logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

2012: Rewşa kovarên kurdî

Li bakur bi giştî 15 kovarên bi kurdî weşanê dikin. Piraniya wan jî kovarên çandî, wêjeyî û hunerî ne. Ji nav van sê jê

  • Dîrok: 05/01/2013
  • Beş: Çapemenî

Cemil Oguz

Li bakur bi giştî 15 kovarên bi kurdî weşanê dikin. Piraniya wan jî kovarên çandî, wêjeyî û hunerî ne. Ji nav van çar jê (kovara Nûbihar, Nûpelda, Peyam û Ronahî) li ser xeta olî weşanê dikin. Jê du sê heb bi kurdî-tirkî, yên din hemû bi kurdî ne (piranî bi kurmancî). Lê jê du heb (Vate û Şewçila) bi kirmancî weşanê dikin. Her wiha ji van kovaran du heb jî (Asîva û Pêngav) ji aliyê xwendekaran ve têne derxistin. Her wiha di nav van de Tabûlarasa tekane kovara ku tenê li ser beşeke wêjeyê (li ser wergerê) weşanê dike ye.
Vaye di sala 2012'yan de rewşa kovarên bi kurdî (Li gor algabeyê hatine rêzkirin):

Asîva

Kovara Asîva ji aliyê xwandekarên zanîngehan ve ji sê mehan carekê li Enqereyê tê amadekirin û derxistin. Kovara çandî, hunerî, wêjeyî û ramanî Asîva bi kurmancî û kirmanckî weşanê dike.
Kovarê di sala 2012'yan de tenê 3 hejmarên xwe ragihandin ber destên xwendevanan.


Çirûsk

Kovara Çirûsk ku kovareke hunerî, wêjeyî, felsefî, civakî û entelektuelî ye ji çar mehan carekê ji aliyê Weşanên Belkî ve li Amedê tê amadekirin û weşandin.
Kovara ku di sala 2007'an de dest bi weşana xwe kiribû, ji çar mehan carekê derdikeve. Kovarê di sala 2012'yan de jî ev rêwîtiya xwe dom kir. Di sala 2012'yan de sê hejmarên wê derketin û li gor edîtoriya kovarê di sala 2013'yan de jî dê bi heman peryodê weşana xwe bidomîne.


Hawara Botan

Kovara Hawara Botan ku du mehan carekê dertê di payîza 2011'an de dest bi weşana xwe kir lê kovar her bi zextên dewletê re rû bi rû ma. Xwedî, berpirsê karên nivîsaran ên kovarê hatin girtin, polîsan bi ser navenda wê de girt û kovar berhev kirin. Hawara Botan digel her tiştî meşa xwe didomîne. Heta niha 6 hejmarên wê derketine û 5 jê hatine berhevkirin.


Hinar

Kovara Hinar ji aliyê Kurdî-Dera îzmîrê ve tê derxistin. Kovara du mehane wekî kovareke wêjeyî, çandî û hunerî weşana xwe didomîne. Kovara ku du mehan carekê dertê îsal jî weşana xwe bênavber dom kir.


Nûbihar

Kovara Nûbihar ku yek ji kovara herî kevn a kurdan e, ji sala 1992'yan ve weşana xwe didomîne. Nûbihar ku her sê mehan carekê dertê îsal jî ev peryoda xwe dom kir. Nûbiharê îsal 4 hejmarên xwe derxistin ku yek ji wan hejmaran hemû bi kirmanckî (zazakî) bû. Bi vî awayî Nûbihar bû yekemîn kovara bi kurmancî ku hemû rûpelên hejmareke xwe bi kirmanckî derdixe.


Nûpelda

Kovara Nûpelda li Wanê tê derxistin. Kovara ku her sê mehan carekê dertê, heta niha 11 hejmarên xwe gihandiye xwendevanan.


Pêngav

Kovara Pêngav di sala 2010'an de ji aliyê Xwendevarên Zanîngeha Stenbolê ve hate derxistin. Kovarê heta niha 9 hejmarên xwe derxistine. Kovara ku pêşî wekî fanzîn derdiket, di van demê dawî de bû fermî û êdî bi awayekî fermî derdikeve.


Peyam

Peyam kovareke çandî, hunerî û ramanî ye ku di rezbera 2012'yan de dest bi weşanê kir. Kovarê dabû ber xwe ku mehê carekê derê lê di çar mehan de tenê 2 hejmar derxist û hejmara wê ya sêyem li ber çapê ye.


Ronahî

Kovara Ronahî wekî kovareke mehane di avrêla 2012'yan de dest bi weşanê kir. Kovara ku ji aliyê meleyên kurd DİAYDER ve tê derxistin bi kurdî û tirkî weşana xwe dike. Heta niha 7 hejmarên wê derketine.


Şewçila

Şewçila kovara bi kirmanckî ya. Şewçila, di wesarê 2011'î de dest bi neşrkerdinî kerde. Kovara edebî û hunerî her demsal Amed de yena hedrekerdin û vejêna. Heta enka 7 (hejmarey payîzê 2012'inan) hejmarê Şewçila vejiyayê.


Tabûlarasa

Li nav kurdan kovara bi navê Tabûlarasa tekane kovara wergerê, tekane kovareke ku tenê li ser beşeke wêjeyê weşana xwe dike ye.
Kovarê di rêbendana 2012'yan de hejmara xwe ya yekemîn derxist û dest bi weşanê kir. Kovarê dabû ber xwe ku du mehan carekê derê lê hejmara wê ya duyemîn di meha pûşperê de derket û îsal karî du hejmaran ragihîne ber destê xwendevanan.


Tîroj

Tîroj kovareke hunerî, çandî û wêjeyî ye her du mehan carekê dertê. Kovara ku ev 9 sal in weşana xwe dike bi tirkî û kurdî her du mehan carekê bi rêk û pêk derdikeve. Yek ji kovarên ku herî bi îstîkrar û bi rêk û pêk dertê jî Tîroj bixwe ye.


Vate

Vate kovara bi kirmanckiya ke hîrê mengan reyke vejêna. Kovara ke Koma Vate kena hedre û neşr kena, bi kirmancî weşaney xo berdewam kena.


W

Kovara W ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Amedê ve tê amade kirin û weşandin. Kovara ku wekî kovara çandî, wêjeyî û hunerî weşana xwe dike du mehan carekê dertê.


Zend

Kovara zanistî û lêkolînî Zend ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve tê derxistin. Kovara ku wekî kovareke demsalî derdikeve ji aliyê ziman ve nivîsên lêkolînî, nirxandinî diweşîne. Kovarê îsal 3 hejmarên xwe gihandine ber destê xwendevanan.

 

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

***

- 2012: Ji nav kurdan hin bûyerên xemgîn

- 2012: Xatir me xwestin

- 2012: 109 kes li girtîgehan mirin

- 2012: Li Qoserê pirtûkên ku herî zêde hatine firotin

- 2012: Li Girtîgehan binpêkirina mafan

- 2012: Peyvên ku herî zêde li wan geriyane

- 2012: Albumên herî serketî

- 2012: Li dinyayê kesên herî hêzdar

- 2012: 10 pirtûkên herî serketî yên New York Timesê

- 2012: Herî zêde van pere kar kir

 

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Çapemenî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

news
  • 14 10 2026

Kayûm şandin ser Halk TV

news
  • 09 10 2026

Rojnameger Şaban Sevinç û Mustafa Balci hatin girtin

news
  • 08 10 2026

Fotoyê rojê ji ber avahiya AYM'ê tê

news
  • 26 09 2026

Rojnameger Necip Çapraz mir

news
  • 22 09 2026

'Bîrnebûn'eke nû

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Şevbuhêrka Dilopê li dar dikeve

ad

Parka Ceylan Onkol hate vekirin

ad

Bilêtên Filmekimi ketin piyaseyê

ad

Kurdekî bû Serokê Meclisa Baselê

ad

Vê hefteyê aksiyon li pêş e

ad

Kosova êdî kodên xwe yên telefonê bikar tîne

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname