Diyarname
Li Hollywoodê di dema ku heqdestê jinan, serlîstikvanî, replîk û neheqiyên din ên li hemberî jinan di rojevê de bûn fîlmê bi navê "Wonder Woman" ketibû vîzyonê û ji 400 mîlyon dolarî zêdetir pere kar kiribû. Fîlm dema ketibû vîzyonê di destpêka vîzyonê de 100.5 mîlyon dolarî pere bi dest xistibû û bi vê yekê wekî fîlmekî ku ji destê jinan derketiye rekor şikandibû.
Piştî ew qas bal kişandinan fîlmê berdewama vî fîlmî bi navê "Wonder Woman 1984" hatibû kişandin. Lê niha biryar hat girtin ku dema ketina vîzyonê ya vî fîlmî hinek bi paş ve bixin. Serlîstikvana fîlm Gal Gadot ragihand ku dîroka ketina vîzyonê ya vî fîlmî hatiye paşxistin.
Berê hatibû gotin ku dê 1'ê sermaweza 2019'an fîlm bikeve vîzyonê lê niha ragihanrin ku tam 7 meh bi paş ve xistine û fîlm dê roja 5'ê pûşpera 2020'an bikeve vîzyonê.
Piştî agahiya ku lîstikvan Gal Gadot belav kir rayedarê Warner Bros Jeff Goldstein got ku fîlmê yekem havînê serketin bi dest xist, ji bo fîlmê duyem divê hinek dem derbas bibe, loma ev biryar hatiye girtin.
Derhêneriya fîlmê Wonder Woman Patty Jenkins kiribû