Diyarname
Hacî Cizîrî li Almanyayê dijî û ji malbateke ev bi dehan salan e nifş bi nifş li Cizîra Botan karê mûzîkê dikin tê. Temenê wî 55 saliye û yek ji stranbêjên sereke yê ku li dawetên kurdên Botanê yên li Ewropayî wî vedixwînin roja xwe ya şahiyê. Di hevdîtineke taybet a Hacî Cizîrî û edîtorê malpera me Zekî Ozmen a raserî Cizîra Botan de bêyî ku pêşî bê plan kirin ev klîb jêr derket holê. Deng û dîmen bêyî efektên reng û yên deng hatine montajkirin. Bi vî awayî vizeviza bayê raserî Cizîra Botan jî rengekê din dide klîbê. Her wiha em bibîr bixin ku berî li Cizîrê bûyer derkevin û gelek tax bêne wêrankirin ev hevdîtin çêbûye.
Hêjayî gotinê ye ku strana "Çîçekê" ya Hacî Cizîrî yek ji stranên herî xweş a herêma Botanê ye û li gor Hacî Cizîrî dibêje, li dawet û şahiyan herî zêde ev stran jê tê xwestin.
Fermo:


