logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Du pirtûkên Soreklî, gotûbêj û îmze

Du pirtûkên nivîskar Şahinê Bekirê Soreklî ji nû ve li Stenbolê hatin çapkirin û ew jî dê ji bo gotûbêj û îmzekirina pir

  • Dîrok: 03/09/2019
  • Beş: Berhem

Diyarname

Du pirtûkên nivîskar Şahinê Bekirê Soreklî ji nû ve li Stenbolê hatin çapkirin û ew jî dê ji bo gotûbêj û îmzekirina pirtûkan li Stenbolê be.


'Destana Derwêşê Evdî'

Pirtûka "Destana Derwêşê Evdî" ku nivîskar Şahînê Bekirê Soreklî amade kiriye ji Weşanên Şemalê derket.


Ev şêweya destana Dewrêşê Evdî ji aliyê dengbêj Baqî Xidir (Baqî Xido) ve hatiye gotin û Soreklî ew ji bo çapê amade kiriye. 

Li ser vê Soreklî wisa dibêje: "Berhem dawiya sala 1987'an de li ser kasêtan hatibû tomarkirin û ji Kobanî ji min re hatibû şandin. Baqî li herêma Kobanîyê û Deşta Sirûcê bi nav û deng bû. Ew di sala 1918'an de li gundê Şêranê yê li rojhilatê Kobanîyê ji dayik bûbû. Baqî çîrokbêj û dengbêjekî berhemên kevnar bû, yek ji wan dengbêjên kurmancan bû, ku dikaribû bi dirêjiya şevê stran bigotana. Wekî dihêt zanîn, strana Dewrêşê Evdî bi gelek babetan di nav kurdan de dihêt gotin. Şêweya li pêş yek ji wan e, lê dîsa ragihînim ku di kasêtên gihîştine min de destan wekî serpêhatî hatibû gotin, ne wekî stran. Min nivîsandina vê destana bi nerx grîng dît, ne tenê da ku serpêhatî, yan va babetê wê, bi şêweyeke nivîskî bê parastin, lê her wiha bi hêviya ku ev babet gotina serpêhatiyê di nav xwe de şêweya axaftina kurmancî ya daniştvanên herêmeke mezin ku deverên Kobanîyê, Deyşta Sirûcê û Rihayê digire, biparêze."


"Helbestên ji dil"

Pirtûka din a Soreklî ku ji Şemalê derketiye jî pirtûka helbestan e û bi navê "Helbestên Ji Dil" hatiye weşandin.  Di pêşgotina pirtûkê de Soreklî meseleya weşandina vê pirtûkê jî wisa zelal kiriye: "Komeke ji helbestên min cara yekemîn sal 1990 hatibû weşandin: Jana Heft Salan, Enstîtuya Kurdî ya Bruksel, 1990. Helbestên di vê pirtûkê de, çend helbestên bijarte ne tê de, hemî di navbera sal 1990 û 2019 de hatine nivîsandin. Pirraniya helbestên di nav vê komê de xwe bêtir dispêrin zihniyeta min ya îroyîn. Hêvîdar im xwendevan wan balkêş bibînin û bi weşandina wan sûd bigihê wêjeya kurdî."


Gotûbêj û îmze

Niha bi beşdariya nivîskar Soreklî dê gotûbêj û îmzekirina pirtûkan li dar bikeve. Gotûbêja yekem ji aliyê Chalak Events ve bi hevkariya Weqfa Îsmaîl Beşîkçî tê organîzekirin. Çalakiya ku dê rojnameger Salihê Kevirbirî moderatoriya wê bike dê li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ya li Stenbolê li dar bikeve. Çalakî 7'ê vê mehê saet 17'an de ye. Her wiha 10'ê mehê jî saet 15'an de ew dê li Medya Kîtapevî be ku ew jî li ser Kolana Îstîklala Beyogluyê li Pasaja Elhamra ye. Di her çalakiyan de jî Soreklî dê sohbetê bike û paşê pirtûkên xwe îmze bike.

 


 

**

Têbiniya Diyarnameyê: Heta niha li ser hemû pirtûkên nivîskar wekî "Şahînê Bekirê Soreklî" hatibûn nivîsîn, di her du pirtûkên niha ji Şemalê derketin û di daxuyaniya gotûbêjê ku ji me re hatiye de wekî "Shahîn Bekir Soreklî" hatiye nivîsîn, me nizanî kîjan rastir e û êdî kîjanê bikar tîne, me gor xwe saz kir.

Parve Bike

Youtube Me
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 09 06 2026

‘Komek Arîşe û Hêviya Zimanekî Yekbûyî` hat îmzekirin

news
  • 21 05 2026

Pirtûka "Netewperwerî Di Helbestên Mele Mihemedê Palo De" hat îmzekirin

news
  • 13 05 2026

Di Pêşangeha Pirtûkên Kurdî de pirtûka "Pencereya Pêşîn" hat îmzekirin

news
  • 11 05 2026

Bi awayo hîrakerde, Ferhengê zazakî-tirkî veciya

news
  • 15 04 2026

Pirtûkek helbestan ‘Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha’ derket

news
  • 07 04 2026

Hîkayey 40 sere, 'Raywanîya Çekuyanê Mi' veciya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

605 hezar kes çûn serdana fûarê

ad

Barzanî li Kongreya Tenduristiyê ya Mezopotamyayê axivî: Kurd dijî zordestan in

ad

3 nûçeyên îro derketine pêş

ad

Xelata Nobelê ya Wêjeyê dan Jon Fosse

ad

Ji bo kesên bi hunerê re eleqedar banga beşdariyê

ad

Vaye 'Xweşika Ser Rûyê Dinê'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname