Diyarname
Weşanên Canê di pirtûka Paulo Coelho ya bi navê "11 deqîqe" de peyva Kurdistanê sansûr kiribû. Li ser vê di qada tora civakî de gelek nîqaş çebûbû, em jî têde gelek malperan ev mijar kiribû nûçe û îro rojnameya navdar The Guardianê jî ev sansur kir nûçe û weşand.
Ji The Guardianê Sain Cain nûçe amade kiriye û îro bi sernavê "Wergêrê tirk ê Paulo Coelho behsa Kurdistanê jê bir'" hatiye weşandin.
Wekî nûçeya ku ligel Diyarnameyê gelek weşanên din jî weşandibû, The Guardin jî qala peyva bi portekîzî ya orjînal a di "11 Deqîqe" de dike: "Ew kete kafeteryayeke înternetê û keşf kir ku kurd ji Kurdistanê ne, ku ne dewlet e û niha di navbera Tirkiye û Iraqê de hatiye parçekirin." The Guardian jî dibêje ev hevok wekî "kete înternet kafeyê dît ku kurd li Rojhilata Navîn dijîn" li tirkî hatiye wergerandin.
Nûçe dibêje ku pirtûk di sala 2004'an de bi tirkî hatiye wergerandin û heta niha 38 çapên wê hatine kirin. Nûçeyê, paşê gotinê Xwediyê Weşanên Canê Can Oz ên wekî "Emê di çapa nû de rast bikin" weşandiye. Nûçe qala wergêra pirtûkê Saaed Ozen jî dibe û gotina wê ya ku dibêje ku ew nizane çawa bûye jî rêz dike.
Rojnameyê qal kiriye ku li Tirkiyeyê di sala 1924'an de peyvên kurd û Kurdistan hatine qedexekirin lê paşê ev guheriye. The Guardian paşê qala zordariyên hikumeta niha ya Tirkiyeyê ya li ser kurdan dike û dibêje hikumeta AKP'ê di sala 2017'an de li parlemena Tirkiyeyê biryara qedexekirina gotina Kurdistanê da.
**
Nûçeya Eleqedar:
- Weşanxaneya Canê sansûr daniye ser peyva Kurdistanê