Diyarname
Partiyên kurdan îro li Amedê bi deklerasyonê Newroza 2022’yan da dest pê kirin. Li aliyê HDP’ê ji bo Newroza îsal stran û klîbek amade kir û belav kir. Em vê kilîbê pêşkêşî we dikin. Berî vê, va ne gotinên stranên:
“Bihar ket Kurdistanê, hêlîna teyrê baz î
Li erdê şêr û piling, her dem bi gav û bez î
Li ser sînga Zagrosan, tu zinar lat û raz î
Li dor agirê Newrozê, tu stran tu awaz î
Hay hil ke hil ke hil ke agirê Newrozê hil ke
De gur ke gur ke gur ke agir pîroz gur ke
Bihar ket xwezayê, tu baz î tu şahîn î
Li çar kenarê welat, nobedar parêzvan î
Tu şêrejina çeleng, cotê kezya dihejînî
Li dor agirê Newrozê, strana xwe dixwînî
Hay hil ke hil ke hil ke agirê newrozê hil ke
De gur ke gur ke gur ke agir pîroz gur ke.”
Û va ye ew klîb:
***
Nûçeyê Eleqedar:


