logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Tenduristiya nivîskarê kurd Jîr Dilovan ber bi başiyê ve diçe

Rewşa tenduristiya nivîskarê kurd Jîr Dilovan ber bi başiyê ve diçe. Keça wî der barê tenduristiya Dilovan de agahî da m

  • Dîrok: 13/02/2010
  • Beş: Nûçe

Diyarname

Nivîskarê kurd Jîr Dilovan ku di hefteya derbasbûyî de du sal li ser nexweşketina wî re derbas bûn, gav bi gav ber bi başiyê ve diçe. Keça Jîr Dilovan, Nêrgiz ku ji nêz ve bi tendûristiya bavê xwe ve eleqedar dibe, li ser rewşa dawî ya wî agahdarî dan me.

Nêrgiz bi bîr xist ku xetimandina rayekî mêjiyê çepê yê Jîr Dilovan ya ji nişke ve bûbû sedem ku ew zêdeyî sê mehan li du nexweşxaneyên cuda tedawiyên cure bibîne. Wekî encamên xetimandina rayê mêjî ya ji nişke ve jî, di ragihandina di navbera pergala mêjî û axaftinê de texrîbat çêbûbûn û her wiha milê wî yê rastê jî felc bûbû.

Keça Jîr Dilovan, Nêrgiz rewşa bavê xwe ya niha wisa anî ziman: “Tedawiya wî êdî li malê ye. Heta niha textor dihatin malê, lê êdî em wî dibin civanên wî yên bi textoran re. Tedawiyên wî ji ergoterapî, logopedî û jîmlastîkê pêk tên. Moralê wî baş e. Ez bawer dikim ku wê di demeke kurt de baştir bibe. Di destpêkê de ji ber felçê jî lê xist, nedikarî bimeşe. Lê bi riya tedawiyê niha felç tenê li ser destê wî yê rastê maye û bi kopalê, bêyî pirsgirêk digere.”

Nêrgiz dibêje ku hafiza wî wekî berê ye û pirsgirêka hafizaya wî nîn e. Lê belê ji ber pirsgirêka ragihandinê di navbera pêrgala mêjî û zimên de heye, tişta dixwaze bibêje, heta digihe li ser zimên, ji bîr dike. Ew li ser vê yekê vê mînakê dide: “Dema dixwaze bibêje ‘Mêrdîn’, heta kîte ‘Mêr…’ dibêje, kîteya ‘dînî ji bîr dike. Lê ev du sal in em li cem in û ji wê yekê hemû tiştî jê fêm dikin. Ji xwe gelek caran bi riya îşaretan jî daxwazên xwe radigihîne.”

Keça nivîskar Jîr Dilovan li ser jiyana rojane ya wî jî wisa dibêje: “Pirtûkan dema çend caran bixwîne fêm dike, lê belê zû ji bîr dike. Gelek caran ji dosyayan nivîsên xwe yên kevin diderîne û ji xwe re dixwîne. Li nûçeyan temaşe dike û dikeve înternetê jî. Gelek caran ji me dixwaze ku em nivîsan jê re bixwînin.” Nêrgiz li ser berhemên bavê xwe yên ku nehatine çapkirin jî wisa diaxive: “Hem berhemên wî yên qediyayî û hem jî yên neqediyayî hene. Me wekî malbatê dest neda tiştên wî, ji ber em dizanin ku ew bi xwe wê baş bibe. Em naxwazin tiştên wî tevlihev bikin û ji xwe ew bi xwe jî dibêje ew ê wan çêbike.”

Keça Jîr Dilovan Nêrgiz dide ragihandin ku li gor dîtinên textoran îhtîmal heye ku di nava salekî hem pirsgirêka wî ya axaftinê ji holê rabe û hem jî felça destê wî baş bibe. Ew di dawiyê de dibêje ku dema hevalên wî têne cem, moralekî mezin jê re çêdibe û bi van agahdariyan gotina xwe diqedîne: “ Bavê min bi moral û bi îrade ye. Ji bo başbûna wî çi ji destan tê, em dikin. Bila nas û dostên wî diayên xwe jê kêm nekin.”

Em wekî Diyarname careke din hêviya başbûna nivîskar Jîr Dilovan dikin û hêvî dikin ku di demeke nêz de dê vegere nav me.

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Pêşkêşvanan bi hev re îstîfa kir

ad

Li Bienala Venice tabloyên kurdan

ad

Serokê Samsungê ji bo 'aboriyê' hat efûkirin

ad

Hunermend Akkiraz beşdarî CHP'ê bû

ad

Dema li darketina Festîvala Mûnzûrê diyar bû

ad

Xelata Arjen Arî hat dayîn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname