logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

'Tiştên bi kêrî wêjeya me were ez werdigerînim'

Du klasîkên din li kurdî hatin wergerandin. Nivîskar Sîdar Jîr ku her du ji îngilîzî wergerandine kurdî dibêje: "Tiştên

  • Dîrok: 25/06/2013
  • Beş: Berhem

Cemil Oguz


Du klasîkên din li kurdî hatin wergerandin. Nivîskar Sîdar Jîr ku her du ji îngilîzî wergerandine kurdî dibêje: "Tiştên bi kêrî wêjeya me bê ez werdigerînim."


Pirtûka Sherwood Anderson a bi navê "Mêrikê kal" û ya O. Henry "Diyariya Sersalê" ji aliyê nivîskar Sîdar Jîr ve ji îngilîzî ji bo kurdî hatin wergerandin û ew ji Weşanên Lîs derketin.


Bavê nivîskarên Amerîkayê: Anderson


Anderson yek ji nivîskarên girîng ê wêjeya amerîkayê ye û di sala 1876'an de hatiye dinê. Wî roman, kurteçîrok û helbest nivîsîne û bandor li nivîskarên li dû xwe, yên wekî Ernest Hewingway, William Faulkner, Thomas Wolfe, John Steinbeck û Erskine Caldwell kiriye. Di nav wêjeya rus de nivîskarên mezin Dostoyevskî ji bo Gogol dibêje: "Em ji sakoya Gogol derketin." Di nav wêjeya amerîkî de jî nivîskar William Faulkner gotineke wekî ya Dostoyevskî ji bo Anderson tîne ziman û dibêje: "Ez jî di nav de, Sherwood Anderson wekî bavê nifşê nivîskarên Amerîkayê tê hesibandin."

Û niha pirtûka 'bavê nifşê wêjevanên amerîkî' ya çîrokan "Mêrikê Kal" li ber destê xwendevanên kurd e.

Her wiha O. Henry ku ew jî yek ji pênûsên qedirbilind ê wêjeya amerîkî ye niha pirtûka wî ya çîrokan jî bi wergera Sîdar Jîr li ber xwendevanên kurdî ye.


Bi wergerê nasîna ziman, jiyan, cîhan û çandek dîtir


Nivîskar û çîroknivîs Sîdar Jîr ev demek dirêj e bi wergerê re jî eleqedar e. Hem wergera sîmultane, hem jî wergera nivîsên wêjeyî. Wî, berê pirtûkeke nivîskar Cezim Ersoz wergerandibû û niha bi wergera ji du mînakên ji wêjeya Amerîkayê li ber me ye. Sîdar Jîr yek ji wan nivîskaran e ku qîmetê dide wergerê û li ser wergerê wisa dibêje: "Bi rastî û bi zanistî jî werger gelekî girîng e. Hema di serî de wisa bibêjim; Werger dike ku tu zimanekî, jiyanek, cîhanek, çandek û wêjeyek dîtir nas bikî. Û werger dike ku tu berê zimanê xwe bidî asoyên berfirehtir. Ji bilî vê jî bi awayekî sereke mirov bi wergerê hay ji nifşên berî xwe yê cîhanê û hay ji hevalbendên xwe yên cîhanê çêdibe. Ev yek jî dike ku mirov bêhtir hay ji asta wêjeya xwe û zimanê xwe hebe."


Divê berhem bi kêrî min û wêjeya me bê


Di wergerandinê de hilbijartina berheman jî girîng e. Li gor kî, li gor çi û tiştên wisa. Sîdar Jîr li ser rewşa xwe ya hilbijartina berheman a ji bo wergerê wisa tîne ziman: "Dema ku pirtûkekê werdigerînim, bêguman tenê sedemek nîn e ji bo wergerandinê. Berî her tiştî divê jê hez bikim. Divê li ser wê fikrê bim ku ew ê bi kêrî min û wêjeya me were, divê xwedî taybetiyeke ku hêjayî wergerandinê be û hwd sedem gelek in."


Girîngiya her du nivîskaran


Li ser pirsa "Çima ev her du pirtûk û her du nivîskar" jî 

Jîr van dibêje: "Di wêjeya Amerîkanî(îngilîzî) de, di çîroka Amerîkanî de S.Anderson yek ji wan kesên sereke ye Û O Henry jî yek ji wan e ku di sedsala 20'an de, ne tenê şop li çîroknûsiya Amerîkanî hiştiye, her wisa şopa çîrokên wî li çîroknûsiya cîhanê ye. Belkî hinekên din jî bihatana wergerandin, lê belê min ev hilbijartin. Belkî hinek pirtûkên din jî hatibin hilbijartin û ew jî hatibin wergerandin û ew ê çap bibin."


Sîdar Jîr kî ye?


Nivîskar, çîroknivîs û wergêr Sîdar Jîr di sala 1980'ê de li Şemrexa Mêrdinê hatiye dinê, heta niha edîtoriya hin kovarên bi kurdî kiriye û niha hê jî li Akademiya Cegerxwîn, di Beşa Wêjeyê de dersên rexneya wêjeyê dide. Ji bilî wergeran heta niha du pirtûkên wî yên çîrokan ("Ariya Giyanên Stewr", Weşanên Bajar, 2004 û "Dozgeh Çirk", Weşanên Lîs, 2011) derketine. Her wiha di sala 2012'yan de li Zanîngeha Selahedîn Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî li ser "Dozdeh Çirk"a wî tez hate amadekirin. 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

*****

 

 

 

REKLAM

 

 

 

Kovara DÎWAR hejmara xwe ya 6'an derxist.

 

Ji bo agahiyên berfireh: www.kovaradiwar.com

 

Ji bo nûçeyê:

- Di 'Dîwar'a nû de ji gelek aliyan ve 'Çîrok' 

 

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 10 2026

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

news
  • 15 10 2026

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
  • 12 10 2026

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

news
  • 06 10 2026

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

news
  • 04 10 2026

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Fransa de kînga weçînayiş virazêno û go sebo?

ad

Ji îro 3 nûçeyên derketine pêş

ad

'Heta mafê kurdan neyê nasîn, em rê nadin firotina petrolê'

ad

Nelson Mandela rakirin nexweşxaneyê

ad

Ji ber nebûna hemşîreyan perwerdehiya bê pere

ad

Hûn li kîjan dibistanê deng didin?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname