Azîz Ogur
Hefteya borî di nivîsa bi navê “Kurtanê Wendayî û Lêgerîna Şêx Narûz” de min hewl da berhemeke Kurdî ku ji bo her stranbêjî mîna qadake berfireh a nîşandana performansê bû, raxim ber çavan. Rêzikên li dora serpêhatiya Şêx Narûz an Baba Derwêş li gorî hêza hilberîn, hûnera lihevanîn û mîzaha hûrûkûr, bi şêwazekî spontane dihatin avakirin. Her kesê li dîwan-civatê, xizmên wan, erdnîgarî, cih û warên wan, serpêhatiyeke wan tev bi şêwazekî xwezayî dibin leheng, amûr an parçeyekî stranê.
Bi demê re gelek stranên Kurdî yên ji jiyana civakî û bi taybetî gundewarî daneyên girîng rave dikirin, veguherîn stranên gelêrî. Yanî ji dîrok, çîrok û mekan qut bûn. Çend ferdayên ji aliyê ritm, melodî û gotinên hêsan ji wan hatin qutkirin û mîna strana gelerî hatin gotin. Bi vê yekê re, aliyên esasî yên stran, kilam an gotaran jî bi demê re wenda bû.
Strana “Şêx Narûz” an “Baba Derwêş” jî yek ji wan e ku bi vê çarenûsa trajîk re rû bi rû ma. Di dema me de mîna straneke gelêrî bi navê, “Hafiz”, “Hafiz Bajo”, “De Bajo” tê gotin. Di gotinên stranê de qala kurtanê wenda û pereyên di kurtanê de hilandî, tê kirin. Her wiha navê Şengal, Heleb û Cizîra Botan tê hildan. Lê belê bi temamî ritm, meqam û gotin li gorî reqsa herêma Mêrdîn, Batman û devera li ser sînorê Rojava Mêrdînê hatiye dîzaynkirin.
Di forma folklorîk de jî derfeta ku stranbêj bi şêwazekî spontane kesên li civatê û serpêhatiyên heyî lê zêde bikin, heye. Hin stranbêjan jî ev kiriye.
Lê belê di salên dawî de bi taybetî piştî avakirina komên muzîkê yên tenê ji bo dawetan, ev format jî hatiye têkbirin. Jixwe, bi pirranî ev kom li muzîk, çand û zimanê Kurdî ne serwext in. Bi şêwazê jiberkirin yan gloverkirina gotinan li gorî meqamê reqsê stranan ‘dibêjin’. Mîna potporiyên bi saetan dewam dikin û xwe dubare dikin, formên stranên Kurdî ên têkbirî mîna “çixareya ji çixarê were pêxistin” dirêj dikin. Di her dawetê de ez bi baldarî tevdigerim û mixabin li qetilkirina stran, kilam û zimanê Kurdî bi xemgînî guhdarî dikim.
Em li strana “Hafiz” yan “Bajo” vegerin ya ku hin beşên wê ji performansa “Şêx Narûz” e.
Di versiyona despêkê de beşa yekemîn wiha tê gotin: “Şev hat û lerizî/Diz bi kurtanê-v qelizî.”
Lê belê “stranbêjên dawetan’ xwe bi rastî jiberkirina stranê re jî neêşandine û yekser dibêjin, “Şev hat û lerizî/Diz kurtanê ker dizî”. Mirovekî di çêj û xweşiya Kurdî gihiştibe, hevoka “diz kurtanê ker dizî” wê mîna heqaret û bextreşiyekê bibîne. Ji ber ku “qelizîn” peyveke têra xwe balkêş e. Lewra di şeveke tarî de ya ku têde şewq û ronahiyên derdorê dilerizin, tevgera diz a ber bi hedefê ve herî baş, herî di cî de, dikare mîna, “ber pê ve qelizî” were gotin. Maneya ‘qelizîn’ê tevgera mirov yan lawiran a bêdeng û bêyî xwe nîşan bide ber bi hedefekê ve ye. Di nêçîr û meydana eskerî de ji bo xistin, dîlgirtin, zeftkirin, bi ser de girtinê jî navê tevgera bêdeng û bêyî xwe nîşandanê, “qelizîn” e.
Versiyona anonîm a berhema “Şêx Narûz” a mîna “Hafiz”, “De bajo” bi pirranî bi van du ferdayan li dawetan tê gotin:
Şev hat û lerizî
Diz bi kurtanêv qelizî
Hafiz ji qehre fetisî
Bajo bajo.. De bajo
De bajo Hafiz Bajo
Çi Hafizkî bi qapan e
Naxwe nîska bê nan e
Heta emrê wî heye
Pera nexwe kurtanan
Neçe Cizîra Botan e…
Bajo.. Bajo… Bajo…
De bajo.. Hafiz bajo… *
Çû me mala delalê
Hat me mala delalê
Danî ber min sêniya savarê
Ker vaye kurtan kanî
Kurtan çûye Şengalê
Hafiz ji kerba dinale
Bajo.. Bajo… Bajo…
De bajo.. Hafiz bajo…
Kêm jî be hin stranbêj jî ferdaya li jêr lê zêde dikin:
Çûme mala Nesebê
Hatim mala Nesebê
Danî ber min sêniya kezebê
Ker va ye kurtan kanî
Kurtan çûye Helebê
Hafiz digirî ji kezebê
Bajo.. Bajo… Bajo…
De bajo.. Hafiz bajo…
Mitirb an stranbêjên ku berê diçûne dawetan û govend didan gerandin, ji bilî stranên folklorîk li stranên dengbêjiyê jî serwext bûn. Jixwe, ji derveyî demên govendê, dîwan digeriya û kilam, stran û destan ji civatê re digotin. Yanî dawetên beriya niha yên li Kurdistanê mîna dawetên bi çend saetan bi sînor nebûn. Herî kêm sê rojan dewam dikirin û her şev û roj dibû hola stranên Kurdî. Li civata mirovên temen mezin, şer dihatin gotin. Li civata ciwanan lawik û stranên evînê. Dema govendê jî meqamê govendê. Lewra dan û standina bi civakê re mirovê hunermend, namzetê hunermendiyê jî bi pêş dixist.
Di hin versiyonên stranan “hafiz” de beşeke îronî û erotîzm heye. Nayê zanîn ka kîjan mitirbî lê zêde kiriye, lê belê diyar e ji bo devavêtina mazûlvanê bi qîmetê mêvanên xwe nezaniye û nîsk ji wan re kiriye şîv, ev hatiye gotin:
Çûma mala Elîka
Hatim mala Elîka
Danî ber min sênîk nîsk e
Min û hevalê xwe jî
Me herdûkan çi kiriye?
Me cilkê xwe ji xwe danîn
Me herdûkan xwe berdayê
Heft herama Xwedê bê
Piçka îman jê neanî
Ew qenciya xwedê bû
Ku cinabê heft salan
Me ji stûkê xwe deranî
14.08.2019, Yenî Ozgur Polîtîka
-
Nivîsa navborî:


