logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Baydemîr: Li Amed û Colemêrgê jî dîn hene

Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, di çalakiya şermezarkirina li dijî êrîşa Hevserokê DTP'a hatî girtin Ehmed

  • Dîrok: 13/04/2010
  • Beş: Nûçe

AMED

Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, di çalakiya şermezarkirina li dijî êrîşa Hevserokê DTP'a hatî girtin Ahmed Turk de axivî û bal kişand ser gotina 'nexweşiyên derûnî yên êrîşkar hene' û got: "Li vi welatî dîn pir in, tenê li Samsûnê tune ne. Ger ku dînê Samsûnê hebin, li Amed û Culemêrgê jî dîn hene." Hevseroka BDP'ê Gulten Kişanak jî êrîş şermezar kir û destnîşan kir ku nikarin bi jikar durkirina 2 polîsan ser bûyerê de bigirin.

Bi hezaran kes, bi boneya êrîşa ku li Samsûnê li dijî Hevserokê DTP'ê Ahmed Turk pêk hatî şermezar bikin ji serê sibê ve li ber Rêxistina BDP'ya Amedê li hev kom bûn. Girseyê bi dirûşmeyên "Tolhildan", "Faşîst Samsun", "Dêstê dirêjî Ahmed Turk dibin bila bişkên", "Ciwan biçin Botanê welatên azad" û "Êrîş me bêzar nakin" berz kirin.

Bi nêzîkbûna saeta daxuyaniyê re ligel Hevseroka BDP'ê Gulten Kişanak, parlementerên BDP'ê Emîne Ayna, Akin Bîrdal, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, endam û rêveberên BDP'ê û şaredarên BDP'ê bi hezaran kes kom bûn.

Serokê BDP'a Amedê Cafer Kan daxuyanî xwend û diyar kir ku êrîşa li dijî Turk, li dijî gelê kurd û azadiyê ye. Kan, destnîşan kir ku ev êrîş bi organîze hatiye kirin û Serokwezîr Erdogan berpirsiyar dît.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr jî bûyer şermezar kir û wiha got: "Gelê Amedê yê bi rûmet û dayikên aştiyê, ez li hemberî we bi hurmetî bejna xwe ditewînim" û dest bi axaftinê kir. Baydemîr, diyar kir ku, ev êrîş li dijî hemû gelê kurd pêk hatiye û wiha axivî: "Ê çi ji we hat. Çima hûn verişiyan? Hûn wê bi vê rêbazê pirsgirêkê çareser bikin? Ji Şêx Seîd heta Seyît Riza, ji Mazlum Dogan heta Ahmed Turk vî gelî li hemberî êrîş û zordariyan serî netewand. Wê ji niha û şûnde jî serî li hemberî zilm û zordariyê tu carî netewîne. Ger ku me serî li hemberî zilmê bitewanda, dema gundên me hatin şewitandin me yê serî bitewanda. Girseyê di axaftina baydemîr de "Êrîş me bêzar nakin" berz kir. Baydemîr piştre bi kurdî axivî û got "Bi xwedê, bi xwedê em serî dananîn."

'Dînên Amed û Colemrgê jî hene!

Baydemîr got, "Dema ku mirov rêjeya dînên Tirkiyeyê dinêre, rêjeya dînan gelek zêdeye" û wiha axaftina xwe domand: "Li vî welatî tenê li Samsunê dîn tune ne, li Amed û Colemêrgê jî dîn hene. Kevirê dînekî, çil biaqil nikarin ji bîrê derxin. Çareseriya pirsgirêka kurd, hewaleyî dînan nekin." Baydemîr ji gel lêborîna xwe xwest û bi gotinên tund wiha berdewam kir: "Tu rezîl, tu bêşeref nikarin, bi rûmeta gelê min bilîzin. Sekna gelê min ya bi biryar wê rê li ber van provakasyonan bigire. Em wê birîna xwe di hundirê xwe de veşêrin û sebra xwe biparêzin. Di vê rêyê de tu zarokên Kurdan namirin. Rêya me rêya aştî û demokrasiyê ye."

Hevseroka BDP'ê Gulten Kişanak, piştî Baydemîr dora axaftinê girt. Li ser gotina "Silavên Ehmed Turk ji we re hene" girseyê jî bi sloganên "Amed bi we serbilind e" û "Destên dirêjî Turk dibin bila bişkên" bersiv dan. Kişanak, gotina Turk ya wekî "Hûn nikarin me bi tewînin" bibîrxist û got, "Çi dibe bila bibe, em dest ji têkoşîna gelê xwe bernadin. Em wê têkoşîna xwe bi serkeftinê bi taç bikin" Kişanak, anî ziman ku, para Erdogan ya kesî di vê êrîşê de heye û xwest Serokwezîr ji gelê Tirkiyeyê lêborîn bixwaze." Kişanak, di dawiya axaftina xwe de xwest berpirsyar bên sizakirin.

***

Nûçeyên eleqedar:

- Piştî êrîşa Turk du midûr ji kar hatin girtin

- Li hemberî êrîşa dijî Turk wê çalakî li dar bikeve

- Êrîşê Ahmed Turk kirin

 

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

news
  • 18 10 2026

Ji bo jinan qursa xwendin-nivîsandinê ya bi kurdî dan dest pê kirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

'Destanên Kurdî' li TUYAP'ê tê nîqaşkirin

ad

Reqîbên xurt derketin pêşberî Amed Sporê

ad

Independent: Tirkiyeyê hê hefteya borî jî rê da DAIŞ'iyan

ad

Klîba Hefteyê, "Evîna Dewrêş û Edûlê" hat

ad

Helbestvan Berken Bereh qala kovara Tîrêjê kir

ad

Fîlmên Sergey Parajanov li benda we ne

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname