logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Lehengên her du favoriyan li sehayê bûn û bi temamî 6 gol hebûn

Di Kûpaya Cîhanê ya 2018'an de îro 3 maç hebûn lê yek ji wan hebû ku her du tîm jî di kûpayê de tîmên ji nav favoriyan b

  • Dîrok: 15/06/2018
  • Beş: Kûpaya Cîhanê 2018

Cemil Oguz

Di Kûpaya Cîhanê ya 2018'an de îro 3 maç hebûn lê yek ji wan hebû ku her du tîm jî di kûpayê de tîmên ji nav favoriyan bûn. Em qala Spanya û Portekîzê dikin. Her du tîmên ji nav Koma B maçek xweş, maçek pir bi golan, bi tam temamî 6 gol pêşkêşi fûtbolhezan kirin û pûan bi hev re parve kirin.

Îro ji Koma A maçek tenê hebû ji ber ku maça din duh di navbera Rusya û Erebistana Siûdî de bû. Di maça duyem a Koma A de Misir û Ûrûgûay hatin hemberî hev û Ûrûgûay bi golek maç bi dest xist.
Di maça din a rojê de maça Koma B hebû ku Fas û Îran hatin hemberî hev. Îranê di deqîqeya dawî de maç bi des xist: 1-0.
Du maç, tenê du gol; û temaşevanan li benda maça sisêyan, li benda heyecan, golan bûn. Û her kes ku li benda maça mezin ya Portekîz û Spanyayê bû gihîşt miravê xwe. Li gor saeta Tirkiyeyê tam saet 21'ê de dest pê kir. Portekîzê ku Kûpaya UEFA ya 2016'an biribû mala xwe, li hemberî tîma mezin Spanyayê bû ku Kûpaya Cîhanê ya sala 2010'an û Kûpaya UEFA'yê ya 2012'yan biribû mala xwe bû. Di heman demê de her du tîm favorî bûn ku ji her du tîman jî hêvî ew e herî hindik heta çarîk fînalê, belkî nîv fînalê herin. Her du tîmên di heman demê de favoriyên komê bûn dê kîjanê bi sê pûanan dest bi tûrnûvayê bikira?
Li aliyekî Ronaldoyê li Real Madridê hem li La Lîga, hem li Lîga Şampiyonan stêrkek biriqandî ye hebû li ser navê Portekîzê, li aliyê din Diego Costa li ser navê Spanyayê... Maçê di rewşek wisa de dest pê kir. Di deqîqeya 4'an de dengê golê hat: Cristiano Ronaldoyê lehengê çîroka me  deng derxist û tîma xwe bi 1-0'ê derxist pêş. Diego Costayê ku êdî hûn jî dizanin lehengê me yê din ê çîrokê ye di deqîqeya 24'an de li ser navê Spanyayê got "ez jî heme": 1-1.
Ji vê deqîqeyê wêdetir her du aliyan dest bi kişikê kirin, carinan hesp ajotin, carinan ketin parastina kelehê, carinan fîlan xwe tev dida lê encax di deqîqeya 44'an de dengek din ji êrîşê hat: Careke din Ronaldo derket ser dikê, lê vê carê bi penaltiyê, û nîveka yekemîn bi vî awayî bi dawî bû: 2-1.
Di nîveka duyemîn de tîma Spanyayê ku bi temen ji ya Portekîzê ciwantir e dest bi pasan kir, bi pasan malik li "extiyar"ên Portekîzê wêran kir û piştî deh deqeyan di nîveka duyemîn de carek din dilê temaşevanên xwe şa kir: Ku dîsa Diego Costa li ser dikê bû di deqîqeya 55'an de: Maç 2-2.
Portekîz hê ji bin vê şoqê hişyar nebûbû vê carê Nacho yê ku di 90 deqîqeyên maçê de her baş dilîst wisa lêda qeleparêzê Portekîzê Patricio nedît gog bi ku ve çû û encam bû 3-2.
Spanyayê carek din dest bi pasdayîn û girtinê kir. Gotina "tu bi gogê dilîzî" tam li vê derê bihata gotin tam gotineke rast bû; Spanyayê wisa bi golê dilîst rêjeya bi gollîstinê heta sedî 65-35 bi serketina Spanyayê jî çû, lê dema lehengê te Ronaldo be ev yek jî têrê nake: Berî xêza pêş kelehê Pique Ronaldoyê berxwedêr li erdê xist û hakêm li fîrfîrokê da. Ronaldo berî li gogê bibe wisa xwe amadekir, wisa konsantre bû golneavêta dê heyf ba, dê keda wî hemû bi avê de biçûya. Û ev lehengê çîroka me Ronaldo ji firîkîkê wisa li gogê da û bi ser bendavê re şand, bi vê lêdanê li Tirkiyeyê ba ne benda sedî 10 dima, ne ya sedî pêncî, hemû bend û mend xira kirin û pêre jî ne siyasetmedaran, ne jî keleparêzê Spanyayê D. de Gea dît gog bi ku ve çû û carek din wekhevî çêbû: 3-3.
Bi vê encamê her du tîman pûan parve kirin û her yek bi pûanek vegeriya otela xwe.
Di dawiya îro de li Koma B Îran bi 3 pûanan, Portekîz û Spanya her yek bi 1 pûanî û Fas bê pûan e.
Di Koma A de jî mazûvanê kûpayê Rusya û Ûrûgûay bi 3 pûanan, Erebistana Siûdî û Misir bê pûan in.

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Kûpaya Cîhanê 2018 - Nivîsên Dawî
news
  • 20 07 2018

Ji pencereya Twitterê re Kûpaya Cîhanê

news
  • 15 07 2018

Û fînal hat, kerem bikin

news
  • 15 07 2018

Gotinek din navê, Şampiyon Fransa

news
  • 15 07 2018

Ji 'Russia 2018' notên derketin pêş

news
  • 14 07 2018

Taktîkên îngilîzan bi kêr nehatin; 3'yemînê Dinyayê Belçîka ye

news
  • 13 07 2018

Îdîaya Infantino: Ev organîzasyona herî serketî ye

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Rûdawê fotoyê Celadet Elî Bedirxan guhart!

ad

Vê Carê

ad

Bedendamên navçeyên Bedlîsê yên DTP'ê eşkere bûn

ad

Tuncel Kurtiz kefen çirand

ad

Nûbiharê hejmara xwe ya nû pêşkêş kir

ad

Vaye vîdeoya salê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname