logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Hunera herî bi hêz şano

Lîstika şanoya kurdî di nav gel de gelek kevnare ye. Di demên berê de, di dehwetên kurdan de şanoya gelêrî dihat lîstin

  • Dîrok: 12/06/2010
  • Beş: NÎQAŞ

Lokman Polat

Di nav şaxên edebiyatê de hunera herî bi hêz hunera tiyatroyê ye. Di van demên dawî de min dest pê kir çiqas pirtûkên li ser teorî û hunera tiyatroyê hebûn, min peyda kirin û xwendin. Piştê wê jî min dest bi xwendina berhemên şanoyê kir. Di nav berhemên şanoyê de min herî zêde berhemên Wîllîam Shakespeare xwendin. Berhemên Shakespeare gelek li xweşa min çûn û min du pirtûkên wî jî wergerandin kurdî.

Min tenê bi xwendina berhemên Shakespeare qîma xwe neanî, min li ser berhemên wî nivîs jî nivîsand. Ji wan nivîsên ku min nivîsî hinek jê di kovarên cur bi cur de derketin, hinek nivîs jî qet li cihek nehatin weşandin. Min hemû nivîsên ku li ser tiyatroyê û berhemên şanoyî nivîsîbûn di pirtûkek de civand ser hev.

Lîstikên dawetên kurdan: ‘Kose’, ‘Mîr û Kizîr’

Di hêla hunerî de girîngîya şanoyê li ser sînemayê ve ye. Tesîra lîstikek şanoyê ji fîlmek sînemayê pirtir e. Mirovên ku ewil di tiyatroyê de lîstine û paşê derbasê sînemayê bûne rola xwe gelek xweş bi dilîzin û ji artîstên normal baştir rola xwe dilîzin. Gelek artîstên bi nav û deng derbasbûna wan ji tiyatroyê tê.

Lîstika şanoya kurdî di nav gel de gelek kevnare ye. Di demên berê de, di dehwetên (dîlanên) kurdan de şanoya gelêrî dihat lîstin. Ez wexta ku hêj piçûk bûm, tê bîra min di dîlanan de şanoya bi navê “Kose” di dîlanan de dihat lîstin û gel hetanî dawiyê li şanoyê guhdarî dikir û lê temaşe dikir. Lîstikek din yên şanoyî jî navê wê “Mîr û Kizîr” bû. Ev lîstik jî wekî tîyatroyê di dîlanan de dihat lîstin. Niha dehwetên (dîlanên) kurdan hatine guhartin, wekî berê nîn in, modern bûne, di salonan de bi muzîkê têne çêkirin.

Berhemên şanoyê têrê nakin

Rewşa “Şanoya Kurdî” ew qas ne baş e. Di hêla şanoyê de pêşveçûnek mezin û berfireh çênebûye. Niha her çiqas ji bo pêşveçûna şanoyê hinek kar û xebat tên kirin jî ev ne bes e. Qelsiya şanoya kurdî hê jî berdewam dike. Hinek lîstikên şanoyê tên lîstin, lê ew jî têrê nakin. Pirtûkên şanoyê jî gelek kêm tên weşandin. Gelek nivîskarên kurd hene, lê ev nivîskar berhemên şanoyî naafrînin. Tenê çend nivîskarên kurd bi vî tiştî re mijûl dibin û berhemên şanoyê diafrînin. Ew jî têr nake.

Di van demên dawî de, çend komên şanoyê yên kurdan hatine damezrandin. Gelek komên şanoyê yên ku berê hatibûn damezrandin jiyana wan kin bû. Ji ber sedemên aborî û gelek sedemên din, ev komên şanoyê kar û xebat û jiyandina xwe ya şanoyê berdewam nekirin. Di nav navendên çandî yên kurdan de çend komên şanoyê hatin avakirin, lê ew jî gelek bi amatorî kar dikin. Lîstikên ku ev komên şanoyê li dar dixin, lîstikên ji alî naveroka xwe ve gelek qels in. Hinek komên şanoyê di lîstikên xwe de du ziman (kurdî û tirkî) bi kar tînin, li gor min ev tiştekî xelet e. Divê yek zimanekî, ew jî tenê kurdî bi kar bînin. Ji bo ku ev komên şanoyî yên kurdan in, û ji bo gelê kurd tiyatro çêdikin û dilîzin, divê zimanê lîstika wan jî kurdî be. Di lîstikekî tiyatroyê de du gotin bi kurdî û du gotin bi tirkî axiftin qet baş nîn e. Wekî ku min got, pirtûkên tiyatroyê yên kurdî gelek kêm in. Rast e kêm in, lê li gel wan pirtûkên heyî, gelek pirtûkên nivîskarên biyaniyan bi kurdî hene. Di dema me de gelek pirtûkên nivîskarên klasîk yên cîhanê hatine wergerandin û bi kurdî hatine weşandinê. (Weşanên Helwestê jî dê ji niha û pêve giranî bide ser weşandina pirtûkên şanoyê.) Komên tiyatroyê van lîstikan dikarin li ser sehneyê xwerû bi zimanê kurdî bidin lîstin. Di lîstina lîstinek şanoyî de sahne gelek muhîm e. Dekora wê, kostumên wê, ronahîkirina wê divê baş bê amadekirin.

Tiyatro beşekî, şaxekî edebiyatê ye. Edebiyat bi xwe îlmêk e, zanistiyek e. Ji bo ilmê edebî tiyatro obje ye. Di ilmê edebî de rola nivîskarên edebî gelek girîng e. Yên ku hunera lîstikê radixe holê nivîskar e. Nivîskar bi berhemê xwe rê ji lîstîkvanan re vedike.

Stîlîzekirina temaşevanan

Tiyatro xezîneya hunerê ye. Yên ku rê ji sînemayê re vekiriye hunera şanoyê ye. Di vê hunerê de rolekî girîng jî dikeve ser milên lîstikvanan. Lîstikvan ku di sahneyê de rola xwe baş bilîzê, wê gavê dikare mirovan di sehnê de stîlîze bike. Lîstikvanên tiyatroyê mirovê axaftinvan e. Ew bi rola xwe û bi axaftinên xwe temaşevanan dide fikrandin. Diyalogên di nav lîstikvanan de ji hemû tiştan girîngtir e. Di axaftina xwe de ji diyalogek derbasî diyalogekî din bûyîn û bi taybetî diyalogên dramatîk gelek muhîm e û jê re hunerek zanistî dixwaze.

Di tiyatroyê de cih, dem û bûyer jî gelek girîng e. Trajediya grekî  hevgirtina cih, dem û bûyerê dixwaze. Trajediya grekî, hevgirtina qaîdeyên Arîstoteles bi cîh hanî ye. Ev qaîdeyekî estetîkî ye. Em bêjin ku nivîskarekî şanoyê bûyerek dinivîsîne ku di nav du saetî de ev bûyer di eynê cîh de dest pê dike. Lê divê rewşa berî vê bûyerê jî bê nivîsandin. Mesela Oîdîpu bi diya xwe re dizewice. Lê ji bo ku ew bi diya xwe re bizewice, divê berî zewacê bavê xwe bikuje. Wexta ku nivîskarekî şanoyê lîstikek şanoyê dinivîsîne divê pêşî bide xuyakirin ku ev lîstika şanoyê di kîjan cih de derbas dibe, wê  bide fêmkirin. Di lîstikekî şanoyê de bûyer ji bo ku pêwîst e dibe ku li Londonê, Berlînê, an jî di herêmek çiya de, yan jî di nexweşxaneyek de derbas bibe. Xuyakirina van cih û waran di sehnê de derbas dibe. Ji bo vê yekê divê têkiliya nivîskar û sehneyê bi hev re xurt be. Nivîskar cihê bûyerê di şanoyê de li ser sehnê wekî Madrîd, Stenbol, an jî Amed bide nîşandan, divê daxwaziya Îllusîonê xwe ve girêdayî be, bizanibe ku bê Îllusîonan teatr nabe. Ji bo ku Îllusîon baş bê fêmkirin, ez li vir mînakek bidim: Şêxzadeyekî kor bawer dike ku di qesra xwe ya nexirabkirî de dijî. Lê bi eslê xwe di xaniyekî xirabe de dijî. Ew dibêje qey ji Kral re serî xwar dike, çok dide erdê, lê di eslê xwe de ew ji reşikek re çok dide erdê. Bûyera şanoyî ya ku derbas dibe wek cih eynî ye, yek cihek e, lê bi Îllusîonê ew cih bi lîstika di pêşberî Şehzadê kor de dibe du cih. Cîhek ciyê ku temaşevan dibînin, cihê din, cihê ku Şexzadeyê kor pê bawer dike ye. Wekî her hunerî hunera şano (tiatr) jî cîhanekî bi şekl e, cîhanekî çêkirî ye. Lê her cîhana çêkirî wisa hêsan nayê çêkirin, nayê bi şekilkirin. Her çiqas nêzî aqil be jî, qaîdên estetîkî sînorên xwe hene. Her huner ji çêbûyiyên teknîkên yên dema xwe feyde dibîne.

Di şanoyê de cih û dema bûyerê

Piştê ku bi kurtahî be jî, ez li ser cih sekinîm, vêca dixwazim li ser demê  bisekinim. Lîstikek şanoyê tenê bi cîh-mekan- ve girêdayî nîn e. Têde dem-wext- jî heye. Sehne hem cih û hem jî demê dide diyarkirin. Cih û dema bûyerê, ji bo lîstika şanoyê girîng e. Lê di hinek lîstikên trajedî de demê nadin nîşandan. Di vir de dem wekî naturalîstî bi hev ve girêdayî ye, hev du teqîb dike. Lê, hewce nîn e ku her dem jî wiha be. Wekî mînakek: lîstina şanoyê ya ku Nestron nivîsandiye “Roja Dîlanê, Mirin” lîstikek pêkenokî ye. Di vê lîstikê de di eynê demî de, di eynê wextê de du perde heye. Bûyera di perdeya duyemîn de û ya perdeya yekemîn bi hawayekî hostatî bi hev du re hatiye girêdan. Û bi hev re yek demî hatiye çêkirin. Di şanoyê de dem dikare bê kinkirin, dikare hêdî bê meşandin û dikare zû jî bê meşandin, dikarê bê seknandin û dikare bê nûkirin.

Rewşa Fîguran jî gelek girîng e. Di hunera şanoyî de lehengên (qehremanên) tradejiyê û lehengên komediyê bi her awayî ji hev cuda ne. Ferqek berbiçav di nav her duyan de heye. Lehengê trajediyê xwediyê kêrhatî û xisûsiyetên taybetî ye.  Divê ew bi hunera xwe ya lîstikvanîyê, bi xisûsiyetên hunerî dilêşiya temaşevanan zîz bike. Sucdariyê û bê suciyê li hev û du bixe û li gor qeîdeyan pêşkêş bike. Em bêjin ku lehengê lîstika şanoyê mirovekî xirab e. Divê nivîskarê şanoyê piçekî rih bide vê xirabûyîna wî. Di şanoya almanî de mirovekî sempatîk di cih de dibe şeytan. Hîkariya, anku bandora (tesîra) hunerê jî ji vir tê.

Temaşevan xwe di şexsiyeta lehengê de dibîne
 
Di şanoyên dema qedîm de û bi taybetî jî di şanoyên Shakespeare de leheng (qehreman) ji qada çîna herî bilind e, ji nav esilmendan e, ji nav arîstokratan e. Temaşevan dibîne ku mirovek  ji çîna wî bilindtir wekî wî bi dilêş e, bi kul û keder e. Ev tişt jî ji bo temaşevanan tesîrekî xwe heye. Bandora wê lîstika şanoyê li ser temaşevan heye. Temaşevan di sehneyê de di şexsiyeta lehengê lîstikvan de xwe dibîne.

Di lîstika şanoyê de û di lîstikvaniyê de ziman gelek girîng e. Di esasê xwe de zimanê şanoyî pirr û pirr girîng e. Bi kar anîna ziman û bi rolekî hunerî lîstikvan dikarê hemû temaşevanan bixe nav heyecanê. Bûyerê dikare dramatîze bike. Ferz bikî anîna xeberêk (nûçeyek) dikare bi girîngî bala temaşevanan bikşîne. Karanîna zimanê şanoyî jî bi serê xwe hunerek mezin e.

lokmanpolat2000@yahoo.se

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
NÎQAŞ - Nivîsên Dawî
news
  • 11 09 2013

Ez çi dibêjim, tu çi dibêjî…

news
  • 09 09 2013

Kurtenêrînek ji bo dîroka Komeleya Nivîskaran

news
  • 04 09 2013

Kongreya Netewî ya Kurd careke din hat taloqkirin

news
  • 31 08 2013

Çarenûsa Komeleya Nivîskarên Kurd

news
  • 31 08 2013

Agahdariyek derbarê Konferansa Nivîskaran ya Îzmîrê de

news
  • 30 08 2013

Gelo Komeleya Nivîskarên Kurd tê girtin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Dema 'Vîkîng rastî kurdan hatin'

ad

‘Nûjin’ navekî biyanî ye!

ad

'Xebatên rojnamegerî terorîze dikin'

ad

Li bajarên Serhedê sê festîvalên cuda tên

ad

Kongre temam bû: Va ne Hevserok û rêveberên HEDEP'ê

ad

Turk: Dê xewna me ya aştiyê dê vegere rastiyê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname