Diyarname
Belgefîlmê bi navê "5 No'lu Cezaevi / 1980-1984" belgefîlmê derhêner Çayan Demirel e ku di sala 2009'an de wî kişandibû.
Di 12'yê Rezbera 1980'yan de li Tirkiyeyê derbe çêbû û bi hezaran kes hatin girtin, gelek hatin kuştin. Li girtîgehan ku bi hezaran kes hatin îşkencekirin, yek ji girtîgeha ku herî zêde îşkence lê hat kirin, berevajî vê jî herî zêde berxwedan lê hat kirin girtîgeha Amedê bû ku navê wê "5 No'lu Cezaevi" (Girtîgeha bi Nimreya 5'an) bû. Derhêner Çayan Demîrel li ser vê girtîgehê belgefîlmê xwe amade kiribû. Belgefîlm ji Siyadê Xelata Belgefîmê Salê, li festîvalên Antalya û Enqereyê Xelata Belgefîlmê Herî Serketî girt. Niha em dîsa di meha rezberê, meha derbeyê û meha berxwedana wê girtîgehê de ne. Amadekarên belgefîlmî, ji bo vê mehê belgefîlm li Vimeo bar kirine û eşkere kirine ku heta dawiya mehê yên bixwazin dikarin lê temaşe bikin. Bi kurtî heta dawiya mehê belgefîlm bê şîfre ye û her kes dikare bê pere lê temaşe bike.
Ji bo yên bixwazin lê temaşe bikin lînk ev e:
vimeo.com/289461292
KUNYE:
Nav: 5 No'lu Cezaevi
Derhêner: Çayan Demirel
Sazkar: Ayşe Çetinbaş
Derhênerê dîmenê: Koray Kesik
Montaj: Burak Dal
Muzîka taybet: Ahmet Tirgi
Muzîk: Nizamettin Ariç, Serdan Can
Mawe: saetik 34 deqe
Sala kişandinê: 2009


