logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Bîst hezar kovarên kurdan li cem xwe arşîv kirine

Ne hindik e, 20 hezar kovarên kurdî li cem xwe arşîv kirine. Rifat Sefali ku hê jî vî karî didomîne bersiva pirsen me da

  • Dîrok: 21/07/2018
  • Beş: Hevpeyvîn

Hevpeyvîn:  Zekî OZMEN
Rifat Sefali ji aliyê raya giştî ve zêde nayê naskirin. Lê karê ew dike beramberî karê saziyên mezin ên dewletan e. Ji ciwaniya xwe heta niha bi deh hezaran arşîvên ser kurdan û derbarên kurdan de kom kirine. Wan arşîvan bi awayekî dîjîtalkirî li ser malpera Arşîva Kurd dike xizmeta raya giştî. Li ser malperê heta niha derdora 20 hezar kovar bi cih kirine. Ne tenê kovar, her wiha belge û pirtûkan jî li wir diweşîne. Ew niha digel arşîva nivîskî, bi arşîva tomarî ya deng ve jî mijûl e. Berhemên dengên tomarî yên ku gerokan di nava kurdan de berhev kirine niha li ber destê wî ne û wê jî piştî dîjîtalkirina ji kasêtan di malpera arşîvê de bi cih bike. Em bi Rifat Sefalî re li bajarê Weil am Rhein ku dikeve sêkuçkeya Almanya, Swîs re û Fransayê, derbarê xebata wî ya arşîvkirinê de axivîn. Me xwest hem bizanin ka vê taqetê ji ku derê tîne û hem jî ev hêz çawa pê re peyda bûye. 

Arşîv karê saziyan e. Çi hûn motîve kirin ku hûn wekî takekes bi vî karî re rabin?
Di ciwaniya xwe de jî dema min karê siyasî jî dikir, min her tim digot arşiv pêwîst e. Ji ciwaniyê û vir ve min tiştin dicivandin. Wekî bingeh jî eger arşîv nebe tu nikarî tiştekî bikî. Xebera te ji te tune be, ji dîrokê tune be, tu nikarî di pêşerojê de tiştekî bikî. Vê pir tesîr li min dikir. Vê dawiyê hinekî teknîk pêş ket. Ne wekî arşîva berê, mirov dikarî êdî ya nûjen çêbike.

Wekî arşîv niha çiqas berhem di destên we de hene?
Mirov nikare konkret tiştekî bibêje. Lê nêzîka 20 hezar kovar in. Pirtûk têra xwe hene. Pirtûkên derbarê kurdan de  hatine nivîsandin û an kurdan nivîsandine. Min zêdeyî 1500 pirtûk dîjîtal kirine lê ji ber mafên telîfê nikarim wan biweşînim. Derdora 800 pirtûkî di malperê de hene û ew yên destûra min bi fermî hene. Arşîvkirina pirtûkan bi awayê dîjîtal hinekî problem e. Xwediyê pirtûkê qebûl neke, mirov nikare dîjîtal bike, ji ber ku belav dibe. Kurdên me jî... yanî em nikarin hev îqna bikin di vî warî de. Tu kes nabêje arşîv nekin an dîjîtal nekin, lê îmze nadin. Dema îmze nedin pirsgirêk e. Belkî xwediyê berhemê ji soza xwe venegere lê ji bo dema pêş metirsî heye. Dibe zarokên wan an neviyên wan di dema pêş de derkevin pêşberî te. Ji ber vê yekê jî mirov newêre pirtûkan dijîtal bike. Belge, destûr û bernameyên partiyan. Zanîngeha Artuklu vê dawiyê tiştin ji Arşîva Kurd girtibûn û wan jî tiştên baş rêkirin. Ji bo dîjîtalkirina van wext pêwîst e. Li ser arşîva devkî jî niha dixebitim. Dengên tomarî yên ji 1930’an û vir ve. Çîrok, stran û tişên din ên gerokan tomar kirine ji kasêtan dîjîtal dikim û ez ê wan jî li ser Arşîva Kurd bar bikim. 

 

Di berhevkirina arşîvê de tişta ku hûn herî ecêbmayî hiştin çi bû?
Ya ecêbmayî ew e ku kesên kedê didin li keda xwe xwedî dernakevin. Kesek pereyekî biçûk winda bike, bi rojan di serê wî de dimîne ka çima ew pere winda kiriye. Lê hesab bike, ji bo ku kovar deranîne bi salan ceza xwarine lê arşîva kovarên wan li cem wan nîn e. Li cem xwediyên wan hejmarên hemû kovaran nedît. Ne behsa yên bi kurdî derketine dikim, kovarên ku wan kesan bi xwe deranîne. Ev dibû sedem ku civandina kovaran jî zehmet be.

Hejmareke bilind a belavokên partiyan li ser arşîva malpera we hene. Belavokên herî kevin têne bîra we kîjan in, yên kîjan partiyan e?
Ya herî kevin a KUK’ê ye. Wan dan me. Min ew dîjîtal kirin. Yên partiyên din ne wekî belavok, endamên berê yên Rizgarî texsîr nekirin û arşîva xwe dan me. Civîn, kongre û konferansên wan, nivîsên xwe yên legal û îlegal hemû dan. Min hemû dijîtal kirin û ser malperê bar kirin. Partiyên din jî ji xwe destûr û bernameya wan tu dikarî li cem herkesî peyda bikî . Min hema bêje hemû paartî, sazî, rêxistin destûr û bernameya wan dijîtal kirin. Biryarên kongre û konferansên wan ên peyda bûyî min dîjîtal kirin. Min tu ferq jî nekir. Yên îslamiyan, komonîstan, sosyalîstan û lîberalan hene. Heta vê dawiyê de min kovarek dît ji bo min ecêb bû. Xebateke pir baş bû. Zimanekî pir baş xebitandine. Kovara LGBT’yan e. Pir baş bû. Min ew jî dîjîtal kir. Bi kurdiyeke pir baş û zelal e. Belkî ji hin cihan alîkarî girtine lê karekî pir baş kirine.

Heta niha wekî şexs piştî ku we dest bi dîjîtalkirina vî karî kir, we çiqas wext daye vî karî?
Ji bo dîjîtalkirinê 6 sal...

Ji bo peydakirinê?
Ji bo peydakirinê pir wext diçe. Zehmet e. Min  ji berê ve dicivand. Di sala 1994’an de ez hatim Swîsreyê. Li welat ji xwe min berhev kiribû û ji roja hatim û vir ve jî min dest bi civandina arşîvê kir. Di vî warî de hinek komeleyan jî piştgiriya baş dane min.

 

Ji bilî kesên serdana malperê dikin, takekes, sazî û yan jî dewletan ji bo peydakirina hinek arşîvan qet serî li we dane?
Têkildarî çêbû. Kesên fêde digirin gelek hene. Gelek kes e-mailan rêdikin û spasiyên xwe dikin. Ji Başûr hinek kes hatin peyivîn. Hinek rojnameyan bi min re têkilî danî. Hevpeyvîn bi min re çêkirin. Min ji xwe ji bo danasîna malperê li vir û li Swêde û Holanda civîn çêkirin.  

Pêwendiya we û bi taybetî enstîtuyên kurdî yên heta astekî arşîva baş li cem wan heye çawa ye?
Pêwendî heye. Ji xwe danasîna Arşîva Kurd li Pirtûkxana Kurdî ya Stockholmê çêbû. Nedîm Dagdeviren dixwest arşîva wan a heyî dîjîtal bike lê hem dîjîtalkirin têra xwe bi problem e û hem jî Nedîm zû koça dawî kir. Têkiliya min bi wan re heye. Min hin tişt ji wan xwestibûn. Em kurd hinekî... Hinek kovar hebûn ez zû de pey wan bûm. Min li Pirtûkxana Kurdî peyda kirin. Çend hejmar bûn, ne hemû. Min xwest fotokopî bikin, ji bo dîjîtal bikim. Berpirsê pirtûkxanê Newzat Hirorî got ez ê ji te re bînim. Wî got kîjan bûn. Min got filan. Lê geriya lê mixabin hinekan ew kovar ji wir biribûn. Niha jî ew peyda nabin. Tiştên wisa ecêb jî di  nav kurdan de çêdibin.

Hûn bi dildarî vî karî dikin. Ez meraq dikim, sibe saziyek an dewletek bibêje çi alîkariya heyî em ê bidin û vî karî profesyoneltir bimeşîne. Tesawira we çi ye, hûnê çawa vî karî bimeşînin?
Ez vî karî ji xwe ji dil dikim û ne li benda tiştekî me. Ne ji dewletan, tenê ji kurdan tiştekî dixwazim; Kesên di destên wan de berhemên kurdan û ser kurdan hene, bikarin bigihîjînin me, em ê dîjîtal bikin û biweşînin. Pirsgirêka dîjîtalkirinê ji xwe nîn e, ji ber ez wekî meslek jî dîjîtalkirinê dikim.

Hûn qet nagihin sînorê ku hûn bibêjin yawo bes e, ez westiyam bi vî karî re, ma min çi jê ye...
Na, ji qewlê ereban ve bileks. Tu çiqas tiştinan dibînî, dixwînî û balkêşiya wan dibînî, tu zêdetir ji vî karî hez dikî.

***


Rifat Sefali kî ye?
Rifat Sefali li Amedê hatiye dinê û bi eslê xwe ji navçeya Madenê ye. Dibistan li Amedê û zanîngeh jî detpêkê li Îzmîrê û dû re jî li Amedê li Zanîngeha Dîcle dewam kiriye. Di sala 1983´yan de wekî mamosteyê îngilîzî zanîngeh qedandiye. Ji ber sedemên siyasî tenê kariye demeke kurt mamostetiyê bike. Hê dema lîse dixwend ku wê demê 17 salî bû, ji ber kirina gerînendetiya rojnameya Roja Welat, ceza xwar û sê salan di girtîgehê de ma. Heta 1985´an gelek caran hat girtin. Piştre Bakur terikand û çend salekî li Rojhilata Navîn ma. Wê demê ne bi zimanê xwe yê dayikê zazakî û ne jî bi kurmancî dizanî. Li wir dest bi fêrbûna zazakî û kurmacî kir. Erebî jî li wir fêr bû. Sala 1988’an vegeriya Stenbolê û weşanxaneya bi navê Firat-Dîcle vekir. Kovara Vatan Guneşi ya mehane deranî. Piştî 6 mehan careke din hat girtin û dîsa nêzîkî sê salan di girtîgehê de ma. Piştî serbestberdanê karê xwe yê weşangeriyê dewam kir. Ji sala 1994´an ve li Swîsreyê dijî û wekî pîşe jî di saziyeke fermî de karê arşîvê dike. Berhevkirina arşîva kurdan û dîjîtalkirina wê jî ji ciwaniya xwe ve bê rawestan dom dike. Berhemên ku dîjîtal dike li ser malpera www.arsivakurd.org de diweşîne.


***

REKLAM:

Ji bo her cure bilêtên balafiran hûn dikarin serî li vir bidin... 

www.bizebiletal.com

   

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hevpeyvîn - Nivîsên Dawî
news
  • 19 02 2026

Hevpeyvînek ligel Cegerxwîn

news
  • 28 09 2025

Îlham Ehmed bersiva da: 'Gelo General Mezlûm dê bibe Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê?'

news
  • 18 09 2025

Pirtûkên Helîm Yûsiv vegeriyan Rojava

news
  • 30 03 2025

Baqî: Dêrik û Mêrdîn di nava min de her zindî ne

news
  • 07 11 2024

Necat Baysal: Em bi destên xwe, xwe dikujin

news
  • 19 09 2024

Dilşah Kaymaz: Tiştekî ecêb e lê muzîkê hesta kêmasiyê li min zêde kir

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Mûş, Diyarbekir û Argûvan bi ser ketin, tîmên din têk çûn

ad

Otonomiya Kurdên Rusyayê komkujiya Şengalê şermezar kir

ad

Li Rojava çalakiyên ji bo ziman

ad

Di Lîga Ewropayê de pişke hat kişandin

ad

Kurd çi dixwazin? Vaye bersiv

ad

Radyoy Vengê Rusya dest bi zazakî kerd

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname