logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  5. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
news-details

Ji fûtbolê 5 nûçeyên derketine pêş

Ji Messi, Ronaldo heta Ballon d'Or, heta vîrusê û Hatay Sporê, vane nûçeyên di warê sporê de îro derketine pêş..

  • Dîrok: 21/07/2020
  • Beş: Spor

Diyarname

Ji Messi, Ronaldo heta Ballon d'Or, heta vîrusê û Hatay Sporê, vane nûçeyên di warê sporê de îro derketine pêş..


Ballon d'Or piştî 54 salan betal bû

Kovara France Football ji sala 1956'an ve her sal xelata Ballon d'Or dide lîstikvanên herî serketî yên li Ewropayê lê îsal ji ber vîrusê dê xelatê nedi. Kovarê eşkere kiriye ku ji ber îsal di warê fûtbolê de salek ecêb derbas dibe ewê îsal vê xelatê nedin. Hatiye eşkere kirin ku tenê dê 11 Lîstikvanên Herî Serketî bêne diyarkirin.

Par lîstikvanê Barselonayê Lionel Messi ev xelat girtibû. Messi di salên 2009, 2010, 2011, 2012, 2015 û 2019'an de bi temamî 6 caran ev xelat girtibû ku di vî warî de yê herî zêde ev xelat girtiye ye.


Ronaldo gihîşt 50

Tîma îtalî Juventus li mala xwe Lazio kir mêvan û bi 2-1 bi ser ket. Bi vê yekê Juventus ji bo 9'emîn car ser hev de bibe şampiyon gavek din ber bi pêş ve çû.

Ronaldo ku di deqîqeya 51'ê (ji penaltî) û 54'an de du gol avêtin di Serie A'yê de bû xwedî 50 golan. Bi vê yekê Ronaldo bû yekemîn kes ku hem li La Lîga, Premier Lîg û hem li Serie A'yê de 50 golan diavêje.


Ji ber vîrusê maç betal bû

Di Lîga 2'yemîn a Spanyayê de duh êvarê divê maça Deportivo La Coruna û Fuenlabrada bihata lîstin lê ji ber di tîma Fuenlabrada de testa vîruso koronayê ya 7 lîstikvanan pozîtîf derket maç hat betalkirin.

Messi bû 7 caran dibe kral

Lîstikvanê Barselonayê Lionel Messi di maça dawî de 2 gol avêtin û bi vê îsal di La Lîgayê de gihîşt 25 golan. Bi vê yekê jî bû 7 caran di La Lîgayê de dibe kesê herî zêde golan diavêje.

Di La Lîgayê de Telmo Zarra bi temamî 6 caran bûbû kesê di La Lîgayê de herî zêde gol avêtine û Messi rekora wî ji dest wî girt. Messi di sala 2011-2012'yan de tam 50 gol di La Lîgayê de avêtin ku gihîştina vê hejmarê hinek zehmet e.

Karneya Messi bi vî rengî ye: 

2009-10: 34 gol

2011-12: 50 gol

2012-13: 46 gol

2016-17: 37 gol

2017-18: 34 gol

2018-19: 36 gol

2019-2020: 25 gol


Hatay Spor kûpaya xwe girt

Tîma fûtbolê a Hatay Spor ku di Lîga 1'emîn a PTT'ê de bi ser ket û bû şampiyon duh bi merasimek kûpaya xwe girt. Li Stada Ataturk a Antakyayê lîstikvanan madalya girtin. Kaptanê tîmê Mesut Çaytemel û teknîk dîrektorê tîmê Mehmet Altinparmak ji TFF'ê kûpa girtin.

Hatay Spor sala bê dê di Lîga Super a Tirkiyeyê de bilîze.


Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Spor - Nivîsên Dawî
news
  • 16 04 2026

4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn

news
  • 16 04 2026

Di Lîga Ewropayê û ya Konferansê de jî nîv fînalîst diyar bûn

news
  • 14 04 2026

Li Bundesligayê cara yekê ye wê jinek tîmî bi rê ve bibe

news
  • 13 04 2026

Amedsporê ji kîsê xwe xwar!

news
  • 10 04 2026

Va ne 170 hakêmên li Kûpaya Cîhanê wê firfirokê pif bikin

news
  • 09 04 2026

Di Lîga Şampiyonan de salek balkêş li dar e

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Devoka Mereşê û fedîkirina ji devokan

ad

Li Serhedê panelên li ser zimanê kurdî

ad

Li ser sînorê Başûr û Rojava konserek mezin çêdibe

ad

Tarkan li Amedê derket ser dikê

ad

Amed Spor bi 4 golan bû lîder

ad

Kurdan 'Roja Ziman' pîroz kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname