Diyarname
Nivîskar û lêkolîner Etem Xemgîn ku li dû xwe gelek pirtûkên li ser dîrok û baweriya kurdan hişt roja 29'ê kewçêrê li bajarê Kolna Almanyayê wefat kir.
Etem Xemgîn di sala 1947'an de li gundê Harûnûşaxiya girêdayî Akçadaxa Meletî hatiye dinê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Entabê xwendiye. Di sala 1964'an de ligel malbatê koçî Stenbolê kiriye. Lîse û Zanîngeha Hiqûqe li Stenbolê xwendiye. Xemgîn piştî demek karê parêzerî di sala 1980'yî de ligel malbata mecbûr maye here Ewropayê. Sê zarokên wî hebûn.
Xemgîn ku di jiyana xwe de li ser dîroka kurdan û baweriya kurdan xebat kir pirtûkên xwe bi tirkî nivîsîn. Heta niha bi navê "Kurdistan Tarihi" (Dîroka Kurdistanê), "Mazda Înanci ve Alevîlîk" (Baweriya Mazda û Ewelîtî), "Îslamîyet ve Alevîlîk" (Îslamîtî û Ewelîtî), "Alevîlîgîn Kokenînde Mazda Înanci ve Zerduşt Ogretîsî" (Di Bingeha Elewîtî de BAweriya Mazda û Fikrên Zerduşt) û "Kurdistan'da Mîtolojî ve Dînî Înançlar" (Li Kurdistanê Mîtolojî û Baweriyên Olî) pirtûkên wî derketibûn. Etem Xemgîn 29'ê mehê xatir xwest.


