Diyarname
Îro di qada kurdî de çend nûçeyên derketin pêş me dan hev û em pêşkêş dikin:
- Nivîskarê kurd hat girtin
Li rojhilatê Kurdistanên nivîskar Kamîl Ehmedî ji aliyên hêzên dewleta Îranê ve hat girtin. Li gor Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, hêzên dewletê bi ser mala Kamîl Ehmedî ya li Tehranê de girtine û ew birine. Nayê zanîn ku ew birine ku derê.
- Kurdekî ji Helebçeyê xelat girt
Kurdekî ji Helebçeyê yê bi navê Rewend Şaho Helebçeyê li Swêdê hat xelatkirin. Rewend Şaho li ser biyolojiyê lêkolîn kiribû, di vî warî de bi ser ketibû loma li Swêdê bi "Xelata Taybet a Xanedana Qraliyetê" hat xelatkirin.
– Çekdar Orhan transferê Akhisarê bû
Lîstikvanê kurd yê ji Culemêrgê Çekdar Orhan par transferê Galatasaray bûbû û di nav tîma ciwanan de cih girtibû. Orhan ku bi xwe jî ciwan e berî derbarî tîma mezin a GS'ê bibe niha transferê tîma Akhîsarê bû. Akhîsar Spor li Tirkiyeyê di Lîga 1'em de dilîze û tîmeke Manîsayê ye.


