Diyarname
Klûba Amed Sporê îro kongreya xwe ya awarte li dar xist û rêveberiyeke nû hilbijart. Metîn Kilavuz ji bo serokatiya klûbê hat hilbijartin.
2'yemîn Kongreya Awarde ya Amed Sporê îro li Navenda Kongre û Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dar ket. Kongre bi diruşma "Li her cihê spor hebe jiyan, cihên ku jiyan Lê heme Amed Spor heye" li dar ket. Di kongreyê de li ser klûbê axaftin hatin kirin û dûre hilbijartin li dar ket. Di hilbijartinê de ji bo serokatiya klûbê Metin Kilavuz hal hilbijartin. Ji bo rêveberiya klûbê jî ev kes hatin hilbijartin: Ali Karakaş, Baran Durmaz, Bulent Oguz, Cemal Dogrul, Ekrem Yeşil, Veysi Uçdag, Selahattin Yildirim, Medîne Kaya, Ramazan Daniş, Eser SOnmez, Besra Ekîncî, Nûr Zelal Bal, Şahîn Tazgel, Veysi Kuzu, Osman Ocaklik, Şeyhmus Sagun, Dîlan Baloglu, Adnan Zengîn, Ergîn Başari, Mîrza Tanaman, Remzî Dînar, Nedîp Şîmşek. Ji bo Lijneya Raçavkirinê jî Suleyman Gokalp, Yilmaz Demir û Ferdî Fîdan hatin hilbijartin.
Rêveberiya nû van rojan dê li hev bicive, karbeşî bike û ji bo sala nû dest bi xebatan bike.
Serokê nû yê Amed Sporê Metîn Kilavuz berê jî sê serdeman serokatiya klûbê kiribû. Di kongreyê de jî bi yek lîsteyê û ji bo serokatiyê bi navê wî lîste hatibû amadekirin. Kilavuz piştî hat hilbijartin ji bo sipasiyê axavî û wisa got: "Serketinên berê bi aqilê hevbeş me bi dest xistin. Li Amedê serjimariya ciwanan 450 hezar e. Ji bo vê me tesîs ava kirin. Ger îro li Amedê tesîs hebin encama wê aqilê hevbeş e. Amed spor çîrokek e. Di destê me de gopala sêhrê tune ye. Em dizanin em ne bi tenê ne. Emê bi ser bikevin. Spolana Amed Sporê dê ev be 'Amed Spor tu bi xwe yî'."


