Diyarname
Zanîngeha Harvardê hunermand Shakira wekî hunermenda salê hilbijart û xelata wê dayê.
Serokê Weqfa Harwardê û yê hunera nav çandan û navenda însiyatîfa zanistê S. Allen Counter got ku digel xebatên alîkariyê yên ku Shakira digek, bi afirîneriya xwe wan ew layiqê xelatê dîtine.
Shakira ku albumên wî li dinyayê zêdeyî 50 mîlyonî têne firotin piştî ku xelat girt ji xwendekarên Harvardê xwest ku di warê perwerdehiyê de ew zêdetir alîkariya welatên ku pêş dikevin bikin.
Shakira ku di heman emê de Qasida Niyetbaş a Neteweyên Yekbûyî ye li welatê xwe Kolombiayê Weqfa Barefoot (Lingên Tazî/ Pêxas) vekiribû. Bi vê weqfê, ew ji bo perwerdehiya zarokan û têrkirina zarokên feqîn ên li herêma feqîr a Kolombiyayê alîkariyê dike.
Salên borî kesên wekî Sharon Stone, Will Smith, Jackie Chan û Herbie Hancock ji Harvardê xelat girtibûn.
Vaye merasima li zanîngehê:


