logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Mala Wêjeyê

Heye bo me malek… Loma jî em dikarin ji xwe re bêjin me heye starek. Û em hewlê didin ku di wê stareyê de biafirînin jiy

  • Dîrok: 27/04/2019
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Dilawer Zeraq

Heye bo me malek… Loma jî em dikarin ji xwe re bêjin me heye starek. Û em hewlê didin ku di wê stareyê de biafirînin jiyanek; ji bo ku hinek be jî em karibin semaxê bikin li hember derbên ku li ser navê qewimînên kambaxiya jiyanê hey lê didin û hey lê didin… Û pê re jî, ji bo ku em di vê demûçaxa serdestiyê de bibin serdestên jiyana xwe û ji xwe re bibêjin, va ye em jî êdî dikarin binivîsin û bixwînin, em tê dixebitin da ku bibin xwedî maleke rengîntir û berfirehtir; da ku em bi dilekî rihet nav lê bikin û jê re bibêjin ‘mala wêjeyê’…

Baş e, ev mal dê bibe maleke çawa? Gelo dê bibe “Maleke, ya me?” an jî “Maleke, ya xwe?” Yanî, dê takekesiya me, xurtbûna wê, qelsbûna wê, biserêxwebûna wê, bêhawetiya wê, berdîberdanîbûna wê û tiştên dîtir ên di vî barî de, diyar bikin ku mal, ‘maleke, ya xwe’ ye? An jî dê civatbûna me, digelhevbûna me, axa me, çanda me, zimanê me, kelepûra di vî warî de û hemû hêmanên me yên hevpar diyar bikin ku mal, ‘maleke, ya me’ ye.

Helbet, gelek çetin e ku mirov aliyekî ji van her du aliyan hilbijêre û li ser wê tiştan diyar û eşkere bike. Jixwe, ev yek ne hewce ye jî. Ji ber ku têgiha ‘mala wêjeyê’, pêwîstî bi her du aliyan heye. Gelek hêmanên ku di wêjeyê de cî digirin, bi awayekî ji awayan di nav hev de çûne. Êdî her alî ji bo aliyê din hem bivênevê hem jî jênager e. Yanî divê mal hem bibe “maleke, ya me” hem jî bibe “maleke, ya xwe.” Loma jî, me divê em ji bo têgiha ‘mala wêjeyê’ du alî bifikirin. Her çi hizir û raman bi me re çêbû, pêwîst e ku li ser van her du aliyan rûnê. Û her wiha, çendî ku em xwe jê bidin alî, çendî ku em nexwazin, çendî ku em demûçaxa îroyîn de bibêjin, ne hewce ye û qebûl nekin jî, her yek ji nivîskar û afirînerên berhemên wêjeyî, di vê qonaxê de, kêm zêde, ew endam in ku di deqbenda (context) wêjeya nûxwaz de bi rola wêjeyeke avakar radibin.*

W. Wolf, behsa ‘Odeyeke, ya xwe’ dike.** Gava serê pêşîn em vê gotinê dixwînin, em hest bi hestê xwedîtiyê dikin. Pêşî em dibêjin, gelo me odeyek heye ku em tê de disitirin? An jî gelo tenê odeyek heye û em jî hema wisa tê de ne? An jî gelo pêşî odeyek hatiye çêkirin û paşê ew ode bûye ya me? An jî gelo ji bo ku em karibin bêjin, va ez heme, ew ode heye? An jî gelo ji bo ku em karibin di malekê de ‘odeyeke, ya xwe’ ava bikin divê pêşî em hebin? An jî piştî ku ‘odeyeke, ya xwe’ çêdibe em heyî dibin û dibin ‘ya xwe’?…

Helbet, Wolf, bêtir bala me dibe ser şûngeheke taybet (yanî ode) ku di nav şûngeheke giştî de (yanî mal) bi cî dibe. Û dixwaze bêje, mal bi xwe wêje ye; tu wekî mirovekî, -bi taybetî wekî jinekê- di nav wê malê de yî û ji bo ku tu di wê malê de nebî tişteyek, divê tu her û her xwe (ve)ava bikî…

Herçî wêjeya kurdî ye, wê mal heye; xwedî kelepûr û paşxaneyekê ye ku ne kêmî komên xelkê ye û xwedî mirêsdariyeke hêjayî gotinê ye; û têra xwe ode jî hene di wê malê de. Lê belê, ‘ode’yên me yên ku dê malê bikin maleke taybet pir kêm in; loma jî maleke me ya têr tekûz ku odeyên wê her yek li gorî xwe ye û her yek bi serê xwe malê ava dike jî nîn e. Ji ber ku em hê jî xweşikî hay jê nebûne ku hebûna me ya di nava malê de me nake endameke/î malê. Dibe ku em wekî cî û şûngeh, -an tim û tim an jî bo demekê-, di nava wê malê de bin, lê belê heke em nebin heyîneke jê û bi gelek hêmanan ve ne li wir bin, bes em lê dibin mêvan; mêvanên ku parçeyekî ji xwe li malê hiştiye an jî parçeyekî ji xwe li malê, di ciyekî de, bi keys kiriye. Em dikarin mêvaniya bi vî cureyî, wekî ‘mêvaniya ji malê’ bi nav bikin ku ev binavkirin yekser hizira ‘jênebûnê’ jî bi me re çêdike.

Ji ber vê mêvaniyê û jênebûnê, hê jî em nikarin xweşikî di mala wêjeya kurdî de bihewin. Loma jî ev rewşa hanê, bo me nabe kan û bingeha pêşanazbûnê. Carinan em berê xwe didin malên xelkê û ji paceyên wan li xwe dinêrin û em dikin nakin nikarin qayîliya xwe bi xwe bînin, carinan jî em ji paceyên mala xwe li mala xelkê dinêrin; û em xwe mîna ku em li wir û endamê wan malên xelkê bin, qebûl dikin û ji wir li xwe dinêrin; nav li xwe dikin û biryaran bo xwe datînin. Û ev nav û biryar, her ku dibin ên me, me ji têgiha Wolf afirandî dûr dikin û sînorên ji ‘ezîtiyê’ pêkhatî, -ku em ê tu carî nexwazin xera bikin-, li dora me çêdikin. Û em dikin nakin, ne em dikarin di malên xelkê de bihewin ne jî dikarin di mala xwe de bisitirin.

Divêtiyeke bivênevê ye ku em ‘maleke, ya xwe’ û ‘odeyeke, ya xwe’ ava bikin da ku bi awayekî ne hewce, pêwîstiya me bi mal û paceyên xelkê çênebe. Ji bo vê jî, hewce ye em ji peyt û diyarkirinên Wolf fam bikin ku; ji bo kurdî, têgiha ‘mala wêjeyê’, amaje bi şûngeheke giştî dike. Û têgiha ‘mala wêjeyê’, bi tena serê xwe, zêde ne kartêker e. Loma jî, digel hebûna ‘mala wêjeyê’ ku ‘maleke, ya me’ ava dike, divê her yek odeyek me jî hebe; û bibe ‘odeyeke, ya xwe.’

* deqbend: Ji ber ku peyva çarçove, carinan di biwara têgihbariyê de têr nake, min ev peyv ji bo wateya ‘context’ê ava kir û di pirtûka xwe ya Rajena Kurdî de jî bi kar anî.

** Wolf, W. Kendine Ait Bir Oda (Odeyeke, ya xwe-A Room of One’s Own), İletişim Yayinlari.


Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Pêşangeha li ser Wedat Aydin vedibe

ad

3 şîrketên mezin qala dengên HDP'ê kirin

ad

Li Agirî û Norşînê dengdana di bin zexta polîsan

ad

Di Kûpaya Tirkiyeyê de maçên tîmên kurdan

ad

Pêşbaziya Çîrokan a Şerzan Kurt li benda berheman e

ad

Ahmet Turk: Em ji bo vekirina deriyê Efrînê hevdîtinan dikin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname