Diyarname
NASA yekem car fezayê teslîmê jinan dike. NASA yekem car komek ku hemû endamên wê jin in dişîne fezayê. Koma jinan roja 29'ê adarê dê li fezayê dest bi meşê bike.
Ji Daîreya Feza û Hewavanî ya Amerîkayê (NASA) astronot ANne Mcclain û Christina Koch dê herin fezayê. Dema astronotên jin li fezayê bimeşin dê rayedara qontrola firînê ya Ajansa Fezayê Kristen Facciol jî piştgiriyê bide wan.
Kozmonota rus Velentina Tereshkova wekî jina yekem di sala 1963'yan de çûbû fezayê. Kozmonota rus Svetlana Savitskaya jî di sala 1984'an de wekî jina yekem ku li fezayê dest bi meşê kiriye ketibû nava dîrokê.


