Diyarname
TUÎK'ê îstatîstîkên li ser betaliyê eşkere kirin. Bajarê herî zêde betal lê hene Şirnex e û encamên bajarên din ên kurdan ji wisa ne:
Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) li Tirkiyeyê îstatîstîkên li ser betaliyê eşkere kir. Li gor TUÎK'ê bajarê kurdan Şirnex bi sedî 22,1 bajarê herî zêde betal lê hene. Piştî Şirnexê Edene bi sedî 20,5 tê û di rêza sêyem de jî Culemêrg bi sedî 18,3 bajarê sêyemîn e ku xwedî betalên zêde ye.
Di nav bajarên ku betalî lê herî kêm e de jî bi 3,7 Erdexan tê.
Li gor heman îstatîstîkê di sala 2008'an de bi giştî sedî 41.7 kes xwedî kar in. Di nav bajarên ku herî zêde şêniyên wê dikarin bibin xwedî kar de Rîze tê. Rîze bi sedî 62.8 di rêza yekem de, dûre bi sedî 62.2 Gumuşhane û di rêza sêyem de jî Artvîn bi sedî 58.9 tê.
Vaye îstatîstîkên betaliyê yên li ser bajarên kurdan (%)
Semsûr: 16,5
Agirî 6,5
Çewlik: 14,8
Beklîs: 14,2
Amed: 15,7
Elezîz: 15,5
Erzîngan: 6,1
Erzerom: 6,2
Entab: 16,8
Culemêrg: 18,3
Qers: 4,1
Meletî: 11,5
Meraş: 12,8
Mêrdîn: 17
Mûş: 13,2
Sêrt: 17,9
Dêrsim: 17,9
Riha: 12,8
Wan: 13
Batman: 14,3
Şirnex 22,1
Erdexan: 3,7
Îdir: 6,7


