Hunermend Şivan Perwer li ser referandûmê got ku got ku ji ber ji hemwelatiyê hatiye derxistin ew nikare dengê xwe bikar bîne, lê got ku boykot jî helwesteke meşrû û demokratîk e.
Hunermendê navdar Şivan Perwer daxuyaniyeke nivîsîk weşand got ku li ser referandûmê der barê wî de agahiyên şaş dane û wisa got: "Di rojên dawî de li Tirkiyeyê li ser guherandina xalên zagona bingehîn der barê min de li hin çapemeniyê agahî hatine pêşkêş kirin. Ez eşkere dikim ku tiştên li ser navê min hatine gotin ne rast in. Bi taybetî gotinên ku ez boykotkirina ji aliyê BDP'ê ve rast nabînim hatine pêşkêşkirin ev yek ne rast in. Fikra min ev e ku helbet 'boykot' jî wekî 'erê' û 'na'yê bi serê xwe helwesteke meşrû ye û ez hurmetê nîşanî vê didim."
Hunermend Perwer li ser bêçalakiya PKK'ê jî da zanîn ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd ev girîng e wisa got: "Li hemberî vê Artêşa Tirk her operasyonên mezin li dar dixe û di vê demê de 20 gerîla jiyana xwe ji dest daye. Di serî de hunermend, saziyên sivîl û AKP jî têde, hemû partiyên siyasî divê dij derkevin. Ez xebata KCD û BDP'ê ya di vî warî de bbaş dibînim. Ez bang li Serokomar û Serokwezîrê Komara Tirkiyeyê dikim ku li hemberî vê bêdeng nemînin û mudexele bikin; ji bo Tirkiye li ser rêya aştî û demokrasiyê de bimeşe ez bang dikim ku însîyatîfê bigirin dest pê xwe."
Şivan Perwer got ku di nav mercên wisa de divê hunermend li hemberî nijadperestî, şer helwestê nîşan bidin, divê mecbûr in hurmetê şanî civakê bidin, di warê dostanî û biratiyê de xizmetê bikin û gere ji bo aştî û biratiyê bikevin nav xebatê.