê çarçoveyê de roja 22'yê mehê (saet 14.00) dê bê nîşandayîn û derhêner jî dê beşdar bibe.
ji bo agahiyan: kinotr.org