Enqere
Serokê Giştî yê Mazlum-Derê, Ahmet Faruk Unsal, ji bo berdana Şaredarê Sûra Amedê Abdullah Demirbaş, nameyek ji Serokkomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul û Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re şand.
Ji ber xitimîna rehê di dilê wî de Demirbaş duh emeliyat û anjiyo kirin. Serokê Mazlum-Derê, ji bo berdana Demirbaş nameyek ji Erdogan û Gul re nîvisand.
Serokê Komeleyê Unsal, di nameya xwe de diyar kir, ku metirsiya jiyanî ya Demirbaş berdewam e.
Serlêdana parêzerên wî ya ji bo berdana wî, bêyî ku ev rewşa wî ya bimetirsî li ber çavan bê girtin, hatibû redkirin. Unsal daxwaz kir, ku der barê vê mijarê de divê gaveke zûtir tiştê pêwîst bê kirin.


