Diyarname
Firat Dagitim ku rojnameya A. Welat, Gunluk û weşanên din ên kurdan belav dike, xebatkarekî wê yê Sîwerekê Erkan Gumuştaş Jiyana xwe ji dest da. Gumuştaş, li girtîgeha Rihayê ji ber ku ji koguşa sîyasî sewqî koguşa adlî kiribûn xwe şewitandibû, li Fakulteya Tibê ya Zaningeha Dîcleyê jiyana xwe ji dest da.
Xebatkarê Belavkariya Firatê yê Navçeya Sîweregê Erkan Gumuştaş ku 2 roj berê ji ber ku ew ji nava girtiyên siyasî şandibûn nava girtiyên edlî xwe şewitand, li Neweşxaneya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê jiyana xwe ji dest da.
Gumuştaş, piştî xwe şewitand û ji sedî 60 şewitî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya bi 500 doşek a Rihayê. Pişt re jî duh bi şev ji wir anîn Fakulteya Tibê ya Zaningeha Dîcleyê. Gumuştaş bi çavdêrî wesayîtên polîsan birin Nexweşxaneyê. Lê ji ber laşe wî ji sedî 60'ê şewitibû li gel hemû mûdaxeleyan jiyana xwe ji dest da. Bi girseyeke mezçin cenazaya Gumuştaş li Rihayê li gundê Boxçıikê ya giredayî navçeya Siwerekê hat veşartin.


