logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Du çîrok û romanek

  • Dîrok: 03/02/2025
  • Beş: Serbest

___Yaşar Eroglu___

Kurteromana nivîskar M. Şirin Bulga a bi navê Girava Mirazan di Weşanên Ar de deketiye. Kurteroman ji 135 rûpelan pêk hatiye. Ez ê li ser kurteromana Girava Mirazan nirxandinekê bikim.
Nivîskar M. Şirin Bulga di berhema xwe de bi çîrokên gelerî kurteromanek afirandiye. Honaksaziya berhemê li ser van du çîrokên gelerî ava bûye û du çîrok bi encameke hunerane gihandiye hev, veguhestiye terzê romansaziyê.
Ez ê di destpêkê de li ser kêmasiyên romanê rawestim. Serê pêşîn destpêka çîroka Şivan û Tamarê ji qalibê çîrokê tam derbasî qalibê romanê nebûye. Ji ya gelerî zêdetir tiştek lê zêde nekiriye. Divê bi vegotin û nitirandinê xwîner qanî bike ku ji bo jîvana Şivan û Tamarê çûn-hatina aliyên girav û bejahiyê rasteqîn bibe. Çîrok zêde mantiq naxwaze lê divê roman li ser mantiq ava bibe. Pirsên ji bo çûn-hatina li ser golê, agirvêxistina bi şev, hevdîtina pêşîn a her duyan, çawa di heman şevê de gelek tiştan pêk tîne, bi saetan rûdinê lê beriya berbangê dikare bê cem dûajo, astengî û zehmetiyên wê rasteqîn bibersivîne. Destpêk ji vê rasteqîniyê dûr e.

ŞAYESANDIN LI GOR MEBESTÊ PÊK NEHATIYE
Nivîskar dibêje, “Heyva çardehşevî ji pişt Çîyayê Reş bilind bûbû û Stêrka Qurixê jî dabû pey wê.” (Rp. 66) Di vê derbirînê de metafor û hêmayeke şaş heye. We tirê heyv û stêrk di riyekî de ketine pey hev û hev dişopînin. Mebesta nivîskar sayeşandina esman, şev û xweşikirina dîmenê wê şevê ye lê sayeşandin li gorî mebestê pêk nehatiye.
Dibêje, “Dotmîra Axtermanê! Xizmetkarê te amade ye, heke destûra te hebe ez ê bêm ba te.”(rp. 69) Ev hevoksazî ne zimanê şivanekî ye. Bela sayeşandinê xîtaba şivan pirole kiriye.
Di heman rûpelê de dibêje, “Elî ji bo cilên şarwerî li xwe bike berê xwe da malê.” (Rp. 72) hinekî şûnde dibêje, “Cilên xwe yên leşkerî ji xwe kirin û cilên şarwerî li xwe kirin.” (rp. 73) Di van her du hevokan de lihevneknekirin heye. Li gorî hevoka pêşîn divê cilên şarwerî li ser Elî bûna lê gava ku vedigere malê cilên leşkerî lê ne, wan derdixe yên şarwerî li xwe dike. Ji aliyê mantiq ve jî hevok şaş hatine saz kirin.
Bala xwe bidin vê hevokê, “Dît ku ew kes li ser ferşekî rawestiya, ji bin hewranê xwe fanosek deranî …” (rp. 80) Li vir pirsgirêk ev e; fanos tê xuyan temam lê hewran (pelerîn) çawa di tariya reş de, ji wî aliyê golê hat dîtin? Gelo ew pêkan e yan na? Nivîskar bala xwe nedaye ser vê detayê jî.
Di rp. 29an de hevokek heye ku ji aliyê rêziman ve şaş hatiye bikaranîn. “Dûajo tasa şîr hilanî û bi lez û bez çû mîyekî şîr doşa û hat, …”. Lêkera dotin gava di dema boriya têdeyî de tê bikaranîn pêveber li gorî kesê sêyemîn ne wekî ‘doşa’, weke ‘dot’ tê kişandin. Ango rastiya wê ev e: “Dûajo tasa şîr hilanî û bi lez û bez çû ji mîyekî şîr dot û hat.” 

ŞAŞIYÊN MANTIQÎ
Elî û Meryem ji ber walî direvin, bi faytonê diçin xwe dispêrin Osman Paşa. Nivîskar dibêje, “Hesp bi çargavî diçûn.” (rp. 94) Dîsa li vir ji aliyê wateyê ve şaşiyeke hevoksaziyê heye. Hespên faytonê nikarin bi awayekî çargavî bibezin. Eger bi awayekî çargavî bibezin payton dikare rastî qeza yan belayekê bibe. Yek jî du hesp bi pergalekê bi hev re girêdayî ne, nikarin bi rihetî bibezin. 
Du name hene ku Osman Paşa, Metran Îsa û walî bi hev re bi rê dikin. Xîtab û naveroka nameyan dişibe uslûba roja îro. Divê zêdetir li ser uslûba serdema çîrok qewimîne bihata rawestin. Gelo xîtaba wê demê weke “Birêz Metran, birêz Walî, birêz Qolaxasî bû. Ez ne bawer im. Her wiha naverok jî wisa.
Ji aliyê rastnivîs û rêzimanê ve gelek şaşî hene. Zimanê kurteromanê di destpêkê de hişk, ne herikbar û hinekî jî rijî ye. Lê belê kingê ku vegotin li dirûvê romanê rûdinê ziman hingê sivik, herikbar û bi çêj dibe.

ALIYÊN ERÊNÎ YÊN ROMANÊ
Heta niha min aliyên bikêmasî nirxandin. Niha derbasî aliyê erênî dibim. Kêmasiyên min destnîşan kirin bê guman aîdî berhemê ne. Li gel vê birêz Mehmet Şîrîn Balga tiştekî nû ceribandiye, ji nû ve ruhek daye du çîrokên gelerî û romançeyek pêk aniye. Ji ber ku mijar û rûpel kêm û kurt in dibêjim romançe; yanî romana kurt, hinek jî ji wê re dibêjin novel. Serfkeftina nivîskar di vir de ye.
Birêz Balga ji du çîrokan encameke nû derxistiye. Meriv heta dawiyê sebir bike, tê digihîje ku nivîskar çi fikiriye, ji vê fikrê çi hasil kiriye. Mebesteke wî heye girava ku bi bêmiraziyê navdar e, bi riya romana xwe vê yekê veguherîne mirazdêriyê û bike girava hêviyê. Ji bilî hin rexneyên min lê kirine berhem di çarçoveya serdema çîrokan de girtiye, sadiq maye û li gorî wê honaye, destê xwe nedaye rastiya çîrokan lê ji xwe hin tişt lê zêde kirine.
Di serî de gelek nakokî di serê min de çêbûn. Gelo ev çîrok heta dawiyê wekî xwe çîrok bimana, gelo çima ev her du çîrok, her yek bi serê xwe daye, gelo ku derê vê wê bibe roman. Pareke mezin serkftina romanekê ew e ku di serê xwîner de pirsan peyda bike, yanî bikişîne nav xwe û bê bersiv nehêle. Nivîskar di serê min de gelek pirs afirandin, bê bersiv nehiştin û yek bi yek bersivên wan dan.
Ez difikirîm ku, ku dera vê romanê Girava Mirazan e. Lê birêz Balga peyam û mebesta xwe ji dawiyê re hiştiye, bi awayekî hostane peyama her du çîrokan gihandiye hev. Ji Girava Bêmirazan Girava Mirazan derxistiye. Ji ber wê jî kêmasiyên berhemê xwe didin aliyekî, rihê berhemê, afirînerî û hunera wê derdikeve pêş. 

NIVÎSKAR ÇANDA CIVAKÎ JI NÛ VE ŞIROVE KIRIYE
Bi rastî wêje û roman çi ye? Ji nû ve afirandina rastiya civakî ye. Rast e di van çîrokan de rastiyeke civakî nîn e. Jixwe ev çîrok in. Lê belê rastiyeke çanda civakî heye, nivîskar ew çand ji nû ve şîrovekiriye, ji fikir, raman û rihê xwe tiştek lê zêde kiriye, honaye û berhema xwe afirandiye, ew jî hunera wî ye. 
Ez tu car bêyî kêmasiyan berhema birêz Balga nagirim dest, bi kêmasî û erêniyên berhemê dinirxînim. Bi giştî dibêjim berhem ji aliyê teşe-dirûv ve (ziman û hevoksazî) kêm e lê belê ji aliyê wêje û afirêneriyê ve serkeftî ye.
Nirxandina min a li ser Girava Mirazan a Mehmet Şîrîn Balga ev e. Bila dest, tilî û hişbiriya wî ter û geş be. Berhemeke baş afirandiye. Bila riya wî vekirî be.

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Mamoste hatin berdan

ad

Dikare bibe mînak: Dadgehê ji bo kurdî biryareke girîng da

ad

Demîrtaş: Me peyam girt em te nakin serokdewlet

ad

Klîba Hefteyê: Pesna Evînê

ad

Girtiyên fîrar kirin hatin girtin

ad

Liverpool dîsa bi penaltiyan bi ser ket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname