Diyarname
Fîlmê Kazim Oz ê dawî "Zer" ku li gelek festîvalan xelat girtibû hefteyek li CineMajesticê tê nêşandayîn.
Kazim Oz fîlmê xwe yê dawî bi navê "Zer" di sala 2017'an de xistibû vîzyonê. Di serî de Festîvala Fîlman a Stenbolê, 71'emîn Festîvala Fîlman a Edinburghê li gelek festîvalan hat nîşandayîn. Zer herî dawî li 23'yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Nancy de Xelata Fîlmê Herî Serketî girt. Zer hê jî diçe festîvalan.
Û niha ji bo kesên lê temaşe nekiribin li Stenbolê, li CineMAjestîkê carek din derdikeve vîzyonê.
Zer, di navbera 14-21'ê mehê li CineMajestic ku li Taksîma Beyogluya Stenbolê ye dê bê nîşandayîn. Seansên wê jî saetên 14.00, 16.30 û 19.00 in.