Diyarname
Lijneya Rêvebir a Encûmena Bajarê Mezin a Amedê, li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê civîna xwe li dar xist.
Di civînê de endamên saziyên ku li ser ziman dixebitin, her wiha kesên serbixwe yên li ser ziman kar dikin jî amade bûn.
Beşdaran li ser zimanê zikmakî, pirzimanî, mafên ziman û di nav jiyana civakî de cihê ziman, nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman.
Di dawiya nîqaşan de biryar hat girtin ku di nav Encûmena Bajêr de "Meclisa Ziman" bê damezrandin.
Armanc jê ew e ku xebatên ziman ên li bajêr bi awayekî hevrêztir, bi beşdariyê û domdar bên meşandin.


