logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Ziman têgihîştin û vejîna mirov e

Hans-Peter Schutt di xebata xwe ya bi navê “Die Vernunft der Tiere (Hişmendiya ajalan)” de ji Platon bigire hetanê Arthu

  • Dîrok: 20/05/2019
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Fêrgîn Melîk Aykoç

Hans-Peter Schutt di xebata xwe ya bi navê “Die Vernunft der Tiere (Hişmendiya ajalan)” de ji Platon bigire hetanê Arthur Schopenhauer dîtinên pirraniya fîlozof û navdaran yên li ser cudahiya di navbera ajal û mirovan de civandine. Hemû jî diyardeya ziman wek cudahiyeke herî bingehîn dinirxînin. Mirov ji kesên ji rêzê jî bipirse, heman bersivê digire. Bi gotineke kurt, dema zimanê mirovekî jê hat standin, ew jî dikeve derkeye ajalan.

Peter Porzig jî di xebata xwe ya bi navê “Das Wunder der Sprache (Mucîza Ziman)” de têkiliya civakbûn, netewebûn û ziman bi her aliyî vedike û şirove dike. Dîsa Gerd-Klaus Kaltenbrunner jî di xebata xwe ya bi navê “Sprache und Herrschaft (Ziman û Serwerî)” de têkiliya serdest, û bindestan, kolonî û dagirkeriyê bi her aliyî xwerû jî bi aliyê ziman vedike, girîngiya ziman a serdestbûn û serweriya xwe serdestkirinê li ber çavan radixîne. Li gel wan, Berhema Matthias Hartig /Ursula Kurz ya bi navê “Sprache als soziale Kontrole (Ziman ji bo kontrola civakî)” ji girîngiya di her warî de rast bikaranîn, têgihîştina ziman dinirxînin.

Mirov li kêjan nirxandina zanyaran dinêre, ji kîjan aliyê ve li ziman dinêre, binêre, dibîne ku ziman ne tenê bingehê kemar, gel û neteweyan e, her wisa mirovbûn bi xwe ye jî. Di cudakirina mirovbûn û ajalbûnê de hêmana herî bingehîn, ziman e. Dema mirovekî dev ji vê rastiya xwe berda, dibe wekî ajal, wekî robotan, kes û derdorên keysperest û serdest jî vê wekî firsenda bikêrhatî dibîne û mirovên wiha li gorî xwe dizivirîne, reng û teşe didiyê.

Gava em di ronahiya van rastiyan de li polîtîka tirkan a bişaftinê û yên din dinêrin, bi zelalî dibînin ku bi hemû sazî, qaşo zanyar, dîn, mirov û derdorên ajan ve ketine nava keft û lefteke bêpîvan, da ku bikanin bi giştî alavên di destê xwe de, netewe û zimanê me tune, wekî ne zimanekî şaristanî, bê nivîs û rîçal, bê çand, bi awayê tevliheviya zimanan di mêjiyên me de bidin rûniştin, li pey jî di nava neteweya xwe de bihelînin. Yanê polîtîka ev e; berê bê kesayetî, bê nasname kirin û li pey jî kirasê xwe yê qirêj û nijadperestî li me kirin.

Di pêvajoyeke wiha xiniz û bêbext de hin xwenda û zanyarên me yên di nava têgihîştina hestên neteweyî de bûn, ketin nava hewldanên bê westan. Mînak gorbihuşt Ehmed Sureyya Bedirxan ji bo derxistina du rojnameyên bi kurdî di payîza 1910´an de serî li rayederên dewleta Osmanî ya li Stenbolê xistiye. Lê ew serîlêdan bê bersiv hatiye hiştin. Dîsa rewşenbîrên kurd li Qehîrê bi tipên Erebî rojnameya “Kurdistan“ê derdixin.

Mîr Celadet Bedirxan jî piştî ji Ewropayê vedigere, li Şamê bi cih dibe û di 15´ê Gulana 1932'yan de kovara HAWAR'ê derdixe. Di vê kovarê de rewşenbîrên wekî Celadet Bedîrxan, Rewşan Bedirxan, Dr. Kamûran Bedirxan, Osman Sebrî, Qedrîcan, Cegerxwîn, Mustafa E. Botî, Kadri Cemîl Paşa, Dr. Nureddîn Zaza (Yusuf), Ehmed Namî, Hasan Hişyar, Reşîdê Kurd, Goran, Tewfîq Wehbî, Abdullah Esîrî, Şakir Fettah li ser mijarên cuda yên hestê neteweyî xurt dikin, dinivisînin. Bi her awayî hewl didin û derbazê nava sînorê Tirkiyeyê jî dikin. Ji hêjmara 24'an û pê ve, ango 33 hêjmaran bi tîpên latînî, dinivîsînin.

KNK jî bi vê têgihîştin û berpirsiyariya neteweyî di civîna xwe ya 2006'an de biryara rojên 14-16'ê meha Gulanê de wekî rojên Cejna Zimanê Kurdî girt. Ev biryar bi aliyê her kurdî ve bê pirsiyarî hate pejirandin. Li pey komkujiyên wekî Helebce cara yekem bi vê biryarê têgihîştineke neteweyî derket pêş. Her kesî bi yek dengî ev biryar pejirand û wekî Cejna Zimanê Kurdî li seranserê Kurdistanê rûnişt. Vê biryar û xwedî li ziman derketinê, rêbazeke bi hestên neteweyî û yekîtiyê jî reşand ser giyanê kurdistaniyan.

Divê em vê ji bîr nekin; zimanekî di pêvajoya hezaran salan de pêk tê, di dema pêkhatinê de hemû karekter û têgihîştinên neteweyî di nava xwe de dicivîne, yanê ziman rengê xwe ji karektera neteweyê digire. Her wisa şopên şaristaniya xwe, jiyana civaka xwe ya kevnar jî di naveroka xwe de dihewîne. Mînak, dema tirk dibêjin: “Tirî bixwe, li rezê wê nepirse!” Em dizanin di dîroka wan de dizî û talan bingeh e. Her wisa; “şêr şêr e, çi jin çi mêr e!” dema em vê gotina bav û kalên kurdan dibihîsin, em dizanin ku di dîroka kurdan de cihê jinê taybet e. Mirov dikane bi dehan mînakên wiha bide.

Wekî encam:

1 – Her ziman, bi serê xwe nirxandin û nêrîneke cihanî ye. Dema mirov bi almanî li rûdanan binêre, bi çav û dîtinên almanan, bi tirkî be bi çav û têgihîştinên tirkan, dema bi kurdî binêre bi çav û dîtinên kurdan li cihanê dinêre. Her wisa, kesê zimanê dê û bavê xwe bi zarokê xwe nede fêrkirin, zimanê dê û bavê tirk, ereb û farisan bi wan bide fêrkirin, wateya wê ew e ku ew ji dê û bavê xwe şerm dike.

2 – Siberoja gelekî zarokê wî gelî ne. Divê her dê û bav vê rastiyê bizane û bi zarokên xwe re bi zimanê xwe biaxive, ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî bi her awayî bikeve nava hewldanan, vê wekî hebûna xwe, mirovbûna xwe di giyana xwe de bide rûniştin. Bi têgihîştina vê rastiyê, Cejna zimanê Kurdî li gelê me pîroz be!

17.05.2019, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

ad

Kurdên Tirkan!

ad

250 hezar kes bûn mêvanê festîvalan

ad

Wezîrê Îtalyayê: Temaşekirina mirina Qedafî xeta bû

ad

Pirtûkxaneya Berhemên Jinan hate vekirin

ad

Hikumeta Yewnanistanê fûtbol da rawestandin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname