Dinavbera 1-3’ê kewçêrê de, li bajarê Carrick on Shannonê yê Îrlandayê 1'emîn Festîvala Fîlmên Kurdî li dar dikeve. Di mihrîcanê de kurtefîlm, fîlmên metrajdirêj û belgefîlm têne nîşandayîn. Di vê çarçoveyê de wê panel û gotûbêj jî li dar bikevin.
Bernameya Festîvalê ji aliyê Mustafa Gundogdu ku yek ji damezrênerên Festîvalên Filmên Kurdî yên li London û New Yorkê ye ve hatiye amadekirin. Her wiha hemû filmên festîvalê wê bê pere bêne pêşkêş kirin.
Di bernameya festîvalê de filmê Mîraz Bêzar "Min Dît", filmê derhênerê Frensî Philippe Lioret "Welcome", filmê derhênerê ji rojhilatê Kurdistanê Shahram Alîdî "Whispe with the Wind" û filmê Yuksel Yavuz "Close Up Kurdistan", filmê Mano Xelîl "David the Tolhildan" û belgefilmên wekî pêşmergeyekê kevin Perî Îbrahîm ku sugun bibû û piştî 20 salan vegeriyayî Kurdistanê wê bên pêşkêş kirin.
Di nava 11 kurtefilmên ku ku tên pêşkêş kirin de jî filmê bi navê "Rojîn" yê derhênera ji rojhilatê Kurdistanê jî heye. Her wiha di festîvalê de wê panelek ji aliyê derhênerên kurd Miraz Bêzar, Binevşa Bêrîvan, Chîman Rahîmî û Perî Îbrahîm ve ligel derhênerê filmê Kurdî Doug Aubreyê ê îngilîz jî bê li dar xistin û ewê li ser sînemaya kurd biaxivin.
Armanca çêkirina mîhrîcanê ya ji aliyê Şaredariya Leitrimê ve xalek balkêş e. Hejmara kurdên ku di nava sînorên Şaredariya Leitrimê de dijîn ji sedî derbas nabe. Şaredarî ji bo jestekê û ji bo kurd neyên ji bîr kirine vê festîvalê li dar dixe.
Amadekarê bernameya festîvalê Mustafa Gundogdu dibêje ku bi mîlyonan kurdên ku li ser xaka xwe dijîn li welatên wekî Tirkiye, Îran û Suriyeyê festîvalên fîlmên Kurdî nîn in û derhênerên kurd li van welatan rastî zext û sansurê tên. Bi ser de jî ev rejim di qada navneteweyî de jî zextê li ser berhemên derhênerên kurd dikin. Her wiha Aydogdu da zanîn ku ev hewildana Şaredariya Leitrimê gelek watedar e.


